Li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin.
Vê êvarê li Hewlêrê, konsulxaneya giştî ya Fransa merasimek bo pîrozkirina dused û sî û sêyemîn salvegera destpêkirina şoreşa mezin ya Fransa li dar xist.
Di merasimê de Serok Barzanî û nûnerên parlemento, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê û çendîn partiyên siyasî beşdar bûn.
Konsulê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Olivier Decottignies gotarek pêşkêş kir û cejna netewî ya welatê xwe pîroz kir û got: “Bijî dostaniya Fransî û Kurdan.”
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di merasimê de axivî û bal kişand ser pêwendiyên navbera gelê Fransa û gelê Kurd.
Sefîn Dizeyî got: “Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyanê ye, pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê vedigere 50 heta 60 salên beriya niha.”
Roja 14 Tîrmeha sala 1789 li paytext Parîsê, neyarên rêjîma wê çaxê ya Fransa êrişî girtîgeha Bastille kirin û hevalên xwe yên ku bi fermana şahê Fransa hatibûn girtin, azad kirin. Ew çalakî bû destpêka şoreşa mezin ya Fransayê ku 10 salan kişand û di dawiya şoreşê de rêjîma welêt ji sultanî û şahtiyê vegeriya komariyê.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,182
Escriba su comentario sobre este artículo!