Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,071
Bilder 106,674
Böcker 19,296
Relaterade filer 97,290
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Mîrên Kurd ên Donbolî di serdema desthilata paşayên Hewşar û Zend da
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîrên Kurd ên Donbolî di serdema desthilata paşayên Hewşar û Zend da

Mîrên Kurd ên Donbolî di serdema desthilata paşayên Hewşar û Zend da
=KTML_Bold=Mîrên Kurd ên Donbolî di serdema desthilata paşayên Hewşar û Zend da=KTML_End=

Piştî dawîhatina desthilata Sefewiyan zincîreyên paşatiya Efşariyan ku bixwe ji Tirkmenên Efşar in û ji Qizilbaşane û alîkarên desthilata Sefewî bûn hatine ser desthilatê û Nadir Qulî Efşar dibe yekem damezrênerê desthilata Efşar û bi şêwiriya Kurdên Hewşar ku ji#Xorasan# ê destpê dikin û nifşê Sefewiyan ji nav dibin.
Nadir Şah piştî ku pirsgirêka wan wîlayetên ku di dema Sefewiyan de ji dest çûne çareser dike, ku hin ji wan ketibûn bin destê Osmaniyan li Rojava an jî ketibûne bin destê Gewrîkanî li Hindistanê û dibe şahê Îranê û bo dema 30 salan Hewşarî desthilata Îranê digrin destê xwe û piştre Kerîm Xan Zend desthilata Hewşariyan di dîrokê de wenda dike, piştî şerê li gel wan kesên ku behsa serweriya Îranê dikin, derfet jêre çêdibe ku desthilata xwe ava bike û Zendî bo dema 30 salan dibin xwediyê hukim û desthilata Îranê.
Lê di nava wan 60 salan de navê Donboliyan ji berê mezintir dibe û gelek bi başî geşe dikin. Desthilata Donboliyan di vê serdemê gelek baştir û rêkûpêk bûye, em dikarin bêjin weke nîv paşatiyekê di navçeyên di bin destê xwe de hatine naskirin û navê wan hebûye. Her ji ber desthilata wan di seranserê Îranê de weke hêzeke ku bandoreke mezin heye hesab ji wan re hatiye kirin.
Nadir Şah ê Hewşarê piştî jêbirina paşmayên desthilata Osmaniyan li Azerbaycanê, careke din Murteza Qulî Xan Donbolî Kurê Şabaz Xan Gurîn ku me behsa wî kir, weke desthilatdarê navçeyên xwe hilbijart û rûmeta mîrîtiyê bo wî vegerand. Heta wê asta ku Murteza Qulî Beg di cejna tacguzariya Nadir Şah de di sala 1148 a hîcrî de ku dike 1735 a miladî beşdar dibe û di şerê Kafkasê de fermandarê beşeke mezin a leşkerî Nadir Şah bû.
Sînorî Desthilata Nadir Şah Efşar
Li gorî Kazim Merwî ku dîroknivîsê dîwanxaneya Nadir Şah bû, Murteza Qulî Beg di rêza mîr û xanên mezin ên desthilata Hewşar de bû, lê ew peywendî ewqas bihêz namîne, sedema wê jî ev e ku Nadir Şah daxwaza baceke zêde ji Donboliyan dike û Murteza Qulî beg dijî wî derdikeve nameyekê bo dewleta Osmaniyan dişîne û xelkê navçeya Donbolî dest bi şoreşeke nû dijî desthilata Nadir Şah dikin.
Her çiqas Murteza Qulî Beg xwe diparêze ku bi leşkerê desthilata Hewşariyan re şer neke, lê tevî piştevaniya Osmaniyan di şer de tê kuştin. Tevî ku dîroknivîsê bi eslê xwe Donbolî ku me berî niha behsa wî kir, Ebdulrezaq Beg ê bapîrê wî wate Murteza Qulî Beg, li ser fermana Nadir Şah diçe Xorasanê û Nadir li wir li gorî yasayên xwe yên takekesî fermana kuştina wî dide. Tevî ku nerîna Ebdulrezaq li gorî reftara tund a Nadir Şah de hev digre,lê her çawa be Murteza Qulî Beg di encama şoreşa Donboliyan de tê kuştin û Nadir Şah ji wî karî xwe poşman dibe û ji nû ve Şabaz Xan Donbolî ku bapîr (Kalik)ê Ebdulrezaq ê dîroknivîs weke mezinî navçeya Donboliyan destnîşan dike.
Şabaz Xan heta dawiya desthilata Hewşar dimîne, Piştî Nadir alîkariya Birayîm Xan biraziyê Nadir dike ku şûna Apê xwe digre. Lê piştî aloziya demdirêj ku piştî mirina Nadir ku di navbera Fethelî Xan ê Hewşar û Azad Xan ê Efxan, Kerîm Xan ê Zend û Heme Hesen Xan Qacar li ser desthilata Îranê derket. Şabaz Xan hin caran piştevaniya Azad Xan û hin caran jî piştevaniya Heme Hesen Xan ê Qacar dikir, tevî wan li hember Kerîm Xan radiweste lê herdem di şer û siyasetê de şikist xwarine û di dawiyê de Kerîm Xan serdikeve.
Kerîm Xan bo bêdengkirina wan malbatên ku daxwaza desthilatê dikirin, yek kesên giring ên wê malbatê weke dîl digirt û Axa Mihemed Xan li Qecer û Şabaz Xan ê Donbolî bi barimte girtiye û ew birine Şîrazê ku wê demê paytexta wî bû. Li gorî hin çavkaniyan ne tenê Şabaz Xan lê du kesên din ên malbata Donboliyan dîl girtine.
Sînorê desthilata Kerîm Xan Zend
Ji aliyê din Kerîm Xan desthilata Xoy û Azerbaycanê dide Necef Qulî Beg ku kesekî xwedî ezmûn bû û her ji serdema Nadir Şah de kesekî karbidest û hêja bû, li gorî belgenameyên dîrokî bo dema 40 salan desthilatdariya navçeyê wîrasî bûye.
Piştî wê desthilata malbata Donboliyan dikeve destê Ehmed Xan Donbolî ku kesê herî navdar ê zincîreya mîrên Donbolî bû û heta niha navê wî di dîroka Xoyê de û hizra xelkê navçeyê de maye.
Ehmed Xan bêhtir ji 50 salan desthilatdarê navçeyê bû, di hevrikiya di navbera Lutfelî Xan Zend û Axa Mihemed Xan Qacar de ku piştî mirina Kerîm Xan bo bidestxistina paşatiyê şer dikin, desthilata Ehmed Xan ji her demê baştir berdewam dibe.
[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 200 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-12-2023
Länkade objekt: 6
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 15-06-2023 (1 År)
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 18-12-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 21-12-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 21-12-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 200 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,071
Bilder 106,674
Böcker 19,296
Relaterade filer 97,290
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.531 sekund(er)!