Çanda dengbêjiyê, ji bo coxrafiya kurdistanê xwedî cihekî taybet e. Sedema vê ya herî ya bingehîn jî ew e ku bi saya çanda dengbêjiyê dîroka Kurdan a ku desthilatdar dixwezin bi hewldanên qirêj berovajî bikin, hertim rastiya xwe parastiye. Ji ber vê yekê jî ji bo gelê kurd dengbêjî çandeke ku bi devkî zêdetir weke çandeke binirx tê pêşwazîkirin.
Ji bo şopînerên xwe em her tim di nav rê û rêçikên çanda xwe de digerin, û em hewil didin ku di her xelekekê de koçeyên veşartî yên çanda me ya dewlemedn derxin pê. Vê care jî bi riya bernama danasîn em ê li ser kurtejiyan û dengbêjiya Fatme Îsa bi we bidin naskirin
Jin xwedî cihekî taybet e sedema vê jî ew e ku li ceoxrafiyê jin bi lorîkên xwe zarokên xwe mezin û pewerdekirine û ew lorîka jina kurd de bûye çandekê ku di koşeyên xwe yên veşartî hem şînî û hem jî bi şahî lorandine. Fatma îsa jî yek ji van navan bû ku bi nasnemeya xwe ya jin bi dengê xwe ya delal bibê yek ji parêzvanên çanda devkî.
Dengê nemir Fatma Îsa di sala 1934'an de, li gundê Erezdaxê ya Êrîvanê ji dayîk dibe. Piştî ku yekîneya sofyetê têk diçe bi hezaran malbatên kurd neçar dimînin bikevin riyên koçberiyê, malbata Fatma îsa jî yek ji wan malbatan bû. Malbat Fatmê ji herêma Îrîvanê koçî herêma başûrê Rosyayê bajarê kirasnoderê dikin.
Zaroktiya wê bêy dilê wê derbas dibe. Dixweze biçe dibistanê fêrî zanistê bibe lê ev yek pêk nayê. Hîn di çardesaliya xwe de bi darê zorê wê dizewîzînin. Di wan salan da hêdî hêdî ferq dike ku xwedî dengekî xweşik ê dengbêjiyê ye, lê belê ji ber astengiyên malbat û hevjînê wê nikaribû taybetiya xwe ya dengbêjiyê bi dilê xwe bi kar bîne. Tenê di dîlanên gundan de kilam digotin û bi vî awayî derfet didît ku dengê xwe bide guhdarkirin.
Vekirina radiyoya Êrîvanê ji bû gelek hunermendan bi xwe re derfetên mezin afirandibû, di wan salên ku radiyoya Êrîvanê dest bi weşana xwe kir. Bi dehan hunermend, dengbêj firset dîtin ku dengên xwe bidin nasîn, ji ber vê jî em dikarin bêjin ku radiyoya Êrîvanê di mûzîka kurdî de, bi xwe re serdemeke nû dabû destpêkirin. Xebatkarên radiyoyê Êrîvanê yên ku tên gundê Fatma Îsa piştî ku li dengê wê guhdar dikin gelek kêfxweş dibin lewra rastî dengekî delal û xwezayî hatibûn.
Fatma di mûzîka kurdî de dengekî nû ya jina kurd bû, xebatkarên radiyoya Êrîvanê ji bo dengê wê tomar bikin ji Fatmê dixwezin ku kilamekê bibêje, Fatme li cihê xwe rûdinê û bêhna xwe ber dide, û dest bi kilama (lo Miho) dike. Kilama lo Miho kilameke evînî ye, çavkaniya xwe ji evîna keça mêrekî kurdan têlî û lawekî xizan Miho digire, di kilamê de keçik hezkirina xwe ya ji bo Miho tîne ser ziman.
Lê belê dema ev kilam ji devê Fatma Îsa dihat ziman mirov dizanibû ku ji evînekê zêdetir gelek hestên kûr ji dilekî birîndar diherikî.
Di sala 1972'an de, kilama (Lo Miho) piştî ku dengê Fatma Îsa tê ziman di wê demê de dibe kulama herî navdar a radiyoya Îrîvanê bi dehehan caran guhdervan dixwezin ku dengê Fatmayê Lo miho guhdar bikin.
Ev kilam ewqas tê hezkirin ku dibe kilama vekirina radiyoyê, ev yek dihat wê watê ku Fatma Îsa xwedî dengekî çiqas delal e û rengî ne, lê li gel vê kilamê Fatma Îsa di radiyoya Êrîvanê de deng dide çend kilamên weke (Dîna min, şer e riya bi şer, Gerdê mirzo û Derwêşê Evdî û di demeke kin de bi nav û deng dibe.
Kilamên ku Fatma Îsa dianîn ser ziman tenê di mijarên evînî de bûn, ew evînên ku bi dengên wê dihat ser ziman ku weke evîna Mem û Zînê di bingeha xwe de cih dide heqîqeta civakî. Li gel evînê awaza ku ji xaka xwe hatibû dûrxistin jî dibû mijara kilama Fatmayê, bi dengê wê yê delal bi şêwaza wê ya dengbêjî dema ku kilamê distirî şadî û xemgînî, hesret û jana ku gelê kurd jê re dibû hêsir xwe dida der.
Fatma îsa li gel zext û zordestiyan di nasnemeya xwe ya jin de wek dengbêjeke kurd bi salan di eşqa xwe ya kilamgotinê didomîne. Ev yek heya sala 2010'an de berdewam kir.
15'ê meha çilê bû li bin berfên ku ji esîmanan xwe davêtin hemêza erdê bi xwe re agahiyeke dilsoz jî anîbû. Fatma îsa ji xaka dayîk û bavê xwe dûr kirasnodera Sovyetê jiyana xwe ji dest dabû.[1]