Li navçeya Çêlikan a parêzgeha #Semsûr#ê ya #Bakurê Kurdistanê# demsala berhevkirina tûtinê dest pê kiriye.
Cotkarên ku bi ked û zehmetek mezin tûtin çandibûn niha li bexçeyan dest bi rakirina berê wê kirine. Lê îsal li gor sala borî ji ber çend nexweşiyên çandiniyê berhemê wan nîv bi nîv kêm bûye.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Çêlikanê Huseyîn Akin got “Tûtina me ya Çêlikanê îsal hemû bi nexweşî bû. Ji ber nexweşiyên virûsê ji sedî 50 berhem kêm bû. Lê tûtin di bazarê de pere dike, ji ber vê yekê cotkarên me kêfxweş in.”
Tûtina ku ji baxçe tê berhevkirin, ji bo ku bê hişkkirin, bi benan ve tê girêdan. Di hemû qonaxên berhemanîna wê de jin, mêr, ciwan û kal herkes beşdar dibe. Lewra ev take deriyê debarê ye ji bav û bapîran ji wan re maye.
Welatî Fatma Agaoglu dibêje “Zehmetiyên wê zêde ne, nanê me li ser vê tutinê ye. Em tûtinê difiroşên û piştre wan pereyan xerc dikin û bo malê didin tiştên pêdivî. Em biçûk bûn bavê min wan tûtin dikir, lê hindik bû, niha pir dikin. Em bi van pereyan kurên xwe zewicandin, û keçik kirin bûk. Me pê zarokên xwe dan xwendinê.”
Debara piraniya welatiyên navçeyê li ser çandina vî berhemî ye, lê zeviyên wan ên çandiniyê sînordar in.
Berhemhênêrê Tûtinê Yaşar Yeşîlyurt anî ziman “Çandina tûtinê karek gelek zehmet e. Debara Çêlikanê ji sedî 100 li ser tûtinê ye. Ji bilî tûtinê ti alternatîfeke me nîne. Ji xwe erd jî sînordar e. Her malekê 1 yan 2, herî zêde 5 donim erd heye.”
Semsûr bi berhemê xwe yê tutînê bi nav û deng e û di berhemanîna wê de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza sêyêm de cih digire.
Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Semsûrê sala derbasbûyî cotkarên vê parêzgehê 18 hezar ton tûtin berhemanîbûn, lê ew rêveberî pêşbînî dike ku ew berhemanîn îsal bo 8 hezar tonan dakeve. [1]