$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mazlûm Batman
Nav paşnav: Umran Kaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Gulcîhan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Avaşîn 2021-26-09
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mazlûm li Êlihê li cihê ku ti carî serî li ber dewleta Tirk a qirker netewandiye û bi serhildanan israra xwe ya di jiyana azad de her tim nîşanî dijmin dide, li nava malbateke welatparêz ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek berdêlên xwe hene, ji dayik bû. Ji ber ku ji malbat û derdora wî şehîd û tevlîbûn hebûn, her wiha ji ber ku li nava malbatê timî qala destanên lehengiyê yên şehîdan û gerîla dihate kirin, vê yekê bandoreke xurt li hevrêyê me Mazlûm kir. Hevrêyê me Mazlûm Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi bîranînên şehîdan nas kir û li ser bingeha jiyana azad kete nava lêgerînan. Bi kesayetiya xwe ya kedkar dema ku li metropolên Tirk dixebitî polîtîkayên cihêkar ên dewleta Tirk a qirker baştir dît û rastiya dijmin têgihişt. Her wiha bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me hesiya û gihîşt wê baweriyê ku divê hesab ji komkujiyên dijmin ên li ser gelê me dike, bê pirsîn. Hevrêyê me Mazlûm dema ku dewleta Tirk û hevkarê wê çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser destketiyên gelê me yên li Rojava, bi banga seferberiyê ya Rêber Apo ji qada Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku demeke kurt li Eyaleta Amedê perwerde dît, derbasî qada Rojava bû û di rizgarkirina Kobanê de xwedî kedeke mezin bû. Piştre jî tevlî gelek pêngavên li herêma Rojava bû û di van pêngavan de bi şerkerî û wêrekiya xwe bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Tevî ku di şer de birîndar bû ti carî ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda, berevajî hîn bêhtir xwe li têkoşînê girt û biryardariya xwe mezintir kir. Hevrêyê me Mazlûm tevî ku di her şertî de li her qadê têkoşîna xwe bi rengekî serketî meşand, ti carî dest ji daxwaza xwe ya zarokatiyê berneda ku timî dixwest li çiyayên Kurdistanê bibe gerîla. Li ser vê bingehê sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ev daxwaza xwe bi cih anî. Bi jiyana çiyê re rastiya xwe nas kir û bi perwerdeyên Rêbertî re bi rastiya xwe têgihişt. Her wiha dît ku qirkirin li ser gelê me tê ferzkirin û li dijî vê yekê bi îradeya xurt a têkoşînê ku di şexsê şehîdên me yên leheng û Rêber Apo de hate afirandin, dilsoz bû. Li çiyayên Kurdistanê li Garê, Cîlo, Zap û herî dawî li Avaşînê gerîlatî kir, bi jiyan û şervaniya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di dema êrişên dagirkeriyê yên dijmin de ku 23'ê Nîsana 2021'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, li qada Avaşînê hem bi taktîkên gerîla yên bi tevger û profesyonel hem jî bi sekna xwe ya serketî ya li tunelên şer li gelek nuqteyan pêşengî ji şikandina êrişên dijmin re kir. Li gel êrişên dijmin ên li derveyî mirovahiyê jî bi îradeya xurt a Apoyî şer kir û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Mazlûm ku bi şehîdan û hevrêyên xwe ve hate girêdan, piştî ku dijmin li tunelên şer ên Werxelê gaza kîmyewî bi kar anî, bi alîkariya hevrêyên xwe ve çû, lê bi bandora gaza kîmyewî bi jehrê ket û şehîd bû. Hevrêyê me Mazlûm ku yek ji mînakên bêemsal ê dilsoziya bi Rêber Apo, şehîdan û hevrêyên xwe re bû, wê her tim di têkoşîna me de pêşeng be.[1]