Diyarname
Mamoste #Zara Mihemedî# li rojhilatê Kurdistanê ji ber ku dersa kurdî dabû zarokan hatibû girtin. Duh êvarê ew berdane.
Haybat Mihemedî bi ser hesabê xwe yê twitterê re vîdyoyeke ku Zara Mihemedî têde diaxive belav kiriye. Zara Mihemedî wisa dibêje, Berêvarê bi lezgînî bêyî agahdarîya tu kesî ez azad hêlame. Qaşo doza lêborînê ji min kirine û min jî qebûl kiriye. Lê belê bi tu awayî ev agahî ne rast e. Ez li ser doza xwe me û qebûl nakim ku berxwedana me pûç derxînin.
Zana Mihemedî bi sidema dersa kurdî daye zarokan di sala 2021'ê de hatibû darizandin. Dadgehê
piştî ku 5 sal cezayê hepsê lê biribû, par 8'ê rêbendana 2022'yan de ew bi xwe çûbû teslîm bûbû û ew şandibûn Girtîgeha Evîn a li Sineyê.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 712 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !