$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Abdûllah Mûstafa Bozan
Nasnav: Zerdeşt Kemal
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Emîne Reş-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 25-07-2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Zerdeşt li keleha berxwedan û serketinê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava li Kobanê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz a ku berdêl di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de da, mezin bû. Hevrêyê me Zerdeşt ku bavê wî zû wefat kir, erka debarê ya malbata xwe da ser milê xwe û bû xwedî kedeke pîroz. Li dijî polîtîkayên bêrehm ên li dijî gelê me, her tim têkoşîn danî ber xwe û bi tevlîbûna li nava refên gerîla xwe fedayî azadiya gelê me û çar parçeyên Kurdistanê kir. Hevrêyê me Zerdeşt dît ku felsefeya Rêbertî yekane rêya rizgariya gelê me û gelên bindest e, heta roja ku şehîd bibe bênavber têkoşiya. Bi kesayetiya xwe ya karker û dilnizm ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Em ê bi têkoşîna xwe her tim xwedî li bîranîna hevrêyê xwe derkevin[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 279 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !