=KTML_Bold=KURTENÊRÎNEK LI SER ŞANOYÊ=KTML_End=
Amadekirin: =KTML_Underline=Evîn Teyfûr=KTML_End=
Naverok:
1-Şano û Dîroka wê
-Destpêkirina şanoyê
-Dîlan û Şano
-Şanoya Yunanî
-Şêwazên Şanoyê
-Şanoya Kurdan
2- kurtedîroka Şanoya Kurdî
3- Nimûneyeke Şanoya ya ''Gurî''.
ŞANO Û DÎROKA WÊ
Pênaseya şanoyê:
Awayê derbirînê yê herî kevinar e. Şîn, şahî, lîstik, perwerde, ayîn, çerxa felekê, têkiliyên bi xwezayê re, hêvî, tirs û gelek tiştên din diderbirîne. Ev tev bingeh û jêderên şanoyê ne di heman demê de mijarên wê ne jî. Di destpêka dîrokê de û beriya ku zimanê axaftin xweșik were rûniștin, şano mirov gelekî kișand, da ku karibe xwe îfade bike.
Pêșiyê dest pê kir bi qîrîn, nalîn û axînan. Piștre jî ken çêbû lê dema ku xwest çîroka xwe û bûyerên ku pê re çêbûne bîne ziman, ew gotinên hindik nema têrê bikin û li çareyekê geriya.
Cara pênșîn dîlan li pêșiya xwe dît, dest bi dîlanê kir, bi lingên xwe kir terpeterp û bi destên xwe jî li çepikan dan.
Destpêkirina șanoyê
Di baweriya me de û di ya gelek kesên ku li ser vê mijarê nîvisandine de jî. Dîlan hêrs, kêf, serkeftin û gelek tiștên din tîne ziman.
Dema ku însan hêrs dibû, dema ku hewl dida wek xwezayê hêrsa xwe, bêhna derxîne û mîna ku xwezayê jî hêrsa xwe bi bahoz û lehiyan derdixist, wî jî hêrsa xwe bi dîlaneke ne dûrî bahozê derixist. Yanî ji liva canê xwe, heta bi rûdêmên rûyê xwe, heta bi terpeterpa ling û destên xwe, heta carinan jî bi boyaxa ku di rûyê xwe dida, dîlanek dikir û hewl dida ku bêje ez jî wek xwezayê hêrs bûme û ez ê a niha wek wê hêrsa xwe di serê govend û dîlanekê re derxînim.
Dîlan û șano
Dibêjin, dema ku karê mirov ê rojane, yan jî karê ku ji bo berdewamiya jiyana mirovan girîng be, wê çaxê rengek ji rengên șanoyê derdikeve.
Ango xwarin, vexawrin, dermankirin ne tê de, gelek tiștên din jî dibin rengek ji rengên drama û șanoyê. Heta kinclixwekirin (ji bilî kincên li dijî serma û germê) ew jî șanogeriyek tê de heye, yanî gava tu ji bo her civakekê kincên wê li xwe bikî û gava tu ji bo her kulturekê kincên wê li xwe bikî, ew dibe rengek ji rengên șanoyê.
Hinek rengên dîlanê hene dikarin wekî șano werin binavkirin. Ew dîlana ku hemû dîlanvan ne wek hev dilîstin dikaribû bibûya şano, ji bo pêşxistina şanoyê û cudakirina wê ji dîlan û govendê.
Carnan jê hinek dixwestin dua û lava ji xwedawendên xwe bikin ku wan biparêzin û govendeke watedar digerandin, hinekan jî rola xwedawendan dilîst û hinekan jî rola mirovan dilîst û carinan jî rola lawiran dihat lîstin.
Carinan jê jî xwarin kêm dibû û êlê lavaya xwarinê ji xwedawendên xwe dikir, xwe dikirin mina gamêşan û dîlan bi mask û muzîk û dengê gemêşan re dihat lîstin, ji ber wê jî ew dibû rengek ji rengên şanoyê.
(Nimûneya ku heta demeke nêzîk û ji vê dîlanê mabû, dema goşt kêm dibû li ba hindiyên cermsor, dîlana gamêş weredihat lîstin)
Çi lê zêdê kir û çima?
Pêșiyê însan newêrêbû ku rû bi rû bi xwedawendên xwe re biaxive û ji ber wê jî mask peyda kirin, ew jî wê çaxê piraniyn wan ji çermê heywanan bûn an jî serê heywanan bi xwe bû. Li xwe kirin û dîlana xwe berdewam kirin û șanoger dibêjin wê çaxê rengê herî kevn û bastî ji șanoyê hatiya dinyayê. Piștre muzîk jî derket, yanî muzîka def û bilûran (amûrên ku ji sirûștê çêdibûn) rabû înasane ew jî tevlî dîlana xwe kirin. Îcar karibû bi dîlan, mask û dengê daholan bêtir cengên xwe bîne ziman.
Şanoya yûnanî
Divê li vir em rawestin û bibêjin ku Yekemîn şanoya cîhanê ku gihîştiyê me a ku hemû bingehên şanoyê tê de hebûn, ew jî şanoya yûnanî ye.
Dema em behsa şanoyê bikin divê em hinekî_heger bi kurtasî be jî behsa şanoya yûnanî bikin, ji ber ku ew diya şanoya cîhanê ye.
Nizanim ne sensê wan tenê maye û gihêştiye destê me û heta tekstê wê jî ew tenê hebûn. Lê dibe ku hinek şano li deverên din jî li dinyayê hebin. Û dibe ku ew tişt di demên pêş de zelal bibin.
Kevintirîn şano hatiye naskirin wekî şano di dinyayê de şanoya yûnaniyan e, yanî ya welatê yûnaniyan e, yanî ya welatê yûnanistanê, yan jî miletê grekî. Li gor ku dîrok dibêje, ew peydabûna şanoyê jî girêdayî mîtolojiya wan bû, yanî hebûna xwedawendê xêrê (Dionisos) hişt ku ew tişt peyda bibin. Li ba wan du festîvalên mezin hebûn, yek jê di dawiya havînê de bû, yanî dema ku tirî dihat çinîn, mey çêdibû û milet kêfxweş dibû. Festîvalek bi kêf û şahî çêdibû û li dû wê kêf û şahiya wan komedya peyda bû. Festîvala wan a din jî di dawiya zivistanê de ye û berî bihar were bi rojekê diduyan, hem meya wan diqediya, hem jî dîmenên rezên hişk û xengînî di nava wan diçand û ji ber wê jî festîvaleke xemgîn li dar diket û li dû wê festival xemgîn trajediya peyda bû, wan bi wê trajîkbûna xwe hawara xwe dibirin xwedawendê xêrê da ku dîsa rez û darên wan şîn bike û jixwe piştî wê festival, bihar dihat û rez dîsa şîn dibû.
Lîstikvanî di destpêkê de rengekî gelekî hêsan bû, yanî tenê dua bûn, hinek stran jî hebûn, pê li ber xwedawendan digeriyan û lava jê dikirin ku dîsa xwedî li wan derkeve. Pişt re vokal an jî kewres derketin ser dikê û heta rola xwedawend bi xwe jî dihat lîstin. Di destpêkê de ne diaxifî, lê pişt re axivî û wê axaftina wî senariyo li şanoyê zêde kir. Lîstikvan jî bi mask an jî bi cremê bizin û xezalan bi lingê xwe derdiketin pêşiya milet.
Esxîlyos(Aesçylus) hat, ji BZ.535,an heta sala 456,an jiyana xwe derbas kir, wî yekemîn şanoya helbestî afirandiye û ji ber wê jî ew wekî bavê trajideyayê tê naskirin û bi taybetî jî piştî şanoya bo nave Suppliants. Piştî wê jî Sofoklîs (Sophokles) hat û wî jî guhertinek çêkir û lîstikvanek zêde kir û bêtir lîstikvanî xurt kir, li ser hesabê dîlan û helbestê.Wê çaxê lîstikvanê yekemîn jî derket, Tispîs(Theszpisz) û piştî wan jî YORBÎDES (Euripides) derket û wî jî şanoyên ku nayên jibîrkirin, afirandin.
Hejmareke gelekî mezin ji berheman li dû xwe hiştin û nave xwe bi tîpên zêrîn di dîroka mirovahiyê de dan nivîsandin û qebul kirin.
Şêwazên şanoyê
Piştî rûniştandina şanoyê, êdî mirov dikare dibistanên wê jî bihejimêre. Em ê li vir bi kurtasî dibistanên şanoyê şîrove bikin:
1. şanoya trajedî û dirama Siryoz di vê şanoyê de ya ku bi eslê xwe yûnanî ye, qehremanê şanoyê dimire û sedem jî yan baweriya zêde ye, bi kesayetiya xwe an jî li dij derketina xwedawenda bû.
2. Şanoya komedî û diramaya reş
3. Şanoya pêlîstokan
Û ji wê hinek rengên cuda hene: pêlîstokên lepik (dset dikevewan de)
a) Pêlîstokên ta
b) pêlîstokên bi daran
c) pêlîstokên sînemayê
d) pêlîstokên siyê
4. Şanoya Eksperimental
Ew rengekî gelekî bi ceger e, ji nrengên şanoyê, li ser ceribandin û hewildanan ava bûye. Li dijî fikirên paşverû derdikeve.
5. şanoya muzîkai
Û di nava eê de du reng hene: Opera û Operêt
6. Balê û dansa modern
7. Şanoya çînê, ew jî nêzîkî operayê ye, muzîk û dîlan tê de heye, lê ji rengên cuda, çîniyan ji xwe re 360 rengên şanoyê û ya pêlîstokan, piraniya wan ji şanoya siyê û ya pêlîstokan (bûkik) pêk tê.
Şanoya kurdan
Şanoya duh di nav çalakiyên cîvakî û hunerî de cihekî girîng digirt, îro jî ji bo kurdan şano mijar û hunereke girîng e. Wan jî li gor jiyan û têkiliyên xwe awayên seretayî yên şanoyê afirandine, weke kalikê sersalê, bûka baranê, kosegelî û gelek lîstikên din ên dema xebat û şahiyan ên bi vî rengî. Şanoya kurdî ya nûjen wek rewşnbîriya Kurd ya giştî dereng maye. Memê Alan, Koçekê Derewîn, Dayîka niştiman, Birîna reş mînakên pêşîn ên şanoya kurdî ne, di heman demê de hewildanên rewşwnbîrî û perwerdekirina civakê ne. Dibe ku îro hinek kes pozbilindiyê ji xwe zêdetir bikin û vana neecbînin û bixwazin wek tiştên ji rêzê pêşkêş bikin. Lê bi baweriya me ev mînak hewildanên giranbuha û pir hêja ne. Em bi vê mîratê gihîştin îro. Em kesên ku ji bo șanoya kurdî ked dane û xwêdana xwe rêtine (bi taybetî pêșengên vî karî Evdirehîm Rehmî Zapsû, Erebê șemo, nivîskarê Dayîka Niștiman,Apê Mûsa û kedkarên wek Arsên Poladov û peyrewên wan ) bi rêzdarî bi bîr tînin, ji ber ku ew hêjayî bîranînê ne.
KORTEDÎROKA ŞANOYA KURDÎ
Eger dema ku em qala şanoya kurdî bikin, helbet dive em qala xebat û şanoya kurdên ku li hemû deveran dijîn jî bikin. Lê belê kurdên ku di bin desthilatdariya wan her çar welatan de dijîn gelek ji wan û li wir dijîn. (Her çiqas Başûr ji îraqê rizgar bûbe jî hê li wir jî pêşveçûnek li ser şanoyê nehatiye.) Gelek ji wan çûne li welatên qefqas û Rûsyayê dijîn. Geiek ji wan bi giranî çûne welatê Ewrûpayê û welatên din dijîn.Ev rewşa koçkirinê, ji hevdûrxistinê, perçbûnê ji aliyê pêşketin û birêxistinbûna çand û hunerê bi taybetî jî li ser şanoyê bandorek neyînî kiriye.
Bi kurtasî em xwedî pêşerojeke (rabirdû) şanoyê a bi rêxistinî û sazîbûn nîn in.Ên heyî dem bi dem û li gorî rewşa wê demê bi lîstik û hin xebatan pêk hatine.Di pêşerojê de rewşeke derdewamî û mayînde pêk nehatiye. Lê dewlemendiya çanda kurdan her daîm ji bohebûna şanoya kurdî xwe nîşan daye. Li ser vê rewêa neyînî ne şano bi pêş ket û ne jî em ji tiştên heyî yan jî tiştên hatine çêkirin, haydar bûne. Tiştên ku hatine çêkirin jî ji wan ne nivîs, foto, ne video, yan jî em bibêjin belge li ber destê me tune ne. Lê ji yên heyî jî teqez dive em bi xebateke lêkolînî xwe bigihînin wan û berhev bikin. Ji ber van hemû sideman ez jî dikarim şanoya ku li bakur hatiye çêkirin vebêjim.
Teksta kevintirîn a ku em pê dizanin a ku ji aliyê Abdurahman Rehmî (Zapsû) ve hatiye nivîsîn e. Kurtelîstikeke ji du beşan pêk tê ye, nave lîstikê Memê Alan e, li ser tekstê hevokeke wisa dinivîse Tiyatroya kurdan fazîleta kurdan noşî didît. Ji çar lîstikvanan pêk tê. Memê Alan, Lewend Lewmnd (hevalê Memo, xulamê mîr), çavreş (dayîka Memo) û Xezal (jina memo). Ev tekst di sala 1919 an de di kovara Jînê de hatiye weşandin. Ji ber wateya Jînê de hatiye weşandin. Ji ber wateya wê ya kevintirîn û teksteke wek destpêk û dîrokî bû û me li ser navê Teara Jiyana nû di sala 2001`ê de pêşkêş kir. Derhêneriya vê lîstikê jî bû nesîbê min. Bi kurtasî dixwazim qala naveroka vê tekstê bikim. Beriya destpêka şerekî ye, Memo pê dihese ku wê şerekî mezin derkeve û bihîstiye ku mire Hekariyan wê gazî hemû mêran bike. Ew jî destûrê ji diya xwe dixwaze, diya wî destûrê didê. Heman fikir û nêrîn ev e; divê jib o îslamiyet û kurdayetiyê emê welatê xwe ji filehan biparêzin, ev ferz e jib o me, siltan Silahdîn şurê xwe kêşaye, li pêşiya temamê dinyayê disekine û Qudsa Şerîf diparêze, Memo hefteyek e zewiciye, jina Memo Xezal digirî, bi çûyîna memo ya şer ne razî ye. Dibîje; ez jî bi te re werim şer. Memo dibêje; divê ez herim, rizgariya îslamiyetê û welêt berî her tiştî tê. Di şerê wiha de şerme jin li gel me bin. Hem jî dayîka min bi tenê ye. Tu dê çawa bihêlî?Memo diçe şer, piştî salekê vedigere malê, diya Memo ne li mal e. Memo wek mêvanekî li derî dixe, Xezal derî vedike lê rûyê mêvanperweriyê xwe nîşan dide, piştî demekê mêvan yanî Memo ji Xezalê dipirse; hûn keça malê ne yan jî bûka malê? Xezal hûn mêvan neban, miqabilê vê suala te lazim tat ez bi çekan cewab bidim. Hindê qeder heye tu mêvanî, qederê mêvaniyê ser me wacib e û çu kurdan di mala xwe de deng mêhvana nekiriye û daîma kurmanca di riya mêhvanê xwe de can daye.Dijminê kurmanca bibite mêhvan dîsa qebûl dikin û qedrî digirin û xizmetê bo dikin. Mêvan (Memo) rûyê xwe vedike. Xezala min!Sed aferîn bo îsmeta te! Ez fexrê bi te dikim! Te ez nenasîm ez Memo me! Şîrê te xwarît li te helal bit. Çavreş yanî dayîka tê malê di nava livînê de bûka xwe û merivekî dibîne. Diçe rimê tîne û li sînga wî kesî dide. Xezal: (Ji çavreşê re dibêje) Weeeeeey te çavê xwe kor kir. Çavreş pê dihese ku li kurê xwe xistiye. Xezal û Çavreş bi hev re; Herê Memo, Memê Ebasî! Birîndaro Memo, dayê kor bit, nenasî!,
JI xeynî bakur lîstika bi nav û deng û watedar jî ev e. Dixwaim wê jî bi nav bikim. Ew jî Dayîka Niştîman e. Weke ku tê zanîn di sala 1946,an de li ser damezrandina Komara Mahabadê û bi şêwazeke operat hatiye lîstin.
Dîsa lîstika (Birîna Reş )a ku ji aliyê Apê Mûsa ve di sala 1959,an de hatiye nivîsîn heye. Weke pirtûk jî ev hatiye weşandin. Û apê Mûsa wiha dibêje ; li Rijhilat birînên reş zêda ne, nexweşiya zirav, trahom, cuzam û weke dayîka van nexweşiyan hemûyan jî ne zanî û xizanî....,
Û hin xebatên ku mamoste Cemîl qal dikir, li Stenbolê disala 1985,an de kurtelîstekên bi navê Axa Sor, Dîlana Şer, û Hecî Emer, bi awayekî şanoya odeyan bi şêwaza şanoya gel a şoreşgerî ya ajîtprop li odeyên malê taxan pêşkêş kirine.
Disala 1990î de jî li Komeleya KAYADER ê di bin navê şanoya Evîna welat de me lîstika bi navê Revandî, pêşkêşî gel kir. Lê belê esas berdewamiya şanoya kurdî ya bi rêxistnbûna li Stenbolê di sala 1991ê de bi vebûna Navenda Çanda Mezopotamiyayê dest pê kir. Şanoya NÇM,ê BI NAVê Jiyana Nû heta îro gelek kurtelîstik û lîstikan ev in; Mirin û Jiyan , Deweya Generalê Teneke, Ta Sê Ewrên Dûr, Rojbaş, Komara Dînan (Şermola). Bayê Elegezê û bi dehan lîstikên din pêşkêş kirine.
Ji sala 1992,an şûnde hin şaxên NÇM”ê jî vebûn. Girêdayî wê, komên şanoyê jî hatin damezirandin. Girêdayî şaxa NÇM,ê ya Îzmîrê şanoya Hêvî jî lîstikên weke Sîmûrg û Ronahî, Gurî, Hêvî û hwd. Pêşkêş kir.
Şanoya şaxa Edeneyê Teatra yekbûn, şanoya şaxa Amedê Dengê Gel,şanoya şaxa Mêrsînê Teatra Arzeba gelek lîstik pêşkêş kirin.piştî sala 2000,î li Stenbolê şanoya Seyr_î Mesel lîstikên kurmancî û kirmanckî pêşkêş dike.piştî sala 2004,an jî koma şanoyê ya Şaredariya Bajarê mezin a Amedê ligel lîstekên kurdî kir . Û dîsa li Stenbolê şanoya Avesta, şanoya Destar-Theatre, li Êlihê şanoya navenda Çanda Biharê lîstikên kurdî pêşkêş dikin. Herwiha li hin navendên çandê û li hin komeleyên lîstikên kurdî tên amadekirin.
Ligel van van navên me li jor jimartine jî gelek kes û komên ku me qala wan nekirine jî hene.
Bi kinasî em dikerin bibêjin ku êdî li Bakur karê şanoyê bi awayekî berfirehtir û her ku diçe profesyoneltir tê kirin û di demên pêş de dê zêdetir deng bide.
ÇAVKANİYA LÊKOLÎNÊ:
1-Pirtûka Wêjeya Kurdî/2 Ya Peymangeha Ş.Viyan Amara li Efrînê.
2- Hunera axaftina xweş û nivîsandina rind (Ayhan Meretowar)
3-Pirtûka Edebiyata Kurdî, Nezîr Ocek[1]