Navê pirtûkê: Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî
Navê nivîskar: Samî Tan
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Enstîtuya kurdî ya Stenbolê
Sala çapê: 2005
[1]
Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî
Ev xebata hêja ya Samî Tan, ku bi navê Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî ji aliyê Enstîtuyê ve tê weşandin, encama xebat û lêkolînên dûr û dirêj e. Samî Tan ku ji bilî ro- jnamegerîtiyê wek zimanzan û pisporekî zimanê kurdî jî tê naskirin, xebata xwe ya berê Waneyên rêzimanê kurmancî ji nû ve di ber çav re derbas kiriye. Tê de hem guherînên girîng kirine û hem jî mijarên nû lê zêde kirine. Bi van kirinan, xebateke cihêreng derketiye holê.
Amadekarê vê xebatê, ku endamê Enstîtuyê û yê Beşa zimanê kurdî ya saziya me ye, ji gelek kes û çavkaniyan sûd wergirtiye û naveroka xebata xwe zengîn û dewlementir kiriye. Aliyekî din î girîng ê vê xebatê ew e ku Samî Tan jî daye ser şopa kesên mîna Celadet Bedirxan û Feqî Huseyn Sagniç û xebata xwe bi kurdî nivîsandiye, ne ku bi zimanekî din mijarên rêzimana kurdî rave kirine.
Nota: el archivo PDF de este libro no está disponible, por favor ayuda Kurdipedia obtener este archivo! Enviar libro Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî) Lenguaje, haga clic en el icono de
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 2,051
Escriba su comentario sobre este artículo!