Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 518,790
Bilder 105,979
Böcker 19,359
Relaterade filer 97,469
Video 1,396
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (218): Gundê “Metîna” – dizîn in, destesekirin û komelgeheke niştecîkirinê
Grupp: Dokument | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (218): Gundê “Metîna” – dizîn in, destesekirin ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (218): Gundê “Metîna” – dizîn in, destesekirin ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (218): Gundê “Metîna” – dizîn in, destesekirin û komelgeheke niştecîkirinê, talankirina werza (mûsima) zeytûna, revandin û girtin in, pevçûnine xwînî, dizînine virdewêde.

Dizînin fere dighêjin werzên têvel li Efrînê, destên çekdar û beşek mezin ji anîndeyan tê de ne, û xwediyên malmewdanan newêrin yekser wan qedexe bikin, ji tirsa ku ew rastî dijberîkirinê yan bi kêmanî pozquretiyê netên, di heman dema ku pêşkêşkirina giliyan li ba serkêşên milîsyan an encûmenên xwecihî an jî “Komîta Vegerandina Mafan” tu encamên berbiçav jê dernakeve, û hin caran gefan an lêdan û sezakirinê jî bi ser ên giliyan dikin re tîne.
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= G. “Metîna”:
Bi Navça Şera ve girêdayî ye, /2.5/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /160/ malî pêkhatî ye, dora hezar nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora /65 malbat = 200 nişte/vegerîn û yên mane jî zorane koçber bûn, û dora du hezar nişte ji anîndeyan (150 malbat di /95/ malên dest danîne ser de, û yên din jî di /50/ konên li dor gund û /100/ konên li meydan û dor goristana şehîdan ê roxandî de) hatin niştecîkirin.
“Konin ji anîndeyan re li G. “Metîna”.”
Herweha gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî û ji /60/ malî pêk tê, li Bakur Rojavayê gund hate avakirin, dora /400/ têde dan rûnişkandin, û ta niha pirojeya avakirinê berdewam e; Li ser erdekî rûberiya xwe qaserî /7/ hiktaran, û yê hemwelatiyê zorane koçberbûyî “Xelîl Ebdela”.
“Cîgeha gundê niştecîkirinê yê nimûneyî li Bakur Rojavayê G. “Metîna” – N. Şera.”
Di encama topebarana Turkiyê di dema dijberiyê de, ziyan bi piçekî gihîşte sê malan, û makînek teksî ye “Henan Ebdela”.
Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ên gund desteser dikin, Mala “Zekî Cebûlî” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, û Mala “Zênebê – hevjîna Dilovanber Zekeriye Ce’ifer” jî biryargehek ji rêbenda çekdar re li çateriya gund.
Piştî derbasbûna gund, milîseyan kelûpelên malan ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û giropên taqeta elektirîkroniyê û hin tiştên din dizîn; Û tevahiya tiştmiştên malên ku dest danîne ser jî rêş kirin.
Û weha wan /10/ tirektorên çandiniyê tevî dûmahîkên wan ên “Mistefa Cebûlî, Silêman Silêman, Mistefa Silêman, Henan Ebdela, Menan Seydo, Idrîs Hec Ehmed, Îse Derwîş….”, giropeke zayenda elektirîkê (ampêra) yê “Sebrî Mihemed Xelîl”, /4/ giropên zayendê yên malan, /8/ xetasên avkişandina bîrên malan, giropeke hilkişandina ava vexwarinê yên toreya giştî, giropeke hilkişandina ava vexwarinê ji bîra şaredariyê(yê ku paşê ji bo firotina avê ji şerkêşê milîseyan li gund re ji nû ve hatiye avakirin) hatin dizîn, û herweha jî dizîna jimarokên ava vexwarinê, guheztok û kebil û beşek ji dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, kebil û dîrakên toreya telîfûna zemînî û kebla wê ya roniyê ya serekîn a ku ji Bajaroka “Şera” ya hevcîwar de hatiye dirêjkirin, tiştmiştên dibistana seretayî (ya ku paşê bi asteke nizim hatiye amedekirin), konê encûmenên sersaxiyê û pêdiviyên wê û amûrên dêng ji mizgeftê, hin amûrên guvêşgeha zeytûna, û hemî perçe’alavên pasek hilgêran (bînekan) e li gund rawestiyayî û ye Hemwelatî “Mihemed Ehmed Umer” ji Gundê “Kerê” – N.Bilbilê, da ku tenê kabîneya derve jê bimîne.
“Kabîneya paseke hilgêran (bînekan) li G. “Metîna” seknandî, hemî perçe, acetên wê hatine dizîn.”
Û milîseyan dest danîn ser dora /1000/ darên zeytûnê, jê (/300/ ên Mistefa Henan Reşo, /150/ ên Ehmed Elî, /100/ ên Yûsêf Hemo), û 50% li ser berhemdana werzên malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û /1-5/teneke zêtê zeytûna (16 KG sade) salane li ser her maleke li gund vêrgiyan ferz dikin; Ji bilî wê jî dizînên virdewêde yên ku ji têvel werzan re çêdibin.
Herweha wan bi sedan darên zeytûnê bêwijdan, piraniya darên ihracê yên li dor gund – jê dareke sindiyanê ye temenmezin e Malbata “Silêmên”, daristana Geliyê “Metîna-Qitmê”, dora /80/ darî zeytûnê yên Hemwelatî “Mihemed Mihemed Mislim” bi şêwakî nêzegiştî û dora /15/ darên sinoberê yên mezin ên “Ibrahîm Mislim” qut kirin; Û herweha jî ji bo avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî li ser bilindahiyeke di navêna gundên “Kefircenê û Metîna” de, bi sedan darên zeytûnê -bi rûberiya dora /6/ hiktaran- yên herdu malbatên “Elî Axa – Metîna, Hemdoş – Kefircenê” hatin hilkirin.
“Çar wêne ji qutkirina darên zeytûnê, sinober, daristaneke ihracê û hilkirina daran re, ji bo avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî li nêzîk G. “Metîna”.”
Bi ser de jî, çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr re, di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de.
Û li dema dijberiya ser herêmê li 2018an. Z, Artêşa Turkiyê û milîseyan Goristana Pakrewanan – Goristana Şehîd Refîq li nêzîk gund bi awakî mebestkirî topebaran kirin û tevde rêşkirin, û têde kongehek ji anîndeyan re hate avakirin.
“Goristana Pakrewanan (Goristana Şehîd Refîq) li G. “Metîna” – berî û piştî roxandinê.”
Û di çarçewa tevgereke olî ye tundrew û çalak e ku li herêmê digere de, di mizgeftê de kursên li dû hev ji zarokan re (polên 1-7) têne dandin.
Û herweha jî, hemwelatiyên li wir mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna: Girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin û yên din, û di vî warî de bidehan bi demên têvel hatin girtin digel ferzkirina sezayine diravî.
= Werza(mûsima) zeytûna:
Dizîn û talana ku ji werza zeytûna re çêdibe, hemî gerdîş, yase, rewyetî û sincên mirovane derbaz dike, wek nimûne:
– Rêbendeke çekdar ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li çateriya G. “Metîna” – N. Şera, li 5.10.2022an. Z, /4/ çiwal zeytûn (340 KG) ji sê jinên xwîşk – keçên Dilovanber “Henan Ebdela” yên bi tenê li gund rûniştine bi darê zorê birin; Wan ew zeytûn di heman rojê de ji zeviyeke bavê xwe beref kiribûn
– Milîseyên “Firqit El’hemzat”, bê erêkirin ji şarederiyê de ji xwediyên malmewdanan re û digel sezakrina pereyek Turk li ser her darekê, rê nadin hemwelatiyên Gundê “Maratê” zeytûnên zeviyên xwe biçinin, ji bilî wê jî vêrgiyên ku li ser berhemdanên wan têne ferzkirin; Bi ser de jî dorpêçkirin û bêlîkirina malmewdanên kesên ne li gund û ferzkirina ta 50% li ser berhemdana wan, û ew ji bilî zeviyên ku berê dest danîne ser.
– Li Gundê “Qurtqilaqê” – N.Şera, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” bi behanya ku ew zeviyên zeytûna diparêzin, li ser her malbateke Kurd ji /50/ ta /100/ Dolarî -yanê bi giştî dora/8000/Dolarî- ferz dikin.
– Li Bajaroka “Şiyê” û gundên jê ve nêzîk, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” vêrgiyê werza zeytûna /5/ Dolaran li ser her dareke malmewdanên kesên ne li wir û 3% jî li ser berhemdana malmewdanên ên li wir ferz dikin; Lê rêjeyeke bilindtir -bi behaneya ku xwediyan berê gilî kirine- li Gundên hersê “Çeqela” û “Xelîl” û “Bilêl” ên bi Şiyê ve girêdayî (/9/ Dolar li ser her dareke zeytûnê yên deştê û /2/ Dolar jî li ser her dareke çiyayî) ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û 5% jî li ser berhemdana malmewdanên xelkê li wir ferz dikin.
= Revandin û girtinine bêsûcane:
– Li 9.9.2022an. Z, revandina Hemwelatî “Soran Xelîl Xelîl /34/ sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – N. Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm Bilah”ve, û birina wî bo hepseke Bajaroka “Mari’ê” – Ezaz, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û berdana wî li 1.10.2022an. Z, piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser.
– Li 30.9.2022an. Z, girtina herdu xwîşkan “Mîdiye /34/ sal” û “Hêvîn /32/ sal” keçên “Fethî Mecîd Cindî” ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” – Navça Mabeta, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Mabeta” ve, bi tuhmetên têkliyê bi R.X a berê re, û berdana herdiwan li 3.10.2022an. Z, piştî ferzkirina sezayeke diravî li ser wan, û ew jî piştî berdana bavê herdiwan ê ku rojekê hatiye girtin.
– Li 3.10.2022an. Z, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” – leşkergeha hirşê “Qurtqilaqê” xort “Nîzar Cemal Ebdo/25/sal” – xelkê Gundê “Meşalê” – N.Şera – tevî tirektora wî ya çandiniyê – û birayê hevjîna wî xort “Ebdela” ji Gundê “Me’ireskê” rojekê li ba xwe bendkirî hîştin û vêrgiyeke diravî jê standin, bi behaneya ku wan darên behîvê yên bavê xortê yekê qut kirine; Divê bê zanîn ku wan milîseyan bi xwe darek ji daristan û hirşên li dor wan gunda nehîştine.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Di navboriya rojên 6-7.10.2022an. Z de, bi çekên sivik û orte, li Bajaroka “Basûtê” – Şêrewa û gundên “Tilif, Keferzît û Kifêrê”, di navêna herdu giropên “Ramî Betran – Ebû Cabêr” û “Hazêm Mer’î” de – ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” pevçûnin xwînî derketin, bi sedema nelihevkirinê li ser bandoriyê, malmewdanên xelkên ên dest danîne ser û bazirganiya şênberên tevzînok – li gor hin jêderên xwecihî, û di encamê de endamek ji Giropa ” Ebû Cabêr” û yek jî ji “Firqit El’sultan Silêman Şah – a ku bûye navbêncî” mirin, hin jî ji herdu aliyan birîndar bûn, tişmiştên hin malan hatin dizîn û tirs kete nav sivîlan û di malan de man, herweha jî rê hatin qutkirin, “Ebû Cabêr” û birayên wî tevî giropa vê re ji ber çavan xwe dan yal, û giropin ji “El’silêman Şah – El’emşat” hin ciyên wî yên berê girtin.
“Pevçûnin li G. “Tilifê” – Efrîn, di navêna du giropên Milîseyên “Firqit El’hemzat” de, 6.10.2022an. Z.”
– Li Şeva 6/7. 10.2022an. Z, çekdarine rûpeçinandî, li nêzîk Dibistana Pêşesaziyê li Taxa Mehmûdiyê – Efrîn a ku di bin deseteriya wan de, qurşîn avêtin “Mihemed Hesûn – Ebû Istêf” – yek ji endamên Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û kuştin.
= Şewtandina daristanan:
“Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên wê, li 6.10.2022an. Z, agirin li daristaneke nêzîk Bajaroka Reco vemirandin.
“Şewatek li daristaneke Bajaroka Reco, 6.10.2022an. Z.”
= Binpêkirinine din:
– Çekdar û anîndeyîn ji wan ve nêzîk, li Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa, berê sefercela ji “/150/ dar ên Adêl Xelîl Hesen, /500/ dar ên Ebid El’hemîd Kuleho, /300/ dar ên Tahêr Kuleho, /100/ dar ên Nezmî Seydo” dizîn, û herweha jî li herdu gundên “Basût” û “Endarê”, û dizîn li wan gundan dighêje zeviyên henara jî; Û li ber çavên milîseyan û Istîxbaratên Turkiyê.
“Dizîna Berê “Sefercela” ji zeviyeke G. “Bircebdalo” – Şêrewa.”
– Li vê dawiyê çekdarina hin malên Kurdan li Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê û yê ku di bin desteseriya “Firqit El’sultan Mûrad” de bi şev dizîn, mîna: Firaxên baqirî, biroş, cerên gazê û tilvizyûn û hin tiştên din ji malên “Hesen Mihemed Eslan, Mihemed Isma’îl Çawîş” û piraniya tiştên mala temenmezin “Osman Beko” yê bi tenê rûniştî.
– Milîseyên “Firqit El’hemzat” li ser werzên keskahî û meyweya Havînê /30/ Dolar li ser her malbateke gundê “Basûtê, Keferzîtê, Kifêrê û Endarê” – Efrîn weke vêrgî ferz kir.
Turkiyê xwediyê desteserkirina rasteqîn li ser Herêma Efrînê, ji bo gerantîkirina sazûman û aştiyaneya giştî bi erkên xwe ranabe, û nejî bi yên bi mafên mirovan ve girêdayî pabend dibe, û bi ser de geregoşî û tunebûna asayê û talankirina malmewdanên nişteciyên resen li wir heye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 357 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Länkade objekt: 52
Artiklar
Datum & Events
Dokument
Grupp: Dokument
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-10-2022 (2 År)
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttyp: Översättning
Original Language: Arabic
Städer: Afreen
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 08-02-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 08-02-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 357 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Tara Twana
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 518,790
Bilder 105,979
Böcker 19,359
Relaterade filer 97,469
Video 1,396
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Tara Twana
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.5 sekund(er)!