Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 518,947
Bilder 106,356
Böcker 19,330
Relaterade filer 97,306
Video 1,399
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (88): Teqîneke xwekuştinî ye terorî û qurbaniyên sivîl
Grupp: Dokument | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (88): Teqîneke xwekuştinî ye terorî û qurbaniyên sivîl… Jiyanbirina (îdamkirina) ciwanekî Kurd li Idlibê, û binpêkirinên berdewam

Rewşa fewdalîzim û serberdayetiyê ya ku, li tevaya herêmên di bin dagîrkeriya Turkiyê de belavkirî, û navnîşana wê “ne aramî û ne hêminî“, bi taybetî jî li Herêma#Efrîn# ê; Berdewamkirina binpêkirin, tewan û pevçûnên xwebixwe yên di nav milîsan de, nakokiyên li ser herêmên bibandor, û parvekirina vêrgî, tiştên dizînê û mal û milkên dest danîne ser, wê tekez dikin. Û nûçeyên rûbirûbûnê ku, ji Cerablûs, Bab û Efrînê tên, fewdalîzim û serberdayetiya heye baş nîşan didin.
Mistefa Hemûd Ce’ifo
Mihemed Henîf Mislim
Fewaz Xelîl Umer
Husên Mehmûd Ebdo
Şiblî Umer Me’imo
Rêzan Cemîl Cefer
Remzî Xelîl Mamo
Ehmed Şêx Dehdo
Li 28.4.2020an, li orta Bajarê Efrînê, li Kolana Reco, li pêş kirînfiroşa (sûka) gelêrî, teqîneke terorî rûda. Di encam de, piraniya /150/ dîkanên sûkê hatin roxandin û kelûpelên wan hatin şewtandin, û ziyanin pir gihîştin /8/ firoşxane û hin mal û dora /10/makînên li ser kolana serekîn. Herweha, li gor berevaniya sivîl, /42/kes hatin kuştin – jê /20/, ji ber ku, termên wan bibûn komir nehatin naskirin -, û /60/ kes jî cûrbecûr şewitîn û birîndar bûn, piraniya wan sivîl in û di nav de jî jin û zarok hebûn. Lê, her /8/qurbaniyên şehîd û wendayî ji nişteciyên Efrînê yên resen ev in: (Fewaz Xelîl Umer /55/sal ji Gundê Qere Tepe – Şera, Husên Mehmûd Ebdo ji Gundê Kurzêlê – Efrîn, Ehmed Şêx Dehdo kurê Cemêl /35/sal ji Gundê Maratê – Efrîn) termên wan hatin dîtin, û (Rêzan Cemîl Cefer/35/sal ji Gundê Dargirê – Mabeta, Remzî Xelîl Mamo/44/sal ji Gundê Soxanekê – Şêrewa, Şiblî Umer Me’imo/50/sal ji Gundê Kurzêlê – Bilbil, Mistefa Hemûd Ce’ifo/51/sal ji Gundê Kurzêlê – Efrîn, Mihemed Henîf Mislim /33/sal) hîn wendayî ne, ne termên wan hatine dîtin, û ne jî di nexwaşxanan de ne.
Şalyariya bergiriya Turkiyê û Hemahengiya (Itîlafa) Sûrî ya Ixwanî û hin alavên ragihandinê yên bi ser (rikberiyê) ve – berî ku, bispêrin xwe û vekolînekê vekin û li şanên tuhmetbûyînê bigerin – , hema lezandin û Yekîneyên Parastina Gel, yan Hêzên Sûriya Demokratîk, bi bûyerê tuhmet kirin, da ku, li ser tewankerên rastîn veşêrin. Di dema ku, hatiye naskirin ku, ” Hêzên Rizgarkirina Efrînê” tenê Artêşa Turkiyê û nandozên wê li herêmê aramanc dikin û sivîlan armanc nakin, û bi awakî fermî piroseyên xwe radighînin. Lê, dema perçevîdiyûya kêlîka teqînê hate dîtin, xuya bû ku, makînak “van” sipî diteqe û paşê yekser makîna sûtemeniyê diteqe û alafa êgir bi du ciyan û li ser du astan radibe, û herdu makîne jî dimeşiyan. Yanê pirose teqîneke xwekuştinî bû, û imzeyên rêxistinên tekfîrî û cîhadîst an milîsên nandoz li ser in. Ên ku, Hikometa Eledalê we Eltenmiyê – Turkiyê, ji destpêka kirîza Sûriyê sala 2011 an ve, serkêşiya wan dike. Û ji alîkî din ve, ger “aliyeke kurdî” li paş ba; Wê Navenda Turkiyê “Avahiya Sera Kevin” a nêzîk ciyê teqînê armanc bikira. Lê, armanca wê karê hovane ew bû ku, ziyaneke pirtir bighîne sivîl û mal û mewalan, da ku, xelkê Efrînê bitirsîne, bi aliyê koçberbûnê ve têve de, û fîtnê di nav pêkhateyên welatê me de (Kurd, Ereb û yên din) gur bike.
Û weke tekezî ji fewdalîzim û serberdayetiya heye re, li siba 28.4.2020an, li ser riya Gundê Turindê li nêzîk Bajarê Efrînê, matoreke dutekerî hate teqandin, û li heman rojê piştî nîvro, li ser riya Gundê Maratê li nêzîk Efrînê dîsa makînak bombekirî hate teqandin, û ziyan tev şênberî bûn.
Bav û apê ciwan”Betal Hesen Hesen” yê /24/salî, ji xelkê Gundê Me’imila – Reco, ji toreyên Rûdaw û Kurdistan24 re xeberdan ku, parêzerê bervedêr ji ber wan ve, li 29.4.2020an, ew agahdar kirin ku, berî deh rojan Heyit Tehrîr Elşam (Nesra berê) -ya ku, berê ji bo serbestberdanê vêrgiyek pir ji wan xwestibû û wan jî nikanîbû bidayê – ciwanê wan tune (îdam) kir. Hêjaye were gotin ku, destlatên Turkiyê yên Parêzgeha Hetayê, ji berî niha bi heft heyvan ew girtin, û li deriya “Bab Elhewa” radestî “Nesra” kirin. Herweha jî berî niha bi şeş salan ew ciwan tevlî malbata xwe – ji ber rewşên ne baş ên li Taxa Şêxmeqsûd a Heleb – berê xwe dabûn Turkiyê. Û hêjaye bi bîr were ku, termê pakrewan” Betal” ta niha radestî xudiyan nebûye.
Berê jî, li 12.12.2019an, “Nesra” li Idlibê, ciwan “Mihemed Bekir Mihemed” neviyê “Husên Bekir” yê /21/ salî, ji Gundê Dumiliya – Reco, piştî ku, ji destlatên Turkiyê radest bir, ew îdam kir. Ev herdu tunekirin, hevrêziya asayî di navbera Hikometa Turkiyê û “Heyit Tehrîr Elşam” ve, bi awakî aşkere xuya dikin, û çawa di îdamkirina xortên Kurd de – bi tuhmetên rengereng û çêkirî – bi mebest û rik in.
Binpêkirinên din…
– Li êvara 25.4.2020an, milîsên “Ehrar Elşerqiyê” êriş ser “Komela Buhar a hawarçûnê”, li hin karmendên wê xistin û qewitandin, hin kelûpelên wê şikandin û dest danîn ser hin din.
– Li şeva 1.5.2020an, giropeke çekdar, li Bajaroka Be’idîna alav û amûrên kanînê ya royê û setelaytê ji dîkana hemwelatî “Elî Reşîd Hespîro” – yên bi buhaya milyonek perê sûrî – û li gel wê jî diraveke pere dizîn.
– Milîsên “Lîwa’i Silêman Şah – Elemşat”, li navenda Navça Şiyê û Gundên (Qermîliq, hersê Çeqela, Alkana, Xelîl, Hec Bilêl û Kaxrê), 15% ji werza çiloyê mêwan ji xwe re dibin, û ji her maleke Kurd ji ên li Şiyê û wan gundan rûdinin, ji /10-15/ hezar pereyên sûrî heyvane distînin.
مزار الشيخ علي بعد تدمير قبته
مزار الشيخ علي قبل تدمير قبته
– Li 24.4.2020an, milîsên “Feyleq Elşam”, perestgeha (zareta) “Şêx Elî” yê Êzdî, li Gundê Basûfanê – Şêrewa, di bin silogana “Elah û Ekber” de roxandin, û berî wê jî kelûpelên zaretê dizîn.
– Li Berbanga 24.4.2020an, milîsin çekdar êriş birin ser mala dilovanber “Rifet Sîdo” ji xelkê Gundê Xaziyana – Mabeta (ya ku li kolana lîstgehê ya orta Bajarê Efrînê dikeve), sê zaro û neviyên wî revandin – tê gotin ku, dibe zêr û pere jî dizîbin – û ta niha çarenûsa wan wendayî ye. Tê zanîn ku, zaroyên dilovanber “Seydo” di bazirganiya şênberên xwarin û paqijiyê de kar dikin, û jinebiya wî û zaroyan bi valakirina mala wan – da ku, dest dînin ser – tên gefkirin.
– Li 9.3.2020an, hemwelatî “Salih Îbo” ji Gundê Kurzêlê – Efrîn, ji aliyê asayîşa sivîl (Elşurte Elmedeniyê) ve hate girtin, di dû re birin “asaya siyasî”, û niha tê dadgehkirin. Hêjaye bi bîr were ku, berê jî carekê hate girtin.
– Gundê Axcelê – Cindirês ji /120/ malan pêk tê, ji wan /105/malbat li gund in, /70/malbat ji yên hatine anîndin lê hatine niştecîkirin, û milîsên “Ceyş Elşerqiyê” destlat dike. Hemwelatî “Ebdo Şe’iban” ji dora deh rojan ve hat girtin, û piştî çar rojan û piştî dandina berdêleke diravî, hate berdan.
Xelkê Efrînê bangewaziyên xwe ji bo hêzên navdewletî yên çalak li ser rûberiya Sûriyê, saziyên Neteweyên Yekgirtî, Komelgeha dewletên Ereb, hêzên niştîmanî ên bi xîret û rûmet, û aliyên kurdî re, nû û pirbare dikin, da ku, bi lez bilivin û rêgirekê ji serpêhatiyên wan re dînin, û hebûna dagîrkeriya Turkiyê û milîsên terorîst ji holê rakin û tune bikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 330 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Länkade objekt: 44
Datum & Events
Dokument
Grupp: Dokument
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 03-05-2020 (4 År)
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttyp: Översättning
Original Language: Arabic
Städer: Afreen
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( هاوڕێ باخەوان ) på 18-02-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( ئاراس حسۆ ) om : 17-02-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 330 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Tara Twana

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 518,947
Bilder 106,356
Böcker 19,330
Relaterade filer 97,306
Video 1,399
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Tara Twana

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.328 sekund(er)!