Cîgirê wezîra berevaniya Almanya, general Markos Lobans gihîşt Hewlêra paytexta Kurdistanê.
Îro danê sibê cîgirê wezîra berevaniya Almanya, general Markos Lobans gihîşt Hewlêrê û ji aliyê wekîlê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û sererkanê Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin.
Cîgirê wezîra berevaniya Almanya yekser çû dîtina pispor û şêwirmendên serbazî yên Almanya li Hewlêrê û paşê jî gihîşt Wezareta Pêşmerge.
Almanya yek ji wan welatan e ku di şerê DAIŞê de di hemû waran de alîkariya Pêşmerge dikir û heta niha jî dike. Niha jî Almanya di piroseya reforman de alîkariya Pêşmerge dike.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,379
Escriba su comentario sobre este artículo!