Navê pirtûkê: Pêjna Baranê
Navê nivîskar: #Kamran Simo Hedilî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: J&J Yayın
Sala çapê: 2017
Kamran Simo Hedilî bi romana xwe ya Pejna Barane berê xwîneran dide rabirduya Zîro yan jî Serdar. Her çi qas roman serpêhatiya mirovekî bixwiyê jî di heman demê de behsa aliyên balkês ên serdemeke gelek girîng dike. Ku hê jî ev serdem bi awayê xwe yê herî dijwar tê jiyan. Têkosîn, evînî, dildarî, hevalbendî... Yanî jiyan bi xwe hatiye pênasekirin bi zimanekî helbestî...
Tipetipa peskên baranê yên li camê diketin mina dengê tiliyên Biharê yên dema zarokiyê ku gazî leyîstikê dikir, hat guhên wî. Bi kelecana zarokî serê xwe bi aliyên pêjna baranê jê hatî ve zîvirand. Li peskên barana ku xwe li camê didan nêrî. Awirên wî li ser peskên barana ku hûrik hûrik li cama pencera jûra wî diketin û bi aramî li ser camê disemitîn bi ken sekinîn.[1]
Obs: PDF-fil för den här boken är inte tillgänglig , snälla hjälp Kurdipedia att få denna fil ! Skicka bok Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 347 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !