Navê pirtûkê: DÊRA ZAHFERAN
Navê nivîskar: #Nizamedîn Akkurt#
Cihê çapkirina pirtûkê: Swêd
Navê çapxaneyê: KURDPED
Sala çapê: 2023
Ew ku di bin dara mêwê de dirêjkirî bû, ji nişke ve şiyar bû. Êşa lingê wî ew qas dijwar bû ku êdî nikaribû xwe ragire. Wî destê xwe bi ser devê birîna ku bi paçê şûtikê ji bo seknandina xwînê girê dabû bir û anî. Devê birînê şil bû. Ew di cî de veceniqî û ji ber derbûna xwînê xemgîn bû, terpiniyek ji dilê wî hat, hejandineke mîna qerastinê ji serî heta binî bi laşê wî ve girt û paşê jî ji nişke ve lerz pê ket. Laşê wî wekî hebanê radibû û dadiket. Wî hêz da xwe û bi destê xwe bi çiqlê dara mêwê bigire, lê dîsa jî cirifandina laşê wî nesekinî..
[1]
Obs: PDF-fil för den här boken är inte tillgänglig , snälla hjälp Kurdipedia att få denna fil ! Skicka bok Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 182 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !