Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 522,755
Bilder 105,739
Böcker 19,696
Relaterade filer 98,586
Video 1,419
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Dokument
Tog ställning mot hedersvål...
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Li Kurdistana Sûryê.. Xwenasîna Netewî, di Helbesta Kurdî ya nûjen de.. Lêkolînek rexnesaz
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xalis Misewer

Xalis Misewer
Li Kurdistana Sûryê.. Xwenasîna Netewî, di Helbesta Kurdî ya nûjen de.. Lêkolînek rexnesaz
#Xalis Misewer#

Xeleka yekem
Evîndarê welêt, Dildarê Mîdî
Berya destpêkirina lêkolênê dibêjim: Ku di helbesta Kurdî de, derdên miletê Kurd, bi êş û bêzarî, bi qêrîn û bi ahîn û nalîn, ji nav dil û cergên van helbestvanên evîndarên welatî xwe hiltê
û hilm û bêhna şewata dilan, dikeve bêvila xwênerên van helbestanan, û wêneyên welêt, mîna ahîn û nalînên stranên Mihemed şêxoyê nemir, bi hêsir û xwîn û qêrîn, li ber çavê wan dirawestin, û zingînîniyeke kûr herdem li ber guhê wan dikevê. Di nav xwêner û rexnesazan de, ji bo helbestan di cîhanê de, du beşî çêbûye, beşa yekem dibêjê: Divabê incex huner ji hunerê re bê ( الفن للفن)ango şêwe berya naverokêye, yan jî naverok ji helbestvan re ne hevqasî girînge, ya herî girîng şêweya helbestêye, bedewbûn (Îstîtîk) û wêneyên hunerî û xeyal jêre pêwîstirin ji naverokê.
Lê ya duwemîn, ango beşê ku rexnez wê bêhtir rast û dirustir dibînin ewe, ya ku girêdana wê, bi civak û miletên bindest, ku hê bi xwînmij û destlatdaran re kefteleft û tekoşînê dikin hebê. Di virada, em nikarin nemaze di vê têkoşîna Kurdan de, helbestê dûrî pirsgirêka welêt û wî miletê bindest bikin, jibo şêwe û wêneyên fantastîk bi tenê helbestan birêsin û bistirên. Ango divabe pirê caran girêdana helbesta me bi pirsgirêka Kurda re hebê, û bêhtir hewceye, ku helbestvan ji miletê xwe re bistirê û bindestî û belengaziya wî pê bidê nasîn û xuyakirin, û giyanê mêrxasî û canfîdayê dinav de biçînê, riya tekoşînê liber vekê, û êş û derdên wî derman bikê.
Divê babetê de, emê helbestvanên Kurd li Kurdistana Sûryê, yên ku berhemên wan li ber destê me hene, ji aliyên netewî û wêneyên hunerî jî, sirûdên wan bi riya xelekan lêkolîn bikin, bê ka çiqasî, û ta kîjan deverê van helbestvanan karîbûn bi helbestên xwey bedew, rê li ber miletê xwe ronî bikin, û wî bi pirsgirêka wî, û bi bindestiya wî hêşyar û micûlbikin.
Emê pêşî û hesbê zincîra tîpên Kurdî, dest bi Dildarê Mîdî bikin, ku ew jî helbestvanekî Kurdên Sûryêye.
Di sirûda, bi navnîşana: (Ji ber çavê mi naçê) Dildar weha dibêjê:
Ji dil min hilm û pêta Ar difûrî
Ji ber çava hingî herê, di gorim
şehîdim ez tevde ji xwînê sorim
Di gorê jî dibînim te ne korim
Ev sirûd mîna sirûda xweveşartî (Elqîna-e) dikarim binav bikim, ku ev rengê helbestî kêm li bal hlbestvanên Kurd tê bikaranîn.
Navnîşana sirûdê jî didê xuyakirin, ku helbestvan girêdaneke xurt di navbera xwe û pakrewnên welatê xwe de xweş peyda dikê. Hest û dil û çavan bi hev re dixê lebatê, û taployek cengedarî pir dijwar di afirînê.
Giyanê şoreşgêrî di nava wî de hatiye çandinî. Û bi şehîdê xwe re, li vir di nav reqereq û gurmîna çekan de tê dîtin. Bi vê hawî Dildarê Mîdî pakrewan û şehîdên xwe ji ber çavên xwe tucaran wenda nakî, û herdem wêneyên rûyê wan yê spehî, li ber çavê wîne, û di mejyê wî de têne çapkirin, û bi xwîna van şehîdan pir serfiraz û xwedî maf û pir serbilin de. Lê ew xwe û şehîd tevlihev dibînê, û laşê xwe jî bi xwîna şehîd sor dikê û dibêjê: - şehîdim ez tevde ji xwînê sorim
Evna jî – tevlî ku hemû helbestvan bikartînin jî- Lê wêneyekî pir helbestyar û bi wate û zelale. Weha dildar helbestên xwey bi hêz û bi hestên netewî, li ser pakrewanên xwe dibêjê û dibilînê. Lê gelek carna jî ew xwe didê alî û rê didê pakrewan, ku bi zimanê xwe, bi gotinên xwey bi hêrz û hêz bi peyivê, ji ber wilo wî karîbû taployeke spehî, ji pakrewanên qada şer re bi afirînê, ew taploya ku bi xwîn, û hilm, û rivîna agirê ji dilê şehîd difûrê hatiye rengdan, bi zelalî bîne berçavê xwênerê xwe, û li ser navê şehîd dibêjê: - Ji dil min hilm û. pêta ar difûrî- şehîdim ez tevde ji xwînê sorim.
Bi vî wêneyê bi wate û bi (ibret), ku bi rengên şer û cengê hatiye xemilandin, helbestvan dikarîbû wan pakrewanên canfida ji welat û miletê xwe re pêşkêş dikê.
Mîna me dît jî, pakrewanên Dildar herdem dinav xwîna xwey sor de vedigizgizin, ku xwîn li cem wî nîşana welatparêzî û şeref û canfîdayêye, vêre jî kelepûra Islamê û kurda jî xweş di helbesta xwe de bikartînê, ku ew jî di (Qur-an)ê de hatiye: (Nebêjin yên ji bo riya xwedê şehîd ketine ew mirine, lê şehîd li bal xwedayê xwe, sax û bi erzaqin). Û şehîdên wî di gorê de jî, biçavin ne korin- Di gorê jî dibînim te ne korim- ew jî dîsa tê wê manê, ku Kurd dibêjin mirî mirovan dibînin nemaze roja Êvara Înê. Dîsanê qafiya – digorim- sorim- korim- mozîk û ritmeke xweş û bi awaz didê ber guhê mirov, û awaza ji tîpa/m/ tê der nemaze ji rêza sisiyan ku dibêje: - şehîdim ez tevde ji xwînê sorim- ev rêza ha awazeke bi hewes û bi mozîk û hêrz bihev re, li ber guhê mirov dicivînê, nemaze awaza ku ji tîpa - Z- tê der, rehên qirikê mîna têlên tembûrê dilerizînê, û hêrzên mirov radikê serxwe, û wêneyê cenkek bê îzbat didê xuyakirin.
Ji ber wilo emkarin bêjin: Ku Dildar di warê welatparizyê de, helbestvanekî xwedî hesteke bilinde, û zane bê di kûde de hesta xwe valake nava peyvan, û bi peyvên xwe dinav bihuşta şehîdan de xwe jî peyadikê, peyvên wî tevlî ku bi rengekî kilasîk û sembolên sivik û lasayî hatina rêsîn, lê bi hostayî peyv û hevokên xwe li hev lêkdan û siwarkirine. Dîsanê wêneyeke hunerî û zîrekî di virada helbestvan didê xuyakirin, ew jî di rêza çaran deye ku dibêjê: - Di gorê jî dibînim te ne korim- û tiştê me gotibû didê xuyakirin, ji ber ku wî negotiye - di gorê de dibînim te-
- lê gotiye: Di gorê /jî/ dibînim te – ev morfêma /jî/ ji bilî ku rêza helbestê bi ritim û rewan dikê, ew vî wêneyê hunerî ji dîtin û fîdakariya şehîd re, teqze û bê sînordikê, ango tê wî manê ku şehîd ne li dinê bitenê, fîdakar û bi hiş û bi çave, lê ta di gorê de jî, ew bi çav û gavê xwe, bi welat û miletê xwereye.
Sirûda: Cilê Cejnê
Em jî weke gelê xwe
Tim dihatin xapandin
Cilê Cejnê, ev navnîşan didê xuyakirin, ku helbestvan xwenasîneke netewî li bal xwe xweş peydadikê, û ew xwenasîna netewî di mejyê wî de pir pêşketî tê dîtin, û diyardikê ku helbestvan, û bi miletê xwey Kurd ve jî, nema bi hesanî mîna demên berê têne xapandin. Ji ber ku bi karê buhêrk (الفعل الماضي) /dihatin/ gotina xapandinê didê nasîn, dêmeke di dema nuha de xwenasînek bêhemta di mejyê helbestvan û miletê wî de hatiye çandin, û ji îro pêde dijmin nema karê wan bixapîne.
Cênavê /em/ jî, di orta helbestvan û milet de, yekîtiyeke resen di afirînê, ango bi riya cênav, hesta xwe û miletê xwey kurd, bi germî tevlihev dikê. Dîsanê em karin bêjin, ku ev wêneya ha/cilê cejnê/ ji hokarên helbesta nûjen tê jimartin, ku cejn mîna mirovekî bi cil û mil dîtiye. Û bi vê cênavê/em/ didê zanîn jî, ku ew çê li rewşenbîr û siyasetmedarên kurd jî dikê, ango dibêjê: Berê Kurda bi dilên xwenî pak û bi mirovantiya xwe, hemû kes û hemû gelên li hawîrdorên xwe, mîna bira didîtin û hê jî dibînin, lê kesekî ew ji xwe re bira ne didîtin, ango weke ku tê gotin: Kurd herdem li dilê xwe diçûn. Lê Kurdên nuha xwe naskirine, û nema weke berê zûbizû têne xapandin.
Ev peyva – xapandin- ya di rêza dawî de hatiye, mirov li tîpên peyvê û mozîka ku jê dertê guhdar bikê, wê bê dîtin ku vê diyardeya xapandinê di dîrokê de, pir sergêjî ji miletê Kurd re çêkiriye, jiber wilo ev peyv bi tîpên deng stûr û bi mozîkek hişk hatine lêkdan û siwarkirin, mîna- Xa- Pan- Din…- ev ritim û mozîka hişk dengekî didê mîna dengê ku mirovek bi kaşekî ve hilkişê- Xa- Pa- û dûra serserî bêxwarê, û dengê gurmîneke mezin ji ketina wî bê- Din..n..n…- dîsanê dengê tîpa /N/ di bêvilê de, bi awakî sitiranî dirêjdikê, ku ew jî herdem strana ketin, û binpêkirin, û xapandina, miletê Kurde..!.
Lê mîna me gotibû, helbestvan livir giyanê xwey şoreşgêrî didê xuyakirin û dibêjê: Ey Kurdo, bese xapandin vaye dawiya wê hat..! Û te bi xwenasîna xwe, ew peyva mîna feyrûsê nexweşyê binaxkiriye.
Dîsanê helbestvan di sirûda: (Rêça Rast) de dibêjê:
Miletê Kurd bese êdî ta bi kenkî berberî
Rêya rastiyê xuyakir ta bi îro şevderî
Yekîtî doza tebî ger tê qizincan bidî dest
Vêkevî rengê şemalan tu di cîhan fenerî
Tev li pey rêça şehîd bin ta welat rizgar bibî
Eve yekîtiya rastî her bijî û aferî
Rêça rast, ev peyv bi rengekî kiştî hatiye, dêmeke ji kurda hemyan re hatiye gotin û nîşankirin. Lê gelo rêça rast di mejyê helbestvan de çiye..ş Bêgûman ew jî di warê vê helbesta Îdyolocî de, ji miletekî bindest wekî miletê Kurd re, riya yekîtiyê û hevkirtinê dirust û rast dibînê. Ango tê xuyakirin ku helbestvan doza yekîtiyê bi germayî li miletê xwey Kurd dikê, û weha serxwebûna welat, bi van herdû tiştan bi yekîtiyê û bi xwîna şehîdên Kurdistanê ve girêdidê.
Bi vî hawî şehîdê Kurdan, li cîhanê mîna mûm û feneran bi rûmet û payebilind dibînê, çimkî bêyê şehîd û şehadetê, miletê Kurd tuçara nagihêje daxwaz û azadiya xwe.
Di warê bedewbûna(istîtîka) wêneyên hunerî de, hinekî rapor û rasterastî di rêzên sirûdê de têne xuyakirin, nemaze di rêza sisiyan û ya pênca de, çimkî hinekî bi ritm jî hatiye, lê rapor û rasterastî tê xuyakirin çaxa dibêjê: - yekîtî doza tebî ger tê qizincan bidî dest- tev li pey rêça şehîd bin ta welat rizgar bibî- ew jî ji ber ku helbestvan sembolê bikarnayinê, û nivîsa xwe di van rêzan de, rêça rasterastiyê naberdê.
van rêzan jî kêş û ritma sirûdê şikandiye. Weke em zanin jî, di warê rexnê de sirûda bi stran kilasîk tê hijmartin, û weha jî helbestvanê me sirûda xwe pêkaniye, ji ber wilo tê xuyakirin, ku di van malkên ha de, qafiyeke kilasîk bi dengê stran û mozîk û ritmeke xweş ji fonêma/ rî/liber guhê mihovdikevê, hêrzê mirov radikê, û hesteke şoreşgêrî di nava mirov de diçînê. Dêmeke di vê sirûdê de şopa şêwaza Seydayê Cegerxwîn xweş tê xuyakirin. Dîsanê tevlî ku yekîtiya taybetî dinav peyvên rêzan de zû nayê xuyakirin, lê ez gûman dikim ku ji kesên pispor ve - pir xuyaye- ku yekîtî û hevgirtina rêzên sirûdê ji aliyê his û hestan ve xweş tê xuyakirin. Ango yekîtiyeke bi hewes, û his, û hest, pir zelal di rêzên sirûdê de têne xuyakirin.
Di sirûda bi navê: Xwîn Baranê de dibêjê:
Xaka me bi xwîna /Simko/ va hatiye avdan bahoz na mirîne
Buhara bi xwînê her demî kû bête avdan bahoz na mirîne
Sûndê dixum şopa şehîdan qet nayê berdan rêça me tîne
Kes dê nikarî qet bibêjî şehîdê Kurdistan herdem bê xwedîne
Ev rêzên dirêj bi bêhneke fereh hatine hûnandin, lê çimkî ku rêzên şoreşgêrî û welatparêzî bi hêrz û dil lerizînin, divabû ku rêzên wî hinekî kintirbûna, ku herdem rêzên kin bi qehir û acizbûnê re elaqederin. Yadin ez dbêjim: Ku wêneyeke hunerî û nûjen li vira helbestvan didê xuyakirin, çaxa xwîna şehîdan mîna avdanê ji erdê re dipesinînê, çawa av erdê saxdikê û giha û çîçek ç kulîlkan têde şîntînê, weha jî xwîna şehîdan xaka Kurdistanê bi xwîna xwe avdidin û bi rewa dikin, ku ev xaka ha nema bahoz karê wê li ber xwe bibê û tune bikê. Li vira jî bi şêweya taybetmendiya Allegory(كناية) berxwedana Kurdan hatiye nîşandan, ango çaxa dibêjê: Ew buhara li vê xaka bi xwînê hatiye avdan û bi rewa bûye, tucaran bahoz nikarê şînahiya wê biharê biçilmisînê.
Dîsanê helbestvanê me, kelepûra Kurdan di van helbestê xwe de baş wezîfedar dikê,
Ku herdem xak û xwîna Kurda li welêt tevlihev bûye, û xwenasîna miletê Kurd ya hemdmî didê nasîn, û dengê xwe dibê hawîedorî xwe û dibêjê: Gelî xelk û cîranan, ev dem ne dema berêye ku miletê Kurd çavê xwe li paşeroja xwe bigirê, ev milet hatiye guhertin, çimkî em dibînin bê çawa û bi çi germayê, li şehîdên xwe bi xwedî derdikevê, û wan şehîdan di dilê xwe de bi war û cihdikê, û bi halan û qêrîn dibêjê: şehîd namirin, şehîd namirin. Weha jî li vir helbestvan binavê miletê Kurd sûnd dixwê, ku ewê bidin ser şop û rêça van şehîdên xwey leheng, û qet tucaran şopa wan naberdin. Weha helbestvan tabloyeke mêrxasyê û pir spehî, bi rengê xwîna şehîd û xaka kurdistanê, rengîn dikê û di neqişînê.
Weha jî em dinêrin bê çawa û çiqasî şehîd li bal helbestvanê me buha û bi rûmetin, ji ber ku helbestvanê me Dildar, û her kesek ji miletê Kurd di wê baweryê deye, ku Kurdistan ji xwîna şehîdan pêve, qet bi tu riyên din nayê azadkirin, ango helbestvan giyanê xwey şoreşgêrî çarekedin di virada didê xuyakirin, û miltê xwe hevqasî tekûz û mêrxas û zana û zîrek dibînê.
Ji ber wilo ew Çûna Apo serokê rêxistina (PKK) li bajarê Romayê, mîna rojeke nû di dîroka berxwedana Kurdan de dibînê, û bi germbûneke bê hemta di sirûda xwey bi navê:
Herbijî Apo- de dibêjê:
Îro ji Roma
Rojeke nû hilat
Evna jî tê wê manê, ku roja nû di kelepûrê Kurda de, bi wateya hêvî û xweşyê tê nasîn, ango helbestvan bi wê rojê pir bi hêvî û omîd tê xuyakirin. Lê bûyer û pirsgirêkeke kurda ya kevin û bi sergêjî tîne ziman, û bi hesret û bi ah..û keseran, wê bûyerê bê rûmet dikê, ew bûyer jî kuştina xwebixwetiyêye, ku birîneke kûr û dûr di laşê kurdîtiyê de vedikê. Vê bûyerê di sirûda xwey binavê
Birayê xwe nakojim- de tînê ziman û dibêjê:
Bese bux koştê birê xav
Çi zû te xwîn kire av
Peyva nakojim ruhê berxwedaneke manewê didê nasîn, ku helbestvan koştina xwebixwetiyê tucar nema dipejirînê. Kelepûra Kurdî jî dîsanê di vir de baş tê wezîfedar kirin, ango wêneyeke kelepûrî û pir zelal û bi sembol, di vê sirûdê de hatiye bikaranîn. çaxa dibêjê: - xwîn kire av- evna jî mîna metelokek ji kelepûra Kurdî pêkaniye, Lê metelok li vir hatiye ji hevxistin û berovajî hatiye wezîfedarkirin, ev jî tê wê manê ku helbestvan civaka Kurdî hinekî ji hevketî dibînê, çimkî meteloka Kurdî dibêjê: (Xwîn nabe av), yan miriv nadê ser devera meriv, lê herdem wî diparêzê, û çiqasî xeyd û nexweşî û bi dûrketin di navbera wan de çê bibê jî, wê rojekê ji rojan li hev werin.
Di sirûda: Govenda azadî de,
Ev sirûd bi vê navnîşana kelepûrî ya xweş û spehî hatiye destpêkirin û dibêjê:
Dîlaneke pir xweş li Kurdistanê li dare saza wê tivenge
Reqs û sema wê bi carekê ne wek semayê tev êrîş û cenge
şabaşên dîlanê tev ji xwîna lawê Kurde nîşana lehenge
Helbestvan rêzên xwe bê xalbendî (علامات الترقيم) lidardixê, evna jî tasîrê li mozîk û ritmê rêzan dikê, û xwêner dixê nav sergêjya xwendinê, lê bi rastî jî ev rêzên ha ji alîkî din ve, pir bi hêrz û lerz û îsîtîk, hatine sazkirin, û mîna megotibû jî, dirêjaya wan hinekî sarbûnekê di dilê mirov de di afirînê, lê dîsanê tabloyeke kilasîk ji wneyên helbestî pirxweş û bi mozîk û ritim hatine rêzkirin, nemaze ew ritm û awaza xweş ku ji dengê tîpa/g/ di dawiya qafiya sirûdê di guhê mirov de zîz dibê, û bêhna mirov bi hesanî ji hundirê wî derdixê, mîna gotinên: - saza wê tivinge – tev êrîş û cenge – nîşana lehenge- Weha jî dîlana helbestvan çimkî dîlaneke şer re jî, lê ew dîlana lasayîye ji Kurda re, ji ber ku helbestvan mîna miletê xwey Kurd mêrxase, û şerê li Kurdistanê vêketiye, û hemû şerên weha jî, li bal Kurda mîna dîlan û şahiyê tê dîtin, dîlanvanên wê dîlanê jî ew şoreşgêrê serê çiya û zinarane, ku saz û mozîka vê dawet û dîlanê qupîn û nalîna dengê tivingaye, lebat û livîna laşên dîlanvanan, mîna rewşa êrîş û geftelefta cengê dipesinînê, ku buha û nirxa vê dîlanê, bi halan û qêrîn, ji xwîna van qehrmanên şoreşgêrên kurd têne dan.
Dîsanê helbestvan têgeyên Îdyolocî û nûjen di sirûda xwe de pêktînê, û tabloya govenda şoreşgêran sax û spehî di ber çavên mirov re derbasdikê.
Tevlî ku ev wêneyên ha ji şerê çekdarên Kurdistanê re, dîsanê bi awakî kilasîk û lasayî hatina afirandin, lê em karin bêjin, ku ew wêneyin kelepûrî ku pirxweş û bi hewesin, xweşbûneke bê hemta bi xwênerê xwe re çêdikin, ku ev xwênerê kurd jî, xwe bi vê dîlana ecêb pir serfiraz û payebilind dibînê.
Dîsanê di vê sirûda ha, ku bi navnîşana:
Dil bi xwîne dibêje:
Heta kengî bi xerîbî
Ezê dûrî te bi mînim
Biqîr û ah û nalîn
Xwînê ji dil birêjînim
Di zindanê de bi nalim
Memim ez li benda zînim
Çiyê bi destan bi kolim
Firhadê bejna şêrînim
Li vira sirûdeke bi qafiye û bi kêş, bi hêrz û hêz hatiye lidarxistin, û pirseke bê bersiv helbestvan derdixê wê holê, mîna ku sergêjiyek di mejyê wî de diçê û tê, û nalîn û ahînên xurbetê ji dilê wî yê şikestî têne der, çaxa dibêjê - heta kengî bi xerîbî – ezê dûrî te bi mînim- çimkî helbestvan di vê babetê de, xwe di welatê xwe de dûr û xerîb dibînê, lê ew pêwendî û hevpeyvîneke diyalektîk bi riya cênavê yekem û yê diwem jî, girêdaneke bi hest û hewes di navbera xwe/ez/ û welatê xwe de/te/ dibînê. Lê mîna me gotibû jî, giyanekî şoreşgêrî û ramaneke Îdyolocî di hundir û mejiyê helbestvanê me de xweş peyda dibin, ku ew bêmicalî û sêfilyê tucaran li xwe napejirînê, bi hêrz radibê ser lingan, û çeka berxwedanê davêje milê xwe, û bi mêrxasî li hember dijmin û dagerkerê welêtê xwe radiwestê, û dixwazê xwîna dilê xwe, di ber xak û miletê xwe de bêhawe birijînê, û ta di dilê meletê xwe de sax bimîne jî, ewê cihê xwe di hebs û zindanan de bibînê, bi vî hawî wê helbestvanê bi têgeyên şoreşgêrî û Îdyolociyet, xebata xwe berdewam bikê, ta serxwebûna welat bicih bê, û ji xweneke kûr dakeve warê rastiyê. Weha em dinerin ku hilm û nefeseke bi omîd û bi hêvî, ji rêzên sirûdên helbestvan dildarê Mîdî dertên û difûrin, û mîna lehengê çîroka folklorî Memê Alan evîndarê çeleng, li bendeyî Zîna xwe dimînê. Ev jî dîsanê wêneyekî bi lezet û xeyal hatiye afirandin, ango Zîna vî helbestvanî ew jî welatê wî, yê bi rûmet û şêrîne, û dîsanê dûbare dikê, ku ew mîna lehengê evîndarê çîroka kelepûra Kurd Ferhad jî li xwe dinerê, û ev welatê hêja mîna destrgirya wî şêrîn xweşik û spehiye.
Çimkî Mem û Zîn, Ferhad û şêrîn , herçar lehengên du çîrokên kelepûra Kurdîne, di virde helbestvan kelepûra Kurdî baş û di cihê xwe de, bi sembol, û mozîk, û ritm, û qafiyeke xweş û bi hêrz bikaraniye, lê binyata sembolê hinekî bi sivkayî hatiye bikaranîn, û bi rengekê rapor û rasterast rêzin wî hatine bikaranîn, lê hest û heweseke mirovanî di van malik û rêzan de têne xuyadikin, mîna ku dibêjê –
Heta kengî bi xerîbî
Ezê dûrî te bi mînim -
ji ber wilo, vê rapor û rasterastiyê (التقريرية والمباشرة) ew hest û hisên di nava wan rêzên xweş de, ku xwêner li ber bayê wan tê hejandin, hinekî kêmkirine.
Ji ber ku me aliyê netewî bi tenê di sirûdên Dildar de, dabûne ber neynika rexnê, çimkî bêgûman helbestên têvel, û ji van sirûdan binav û dengtir jî li bal Dildar hene, lê di warê helbesta netewî de, weha me dît dildarê Mîdî, evîndarê welêt, xwedî helbesteke rewan, mîna ava çemê Hêzelê, ava liherik û zelal, ava kevnar bi hêlemêl û bê rawestandin, bi xumxum û lêwlêw, li ser kevir û latên di kevî û bin avê de, bi rewan û delalî dilerizê, dibê qey di dîlan û şahya şehîdên Kurdistanê de, xwe liva dikê, lê ava çem herdem bi xwîna wan şehîdan sor dibê, hilma pêtên ar ji cerg û dilê Dildar diforînê, û dîrok û kelepûr, û mêrxasî, û berxwedana sedsalan, di mejî û xeyala wî de dimeyînê, û wî bi tepe û qotên çiyayên Kurdistaê ve hildiperikînê, li ber bayê wan çiyayan, ku bi hilm û bêhna çîçek û kulîlkên welêt hatibû barkirin, şipê dirawestê û mîna tefnezanekî Kurd, helbest û sirûdên xwe, bi hostayî li tefna xwe digerînê, ji helbesta xwe re, caw û cilin netewî, spehî û bedew dihûne.
[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 14 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 25-06-2024
Länkade objekt: 18
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2007 (17 År)
Bok: Poesi
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 25-06-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 27-06-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 27-06-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 14 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Dokument
Tog ställning mot hedersvåld i förorten – nu utesluts Amineh Kakabaveh ur Vänsterpartiet
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Tog ställning mot hedersvåld i förorten – nu utesluts Amineh Kakabaveh ur Vänsterpartiet
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 522,755
Bilder 105,739
Böcker 19,696
Relaterade filer 98,586
Video 1,419
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Folders
Biografi - Kön - Kvinna Biografi - Nation - Kurd Biografi - Land – Region (födelse) - South Kurdistan Biografi - Folk skriver - Politisk aktivist Biografi - Folk skriver - Kvinnor rättigheter aktivist Biografi - Födelseort - Halabja Biografi - Dialekt - Kurdiska - sorani Biografi - Folk skriver - Västra riksdagsvalkandidat Bibliotek - Provins - Utanför Bibliotek - Bok - Historia

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.563 sekund(er)!