$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şervan Gabar
Nav û Paşnav: Adem Olmez
Cihê Jiydayikbûnê: Êlîh
Navê Dayikê-Bav: Salîha – Mehmet Saît
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cîlo- 03-10-2015
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şervan Gabar jî li Êlihê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Şervan ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hê ji temenê biçûk ve dinase, dema mezin dibe, bi xeyalê tevlîbûna nava refê gerîla dijî. Hevrê Şervan ê bi van hestan mezin dibe, zêde ji sîstma TC a asîmlasyon û modernîteya kapitalîst bandor nebûye, dema digihêje temeneke kamil tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrê Şervan ê zû bi çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîla re dibe yek, li ser bingehê îdeolojiya Apogeriyê, xweperwerdekirinê esas digire. Hevrê Şervan ê li ser bingehê perwerdehiya Apoyî, bi lez tê guherîn û veguherîn, xwe ji bo erkên demê amade dike. Bi hêrsa tolhildanê ya ji zilm û zoardariya reejîma TC a qirker a li ser gelê Kurd, tevlî xebatên pratîkê bûye, ketiye nava israra ku li eniyên şer cih bigire. Hevrê Şervan ê bi israr û biryardariyê bû xwedî pratîkeke serketî, li Qada Binbir di encama bomberdûmanekê de şehîd dibe.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 403 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !