Werger û wergêran di kurmanciyê de: paşxane û hindek pirsên îroyî
Ergin Öpengin
1. Sereta
Yekem nimûneyên wergerê di kurmanciyê de, wergera Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ya Mela Mehmûdê Bayezîdî û hindek nusxeyên Încilê ne ku di nîvê duyem ê sedeya XIXê de ji layê mîsyonerên rojavayî hatine encamdan. Heke em vê diyardeyê di nava çarçoweya siyasî û edebî ya wê çaxê de bi cih bikin û wisa tefsîr bikin, bêguman destpêkeke nisebeten ne-zêdedereng e. Lê belê, em dibînin ku van nimûneyên pêşî rê li ber duristbûna tradîsyonekê venekiriye; lewre heta serê salên 80yan, gava roşinbîrên kurd li Ewrûpaya rojava kelk ji derfetên sazûmanî û dewletî wergirtin û ji bo dabînkirina (tedarîkkirin) materyalên dersên kurdî di xwendegehan de dest bi wergêrana deqên edebiyata cîhanî kirin, hîç hewleke birêkûpêk a wergêranê xuya nebûbû li ser sehneya roşinbîriya bakurê Kurdistanê. Ev qederê sê deheyên dawî ne liv û bizaveke wergêranê di kurmanciyê de berçav e. Lê belê, van hewlan heta niha şêweyê projeyên berfireh negirtibû, bêtir di çarçoweya hêz û şiyana kesê/a wergêr de bû. Di demekê de ku Kurd bi zimanê xwe nedihatine perwerdekirin û kar û xebata sazî û dezgehên kurdî ya bi pênavê ziman û edebiyata kurdî tûşî kosp û astengên yasayî û pratîk dibû, bêguman zêde muhtemel nebû ku bizaveke xwedan-bername û birêkûpêk a wergerê pêk bihata. Herwiha, serincek bi ser serhatiya wergerê di kurmanciyê de diselimîne ku rewşa wergerê hevterîb (paralel) bûye digel rewşa siyasî û civakî û roşinbîrî. Li ser vê paşxaneyê, em dê di vê gotarê de hewl bidin serhatiya wergerê di kurmanciyê de pêşkêş bikin û serinceke taybet bidine ser bizava wergerê ya piştî salên 80yan da ku taybetî û layenên serekî yên hewlên wergêranê, her digel kêşe û girîftên ku ew bizav tûşî bûyê, destnîşan bikin. Lê belê, sereta, em dê munaqeşeyeke teorîk pêşkêş bikin ji bo ronkirina hindek layenan, paşê dê awireke mêjûyî bidine ser pêşketin û werara (tekamûl, guhorîn) zimanê kurdî ji bo dabînkirina bingehê mêjûyî da ku rê bide tehlîleke birêkûpêktir ji bo têgihiştina îroya meydana wergera kurdî.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 745
Escriba su comentario sobre este artículo!