Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 526,838
Bilder 106,612
Böcker 19,803
Relaterade filer 99,762
Video 1,452
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Grupp
Svenska
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Biografi 
5
Publikationer 
3
Kvinnors problem 
3
Dokument 
2
Partier och Organisationer 
1
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Dokument
Tog ställning mot hedersvål...
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Romanên Kurdî yên Psîkolojîk Bala Xwendevanan dikişînin
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Civata Online li ser Romanên Kurdî

Civata Online li ser Romanên Kurdî
=KTML_Bold=Romanên Kurdî yên Psîkolojîk Bala Xwendevanan dikişînin=KTML_End=
Di yekê Tebaxa 2021ê da, Koma Xwendinê ya Amedê, bi beşdarîya nivîskar Omer Dilsozî, romana wî ya bi navê “4 Kotra 4 Çela”yê li ser zoomê nirxand. Civînê, bi axaftina vekirinê ya moderatorê civînê, Ahmed KANÎ dest pê kir. Di serî da, wî bixêrhatina nivîskar û beşdaran kir. Derbarê Omer Dilsozî da got ku di nava romannûsên bakurî da meriv kare bibêje ku ew yek ji wan ê herî berhemdar e. Nizîkî deh roman (Hêvîyên Birîndar, Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Hevrazên Çîyan, Ez û Min, Gêjevang û 4 Kotra 4 Çela) û pirtûkek helbestê bi navê “Bila Gotineke Minûte jî hebe” nivîsîye.
Di serî da Xecê Daşxin mafê axaftinê girt. Bixêrhatina nivîskar û beşdaran kir û got: “Omer Dilsoz jî yek ji nivîskarên herî berhemdar e. Niha romana te ya dawî, 4 Kotra 4 Çela li ber destê me ye. Dema meriv vê romanê digire dest, nav bala meriv dikişine. Tu çîroka nav ji rûpela dawî ra dihêlî, bo ku xwendevan heta dawî biçe û hîn bibe. Sê romanên te yên dawîn, li ser tarzekî diçin. Ez dikarim bibêjim ji romanên te yên din cudatir in. Di romanên “Ez û Min” û “Gijevang” da dîyare ku heşê karakterên sereke ne li sere wan e. Yanî ne însanên silamet in, lê di vê romanê da karakterê sereke doktorekî ye ku heta astekî xwendîye û wek pîşe bûye doktor. Lê dîsa jî di jîyanê da nexweşketîye. Çima nexweşketîye, balkêş bû karakterekî bê îrade ye. Ew qas bê îrade bû ku ez ji bêîradebûna wî aciz bûm. Mijarên hatine serê karakterê romanê bi tesadufî hatine serê wî. Tenê di mesela zewacê da bi zanebûn dikeve navê, wekî din tesadufî tên serê wî. Em dizanin romana îro karakterê îdealîzekirî, karakterê bêqisûr nanivîse. Karakterê ku şaşîya wan hene, karakterê ku li derve em dibinin dixe nav edebîyatê. Lê karakterê romana te (xîtaba bo nivîskar) ji wan bêtir bi problem e û problema wî gelek bi jinan ra hebû. Ew qas problema wî bi jinan ra hebû ji dîya xwe dest pê dikir. Gava jiyana xwe dişopand û analiz dikir, di vê navberê da em karin bibêjin ku karakterê me her tiştî analiz dikir, yanî li ser her tiştî difikire, hişekî pir tije, pir meşxûl hebû. Lê di wir da gava derdora xwe rexne dike, bavê xwe rol model diğere bi têkiliya dê û bavê xwe dest pê dike. Di çavê karakter da dîya wî ji bavê wî xurttir e. Di bêhêzbûna wî da sanki vî tiştî jî li wî bandor kiribe. Ji têkiliya wan bi awayekî aciz e. Mesele tê ser jina wî jî bi awayekî tim jina xwe sûcdar dike. Heta li hember wê jina ku jê ra wêne dişine jî bi tevî ku têkilî çênabe pir bê îrade ye. Çawa bê îrade ye, jin jê ra wêneyên ecêb dişine lê ew bertek nişan nade. Jin li ser van wêneyan dibêje ku ji qansêrê ditirse, lê ew tepkî nişan nade. Heta ku haya jina wî jê çêdibe, têkiliya wan xera dibe, jîyana wan diguhere, bi temamî her tiştê wan diguhere. Yanî tiştê sereke di karakterê te da bêîradetî heye. Heta dawîya romanê jî min ew dît. Di lêgerînekî da ye karakterê te. Lê gava di dawîya romanê da digihîje tiştekî haya wî ji wê lêgerîna wî çêdibe. Yanî ji destpêkê da tiştekî wî aciz dike, jîyan, derdor, karê wî… Sebebê acizîya wî aslinda ev lêgerîn e. Di dawîya romanê da haya me ji lêgerîna karakter çêdibe, karakter jî li acizîya xwe hay dibe. Monolog, jixwe ji serî heta dawî monolog bû, sa wî jî me karakter gelek nas kir. Ez karim bibêjim ku tu karakter bi qasî vî di hişê min da cih negirtîye. Şîroveyên wî li ser her tiştî, ser dar, ber, jîyan, têkiliyan, ser xwezayê ser her tiştî şîroveyên wî hene. Em karakter gelekî ji nêz ve nas dikin, ev jî bi saya monologan e. Xêra herî zêde ya monologan bo edebîyatê jî ji xwe ev tişt e. Bi çavê zayenda nêr jin hatibû nivîsandinê. Dayîk bi çavê karakterek nêr hatibû nivîsandinê. Jina wî em nizanin kî ye, çi ye… derheqê wê da ti dîyalogek tune bû. Heta tenê jina wî na, gelek tiştên wek jin aha nin, jin wiha nin… Gelek tiştên derheqê jinan da me bi çavê yekî nêr, çavê doktor dîtin. Heta ew têr nekiribû, nivîskar ji doktor ra destbirakek wek Rîşo jî dîtibû. Rîşo jî agirê karakter gur dikir, digot, jin aha nin, aha nin. Nivîskar karakterê Rîşo wek esnafek ku tecrûbeya wî derheqî însanan, jinan da heye ava kiribû. Tiştekî din, problemên ku hemû însanan mijûl dikin. Mesela problema başî û xirabîyê, karim bejim heye. Te cih daye vana, edebiyata cîhanê ji zû da cih daye vê. Kesê tişkî dinivîse armanca wî ne tenê nivîsîne. Armanca nivîskar jî ew e ku tiştekî ji cîhanê ra bibêje. Di vî warî da nivîskar tiştekî qethî nabêje û jixwe nikare bibêje jî. Tenê serê meselê nîşanê me dide û dibêje tiştekî wiha heye di jiyana însanan da. Yanî nişan dide û radiweste, dibêje li serê bifikire. Li gorî min roman ji du beşan pêk dihat, ji serî heta rûpela 122yan beşek, ya din jî beşek bû. Di vê beşa yekê da, cihê ku karakter bi tenê dimîne, xwe bi xwe difikire xwendin nediherikî. Ji ber ku hê mijar jî ne zelal e. Lê piştî beşa yekê êdî roman diherikî. Ji xwe meriv dibê qey nivîskar bi zanîn ev kiriye du beş. Ya yekê da doktor bi tenê ye, difikire; lê di beşa duyem da herêkbarî dest pê dike. Tasvîrên pastoral hebûn. Ev jî bi erdnîgarîya nivîskar va girêdayî ye. Sankî xwezaya ku jê hatîye lê bandor kiriye. Tiştê herî pê aciz bûm, doktor bi doktorîya xwe, hevjîna wî jî bi aşpêjiya xwe serbilindbûna wan bû. Îhtîmalek mezin nivîskar wê bibêje tercîha karakteran e. Lê di dawîyê da nivîskar jî mêrek e û bi çavê civakê li karakteran mêzekiriye. Ez ji vê aciz bûm. Herhal niha gotinên min ev in, paşê tiştek bê bîra min ez ê bibêjim. Mala nivîskar ava be bo vê berhema hêja.”Remzîye Oncel mafê axaftinê girt. Di serî da bixêrhatina mêvan û beşdaran kir. Wiha axivî: “Ez jî beşdarê nirxandinên Xecê dibim. Min jî di beşa ewil da gelek zehmet kêşa. Ji ber ku nediherikî. Ya dî jî zimanê nivîskar bi min giran tê. Ez ji herêma Mêrdînê me, gelek peyvên nivîskar min qet nebihîstîye û ez fam nakim. Gelek hevokên romanê hene, ez dibêm qey ez ji dayîka xwe ya ku bes bi kurdî dizane, ra bixwînim ew ê tiştek jê fam neke. Ev hêla nivîskar a ku dixwaze peyvan bide nasîn, bi zanîn dixe nav romanê. Ev jî hela wî ya serkeftî ye. Beşa yekê heta 150 rûpelî ji min ra zehmet bû. Lê beşa duyem herêkbar bû. Min bi hêsanî xwend. Karakterê sereke doktor xwedî jîyanek ne tekûz bû. Wî û hevjîna xwe li hev nedikir. Di rûpela 27an da doktor dibêje ne min ti xêr ji hevjîna xwe dît ne jî wê ji min dît. Gazindên karakter di vê rûpelê da gelek hene. Bavê xwe wek modelek serkeftî di jîyana bi dîya xwe ra dibine û dibêje ez fam nakim ew çawa karin piştî ew qas zehmetîyên jîyanê dîsa li hev bin. Bi piranî jîyana mêr û jinan kiriye mijar. Ji bavê xwe ra şêrgele û ji dîya xwe ra jî mexlesa sergerm bi kar anîye. Her nivîskar li gor xwezaya ku tê ra derbas dibe hin tiştan dihone/disêwirîne. Serborî jî di romanê da ez dibêm qey hinek hebûn. Karakterê doktor ji sêwîxaneyê dere çîya, li wir birîndaran derman dike. Jixwe roman wek xeyal dixûyê. Demek dirêj, di cihek wek dehlê da asê dimîne û xwe bi xwe difikire. Navê romanê jî balkêş e. Dema digirî dest xwe meraqek çêdibe bi meriv ra. Min nizanî ku kotra bi maneya hêlînê ye. Di dawîya romanê da pênaseya “kurdbûnê” balkêş e. Ew bi jina birîndar ra vedigere bajarê xwe. Li wirê zarokek sêwîxaneyê bo kuştina doktor hatîye teşwîqkirin. Lê zarok di dawîyê da fam dike ku doktor kesek baş e, karê kuştinê pêk nayîne. Piştî vê rewşê ew jin, doktor û zarok dibin wek malbatek, bi hev ra jîyanek ava dikin. Ew qas dibêjim. Mala nivîskarê me ava be ku romanek wiha hêja li edebiyata kurdî zêde kiriye.” Moderator, ji Seyîdxan Anter pirsî, gelo roman xwendîye an na? Ji ber ku li derveyê welat dijî. Wî jî got derfeta min a xwendinê çênebû. Lê min meraq kir. Ez Omer Dilsoz wek helbestvan, bi pirtûka wî ya bi navê “Bila Gotineke Min û Te jî hebe” dinasim. Min xwest bi guhdarîya we hêla wî ya romannûsîyê binasim. Dîsa jî ku pirsek di serê min da çêbe, ez ê di dawîyê da bipirsim.Seyhan mamoste mafê axaftinê girt. “Merheba ji we ra, Kek Omer tu jî bi xêr hatî. Bi rastî min gotûbêjek dirêj bi Kek Omer ra li ser romanê kiribû. Hinek tecrubeya min li ser romanê heye. Gelek pirsên min bersivandibû. Niha ez ê çend pirs û nirxandinên xwe bînim zimên. Wek hevalan jî anî zimên, karakterê romanê, doktor bi awayek monologî tiştên binheşê xwe vediguhêze xwendevanan. Rol model jî bavê wî ye. Têkiliya bav û dîya xwe tîne zimên. Ev têkilî bandor li ser zewaca karakter kiriye. Jinan li ser dîya xwe, mêran jî li ser bavê xwe nirxandiye. Bi rastî em çi qasî xwe jê dûr jî bidin, têkiliya dê û bavê bi piranî bandor li ser zarokan dike. Nivîskarê me jî vê bandorê bi karakter daye xuyakirin. Romanê, di cihek da mijara kurdbûnê bi xweşbêjiyek girtîye dest, lê bi piranî mijara romanê têkiliyên di navbera jin û mêran da ye. Di vê mijarê da alîyên erênî û neyînî hene. Carna tu dibêjî gelo bi çavê mêrek dixwaze şîretan li me bike, carna jî meriv vegotina rastîya civatê dibine. Pirtûk di nava xwe da bûye du beş, li alîyekî têkiliya mêr û jinê heye, li alîyê din jî şerê kurdan ê çil salî heye. Yanî ji devê doktor her tişt derdikeve. Ya din tiştê ku ji min ra bûbû meraq ez niha dixwazim bipirsim. Ez dixwazim kargoyê bipirsim. Her tim behsa kargoyek ku dê were girtin heye. Her xwendevan li gora xwe vê şîrove dike. Min di serî da wek peyamek sîyasî fam kir. Di dawî da doktor diçe, lê hê jî behsa kargo heye. Dibe ku ez çewt bim. Ez nizanim çi wate lê hatîye barkirin. Ez dixwazim ku ev wek pirsa min ji nivîskar be. Ya din jî navê karakteran tune ye. Mesela bo jina xwe dibêje jina nikdil min, ji ya li çîya ra dibêje jinika porgijik. Heval û aqilmendê wî jî Rîşo ye. Her tim doktor bi wî dişêwire. Yanî van tiştan hemû di bin heşê doktor da ne. Wek hevala got xwendina romanên Omer Dilsoz giran in. Lê vê carê ferhengokek jî li dawîya romanê danîye. Dikare bibêje vaye min fergok jî amade kir, êdî hûn çi dixwazin. Min di serî da gotibû, jixwe min û nivîskar gelek sihbet li ser romanê kiribû. Bila axaftina min jî ew qas be. Mala nivîskar û mamoste Ahmed KANÎ jî ava be bo ku bernameyê bi rê ve dibe.”Ahmed KANÎ, ya te avatir mamoste Seyhan. Di gotûbêja me ya vê carê da hema bêje ji xeynê min, nivîskar û Husên mêr tüne ne. Du-sê mêvanên mêr wek Amed Çeko Jîyan, Lawkê Xerzî û Seyîdxan Anter ew jî naaxivin, ka bila mamoste Husên biaxive, ji bo ku em dengê mêrek jî di komê da bibihîzin. Kerem ke Mamoste Husên. “Ez ji nivîskar û hevalan ra dibêjim hûn bi xêr hatine. Ev bû çend meh e ez ji ber hin karên xwe yên taybet ne di nava we da bûm. Lê baş bû ku ez bi dora nivîskarê me yê ku ez jê hez dikim vegerîyam nava komê. Ev ji bo min tesadufek xweş bû. Min vê romanê sê-çar meh berê xwendibû. Lêbelê min hinek ji bîr kiribû. Ez duh êvarê hinek lê hûr bûm, bi du rûpel, sê rûpel ser hev ra qebaz da û nîşe girt. Jixwe hûn dizanin ku ez her gav kurt dibirim. Romanek psikolojik bû, lê bi tarzeke din mamoste derxistibû pêş. Hemû tişt di hundirê karakter da ne. Xuyaye nivîskarê me gelek lêkolîn kiriye. Psîkolojîyek navxweyî bû, lê sanki ji çar alîyan sûd girtibû, ev jî dibe ku tarzek dinê be. Karakter lihevketî bûn, lê dîsa jî dihat fam kirin. Sankî karakter afirandin jî nivîskar dabû destê doktor, wek doktor bi xwe karakteran diafirand. Ev jî zanebûneke xweş bû. Doktor bi xêra çîrokên xwe û hundirê mejîyê xwe karakteran diafirand. Doktor ji zaroktîyê heta wê gavê hemû tiştên xwe vedigot. Mekan jî baş hatibû nişandan. Sankî mekan di hundirê mekan da dabû nişandan. Tiştekî din, doktor bi xwe nexweş bû. Lê nizanim nexweşîna wî ji tirsa jina wî bû an na. Nizanim wî ji jina xwe şik dikir an jina wî ji wî şik dikir. Meriv tê dernedixist, yanî nexweşekî wisa bû. Nivîskar navê 4Kotra 4Çela lê kiribû. Lê li ser du alîyan diçû, wek başî û xerabî, şik û bawerî, mêr û jin û hwd. Nizanim çima çar. Dîsa ji hela ziman va jî nivîskar bi du alî xwe gihandibû xwîner, hin jê pir hêsan bû, meriv xweş fam dikir, hin jî giran bû. Peyvên pir dewlemend û zehmet hebûn. Peyamên sergirtî hebûn. Dema min xwend dengê xwe tomar kir. Hevok hestîyar û şairane bûn. Ev jî hunerek xurt e. Hûn jî mamoste Omer jî dizanin ku ez ji tarzê romana psikolojik hez nakim lê bi xêra vê hunerê min bi kêfxweşî xwend. Mala mamoste Omer ava be û ew qas mamoste Ahmed.” Mamoste Sevgul mafê axaftinê girt. “Ez jî bixêrhatina Mamoste Omer dikim. Bi rastî ev roman jî wek Gêjevank meriv gêj dike. Di rûpela 22yan da nivîskar dibêje pirsên min ji tirsên min zêdetir bûn. Yanî bi tiştekî gelek xweş dest pê dike. Bi rastî jî dema li navê karakterê wî û bi kirinên wan dinêrî hev temam dikin, wek Rîşo û jinika Porgijik… Bi navê Rîşo nivîskar mejîyê xwe yê ne zelal vedibêje. Mejî ne zelal e. Di bin mejî da êş heye. Di bin mejî da weka îdolekî bav heye, xurtîya dê heye. Yanî bavê xwe ji xwe ra dike îdol, mixabin lewazîya bav heye. Êşekî giran di nav mejîyê karakter da diafirîne. Dibêje çima, yanî di nav mejîyê xwe da tengijîyaye, dibêje ez bi kîjan zimanî dia bikim. Pir xwestîye ku xwezî, îdol û derdê xwe bi xwîneran ra parve bike. Tiştekî ku bala min kişand, çîroka qertel bû. Dibêje, piştî çil salan ew ê dîsa nikulê xwe tûj bike, baskê xwe biweşîne, xwe nû bike. Gelo em bû çil sal e, xwe li erdê dixin, tiştek bi ser naxin. Nivîskar xwestîye bi vê çi ji me ra bibêje? Yanî em çawa xwe nû bikin. Bi min ev peyamek balkêş bû. Peyamek li ser mirîşkan hebû. Bi van peyamên li ser ajelan xwestîye bala merivan bikişîne. Bi karaktera doktor hinek xwestîye qala şoreşgeran bike û hinek jî qala mejîyê xwe bike. Yanî bi rêya doktor xwestîye êşên xwe bibêje. Ger em nexweş bin kî dê me baş bike, helbet doktor. Nivîskar dixwaze bibêje ku em nexweş in lê em jî wek qertel karin xwe nû bikin, piştî çil salan bi ser bikevin. Bi qasî ku min fam kir karakterê doktor nivîskar bi xwe ye. Dibe ku ez xelet bim lê min wisa fam kir. Yanî nivîskar diqîre, dibêje êdî bes e. Pirî ku êşa jinê giran e, dema pênase dike nikare bi nav bike, dibêje jinika porgijik. Hin caran jinê radikir, dibir ber perê ezmanan, hin caran jî jinê dixist bin erdê. Te digot, gelo dixwaze çi bibêje? Yanî jin her dem mêra li ser destê xwe didin lîstin. Pisporê her awayî ne. Jin her tim karin bi rêyek din mêra ji heş bibin. Ji çar pênc alîyê jinan ve, wan pênase kiribû. Bi min pirtûk ne 260, ku rasterast bihata nivîsîn belbî 120 rûpel bûna. Yanî tê da gelek dubare hebûn. Dem dîyar bû. Çimkî qala facebookê dihate kirin. Peyamên ser telefona mobaylê û hwd. Yanî dem dema niha ye. Lê bi awayê dema borî hatibû nivîsîn. Mijara dîn jî hinek vegotîye. Wek sergirtina jinê û hinek tiştên din wek bikaranîna dîn bo berjewendîyên takekesî… Dema karakter dikeve tengasîyê hawara xwe digihîne Şêxê Geylanî. Yanî di nava dubendîyê da çûye, hatîye. Di rûpela 98an da tiştek wek nizanim çima xewî zû avêt dilê min hebû. Bi qasî dizanim, xew nakeve dilê meriv, dikeve çavê meriv. Ev wek pirsek, gelo xeletî heye an na? Min sê romanên nivîskar (Ez û Min, Gêjevang û ev) xwend, bi min ya herî têr û tije Gêjevang bû. Ev hinek cihan da dixitime, meriv têr nake. Pirî ku dubare hebû, lê hin cihan da gelek peyam hebûn, herêkbar bû. Nivîskarê me gelek berhemdar e. Lê divê hinek li ser jîyana doktor kûr bibûna ku bi qasî 100-120 rûpel bes bû. Dubarekirina tiştên rojane bikêrhatî nebûn. Xwezî hêla şoreşgerî û xwezayê bêtir derxista pêş. Jixwe bi rûpela herî dawî ya ku li ser bergê dawî cih girtîye her tiştî vekirî gotîye. Min romanê di çar rojan da xwend. Min xwest ez heta dawîyê bixwînim bo ku nirxandinên min di cih da bin. Ez ji nivîskar ra dibêjim, mala wî ava ku ev berhema hêja li wêjeya kurdî zêde kiriye. Mala we hemûyan ava be ku we guhdarîya min kir.”Beşa duyem heye (Nirxandin didome)Kaynak: Romanên Kurdî yên Psîkolojîk Bala Xwendevanan dikişînin - Rojnameya Kurdistan[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 460 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://www.rojnameyakurdistan.com/- 08-05-2023
Länkade objekt: 5
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-08-2021 (3 År)
Bok: Novel
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 08-05-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 08-05-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 08-05-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 460 gånger
Attached files - Version
Typ Version Editor Namn
Foto fil 1.0.135 KB 08-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Dokument
Tog ställning mot hedersvåld i förorten – nu utesluts Amineh Kakabaveh ur Vänsterpartiet
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Tog ställning mot hedersvåld i förorten – nu utesluts Amineh Kakabaveh ur Vänsterpartiet
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 526,838
Bilder 106,612
Böcker 19,803
Relaterade filer 99,762
Video 1,452
Språk
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Grupp
Svenska
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Biografi 
5
Publikationer 
3
Kvinnors problem 
3
Dokument 
2
Partier och Organisationer 
1
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Folders
Artiklar - Provins - West Kurdistan Bibliotek - Provins - Utanför Artiklar - Provins - Sweden Bibliotek - Dokumenttyp - Språk Artiklar - Dokumenttyp - Språk Bibliotek - Dokumenttyp - Översättning Bibliotek - Bok - Historia Bibliotek - Bok - Dictionary Bibliotek - Bok - Memoir Artiklar - Bok - Barn

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.578 sekund(er)!