Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 518,785
Imágenes 106,065
Libros 19,349
Archivos relacionados 97,379
Video 1,398
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Nîrxandina Kitêbên Dibistana Seretayî Yên Ji Bo Kurdên Rojava Hatîn Amadekirin
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kitêbên Dibistana

Kitêbên Dibistana
NÎRXANDINA KITÊBA “BÎRKARÎYÊ 1”
Bê goman hebûn û nebûna #kurd#an bi zimanê wan ve girêdayî ye. Ji ber wê çendê ye, dijminên kurdan her tiştî ji kurdan re serbest dikin. Ku kurd bixwazin dibin ticar, dibin mebus, dibin mamoste, dibin hakim, dibin serokê şaredaran, lê tehemûla dijminên wan ji zimanê kurdî re nîne. Ew dizanin ku hebûna kurdan bi zimanê wan ve girêdayî ye. Ji ber wê çendê ev xebata kitêbên dersê xebateka gelekî bi rûmet e. Zimanê me heta di dibistanan de nebe zimanê xwendinê, Zarokên me bi kurdî nexwênin û jîyanê bi kurdî fêr nebin, hebûna me jî dikeve di talokê de. Ev xizmeteka gelekî bi rûmet e. Ji ber wê çendê ez sipasîya “Komxebata Bîrkarîyê” dikim.
Hê min dest bi nîrxandina kitêbên “Komxebata Bîrkarîyê” nekirî, ezê di derheqê nêrîna kurdan û zimên de çend gotinan bibêjim.
Mixabin kurd li ser navê zimanekî dewlemend ava bikin, ketine ber zimanê xwe, bi destên xwe; zeîf, lewaz û asîmîle dikin. Pêşî Mîr Celadet ji elfaba me herfên “h û ‘e”ê ji zimanê me avêtin, bi hezaran peyvên erebî û farisî ji zimanê me bişavtin û zimanekî feqîr û lewaz danîn ber me. Li gor kurdan ev xizmeteka gelekî lazim û di cihê xwe de û bi qîmet bû.
Halbukî ez li zimanzanên tirk û farisan dinêrim, bi hezaran peyv ji zimanê erebî anîn û di nav zimanê xwe de bi cih kirin û zimanê xwe dewlemend kirin. Farisan ji sedî 40 peyvên erebî di zimanên xwe de bi cih kirin zimanê xwe ji astenga peyvan xilaskirin. Ev jî ji zimanê xwe re weke kêmayîyekê nedîtin. Ji elfaba ereban 9 herfên bê deng anîn di elfaba xwe de bicih kirin. Ev jî weke dewlemendîyeka zimanê xwe parastine. Çimkû mejîyê wan mejîyekê emperyal bû. Mezin difikirîn. Tirsa zimanên bîyanî ji wan re tine bû. Heta îro jî ji bo “komkirinê” “cem’a” erebî bi kar tênin. ji boyî gohertina van peyvên erebî jî tu xebatên farisan nînin. Xwe li wan dikin xweyî û dibêjin ev peyv farisî ne.
Ez li komxebatên kurdan dinêrim, mixabin hê jî hevokeka kurdî nikarin serast bikin. Damezrandina peyvan ne bi zanyarî tê peyda kirin. Ezê di vê derheqê de serhatîyeka xwe ji we re pêşkêş bikim.
Ji bona sinfa 5 ê kitêbek yê bihata amadekirin. Ez jî beşdarî xebata Komxebata Zanîngeha Artuklu bûm. Komxebatê peyva “dibistanê” guherî, kirin “xwendingeh”, peyva “doktor” guherîn kirin “nojdar”. Gengeşa min û wan li ser guherîna peyvan kêm nebû. Gelo çima ev peyv tên guhertin? Heta îro jî ez nizanim sebebê guherîna wan peyvan çi bû. Kê emir dida, an gelo zarokên kurdan wateya peyva “doktor û dibistanê” nedizanîn? Zarokên kurda peyva “nojdar û xwendingeh”ê baştir dizanîn? Na. Bes min ev fêhm dikir. Dar ketibû destê wan lazim bû, ferqeka wan jî hebe.
Ez vê fikir û metodê di xebata Komxebata Bîrkarîyê de jî dibînim. Komxebat, xwe hewqasî zana dibîne tişta ne li xweşê wan be guherîne û navek jêre çêkirine. Wan jî wek komxebata Artuklu hewce nedîtine ji gel re îzah jî bikin. Ka çima ew peyv îcad kirine. bi çi metodê ji çi arîkarî standine an jî teşbîha bi çi ve hatîye kirin. Gelo çire navê “kûp” a tirkî kirine “kab” ma ne lazim e îzahatek ji vê re bê kirin?
Ezê di nîrxandina kitêbên “Komxebata Bîrkarîyê” de li ser van metodên li jêr rawestim. Ez dizanim ku em kurd tu caran kêmayîyên xwe qebûl nakin. Digel vê jî ezê di vê derheqê de fikrên xwe pêşkêş bikim.
Kitêbên dersê ne weke romanekê ne. Ne weke cîrokekê ne. Divê bi zanyarî bên amade kirin.
Ji ber wê çendê; ezê xebata “Komxebata Bîrkarîyê” ji alê van metodan ve binîrxênim.
Ji alê ziman, hevoksazî û rastnivîsê ve,
Ji alê metoda hînbûnê û pedegojîya zarokan ve,
Ji alê peydakirina (afrandina) terîman ve,

JI ALÊ ZIMAN, HEVOKSAZÎ Û RASTNIVÎSÊ VE
Ji bo dibistana seretayî hevok û peyvên bên bikaranîn divê zelal û bên fêhmkirin. Hevok; hêsanî be. Peyv; di rojanede bên bi kar anîn. An jî mexseda komxebatê ew be ku, zarok di jîyana xwe ya rojane de wan hevok û peyvan bi kar bîne.
Emê li zimanê komxebatê binêrin ka çiqasî zelal e. Wateya wê çiqasî tê fêhmê.
***
“Helîkopter li jora çiyê ye.”
“Dilopên baranê li jêra ewran e.”
Di van hevokan de peyva ” li jora” û “li jêra” wateya hevokan xira dike. Lazim e di şûna peyva “li jora “de peyva ” li raserî” bihata bikaranîn.
Di şûna peyva “li jêra” de jî peyva ” di bin re” werê bi kar anîn. Ev hevok waha bûna.
“Helîkopter li raserî çiyê ye.”
“Dilopên baranê di bin ewran re ne.”
Em dikarin bêjin, di van hevokan de peyvên “jor û jêr” nayên bi kar anîn.
***
“Çêçik di hundirê zembîlê de ye û mirîşk li derveyî zembîlê ye.”
Di hevokan de deçeka “li” wateya “liwêbûn”ê saz dike.
Halbukî lazim bû di şûna daçeka “li”yê de daçeka “jêcudabûnê” “ji” bihata bi kar anîn. Hevok waha bûwa:
“Çêçik di hundirê zembîlê de ye û mirîşk ji derveyî zembîlê ye.”
***
“BEŞA DUYEM: HEJMAR JI 0 HETA 10”
“WANEYA DUYEM: HEJMARÊN 4, 5 û 6”
“BEŞA ÇAREM: HEJMAR JI 11 HETA 20”
Ji alê ziman û rastnivîsê ve ev hevok qelsin.
Di vê mijarê de reqem “jimar” ne hatine tewand in. Bingiha zimanê kurdî tewang e. Lazim e ev hevok waha bin.
BEŞA DUYEM: HEJMAR JI 0 ê HETA bi 10 an
WANEYA DUYEM: HEJMARÊN 4, 5 û 6 ê
“BEŞA ÇAREM: HEJMAR JI 11an HETA bi 20 an”
lazim e hejmar bên tewandin.
***
Di hevoka “Çar komkirin du çend e? 4 + 2 =?
“Çar komkirin yek yeksan pênc” 4 +1 = 5
Lazim e peyva “komkirin”ê di van hevokan de nayê bi kar anîn. Ji ber ku “komkirin” nayê wateya ku hejmarek li ser hejmereka din bê zêdekirin.
“Komkirin” navê kirarîya zêdekirinê ye.
Lazim e hevok waha bûwa.
“Çar zêde du çend e? 4 + 2 = ? an jî
“Çar û du çend e? 4 + 2 = ?
Not: Divê em jibîr nekin bingeha vê mijarê zêdekirin e.
Ji xwe Komxebatê jî peyva “zêde” û zêdekirin”ê di gelek cihan de bi kar anîye.
Komxebatê xwestîye terîmekê di şûna (+) yê de peyda bike; lê mixabin peyva “komkirin” nayê wê wateyê. Ku ez bim di şûna “komkirin”ê de peyva “zêdek” bê bikaranîn serastir e.
***
“Pênc derxistin yek yeksan çar.” 5 – 1 = 4
Di hevoka “Pênc derxistin yek yeksan çar.”ê de
Di vê hevokê de lazim e peyva”derxistin”ê nayê bi kar anîn. Ji ber ku “derxistin” nayê wateya ku hejmarek ji hejmereka dîtir bê derxistin.
“derxistin” navê kirarîya kêmkirinê ye. Lazim e hevoka waha bûwa.
“Pênc kêm yek yeksan çar.”e. An jî
“Ji pêncan yek derkeve dimînin çar.”
Komxebatê xwestîye terîmekê di şûna (-) yê de peyda bike; lê mixabin peyva “derxistin”navê kirarîyê ye. Nayê wê wateyê.
Ku ez bim di şûna “derxistinê” de “kêmek” bê bi kar anîn serastir e.
***
Di hevoka”Noşînê 4 pimpimok kirîn, 3 ji wan firiyan, çend pimpimok di destên wê de man?” de,
Li gorî sinfa yekem ev hevok ne zelal e. Lazim e, hevok bi rihetî bê fêhmê. Di şûna cînavkan de navê wan tiştan bên bi kar anîn.
Lazim e hevok waha bûwa.
“Noşînê 4 pimpimok kirîn, 3 pimpimok firiyan. Gelo çend pimpimok di destê Noşînê de man?”
***
Di hevoka “5 çûk li ser darê hebûn, 2 ji wan firiyan, çend çûk li ser darê man?” de,
Li gorî sinfa yekem ev hevok ne zelal e. Lazim e, hevok bi rihetî bê fêhmê. Di şûna cînavkan de navê wan tiştan bên bi kar anîn. Di şûna lêkera “hebûn”ê de jî lêkera “bûn”ê bihata bi kar anîn.
Lazim e hevok waha bûwa.
“5 çûk li ser darê bûn. Ji wan çûkan 2 çûk firiyan. Gelo çend çûk man li ser darê?”
***
Di hevoka “Pênc zarokan dilîst, sê zarokên din li wan zêde bûn, bi giştî bûn çend.” de,
Li gorî sinfa yekem ev hevok ne zelal e. Lazim e, hevok bi rihetî bê fêhmkirin. Di şûna cînavkan de navê wan tiştan bên bikaranîn. Lazim e hevok waha bûwa.
“Pênc zarokan dilîst, sê zarokên din li wan zêde bûn, bi giştî bûn çend zarok.”
***
“GEWDEYÊN GEOMETRΔ
Ev hevok, hevokeka îzafeya pirhejmarî ya mêyîtîyê ye. Ji ber wê çendê lazim bû, di vê îzafeyê de raveber (GEOMETRÎ) qertafa mêyîtîyê “ê” yê bistîne. Hevok li gorî mantiqa tirkî hatîye sazkirin. Lazim e hevok waha bûwa.
“GEWDEYÊN GEOMETRÎK” an jî
GEWDEYÊN GEOMETRÎYÊ”
“1-TEŞEYÊN GEOMETRÎ “
“2- GEWDEYÊN GEOMETRΔ
Ev her du hevok jî bi heman mantiqê hatine sazkirin. Di gelek hevokan de ev mantiq heye. Lazim e qertafa îzafeyê bê bikaranîn.
***
Di hevoka “Em dibînin ku zarokan sêgoşeyek çêkirine” de,
Bireser di vê hevokê de yek teşe ye. (şikle) Bireser “sêgoşe”ye. Lazim e, lêker jî li gora bireser bête kêşandin. Bireser yek hejmar e, lazim e, lêker jî yekhejmar be.
Di hevoka”Em dibînin ku zarokan bazinek çêkirine.”de
Di hevoka”Em dibînin ku zarokan milkêşek çêkirine” de
Bireser di van hevokan de yek teşe ye. (şikle) Bireser “bazin û milkêş”e. Lazim e, lêker jî li gora bireseran bête kêşandin. Bireser yek hejmar in. Lazim e, lêker jî yekhejmar bin û hevok waha bûna;
“Em dibînin ku zarokan sêgoşeyek çêkirîye”
“Em dibînin ku zarokan bazinek çêkirîye.”
“Em dibînin ku zarokan milkêşek çêkirîye”
***
“BELAVKIRINA WANEYAN LI SER SALA XWENDINÊ”
Ev hevok yek bi yek ji trkî hatine wergerandin. Lazim e ev hevok waha bûwa:
“BELAVKIRINA WANEYAN LI SER SERDEMA XWENDINÊ”
***
JI ALÊ PEDEGOJÎ Û METODÊ VE
Divê em di sêrê vê mijarê de îfade bikin ku ji alê pedegojîya sinfa 1’ê de komxebat neserwext e.
jiber ku pontowê nivîsê û mezinbûna pontowan ne li gorî sinfa1’ê ye. Divê berî hertiştî pontowê nivîsê li gorî pedegojîya xwendekaran bên serastkirin.
Yaduwê; mentiqa komxebatê mentiqa dersxana ye. Di demeka kin de xwe jê xilas bike. Halbukî lazim e, ji bo perwerdeyê çiqas teknîk û metodên heyî bên bikaranîn. Mijar, bi mînakan bên rewa kirin.
***
“BEŞA DUYEM: HEJMAR JI 0 HETA 10” de; divê pêşî reqem (jimar) bêne rewa kirin, paşî jî hejmar. Di vê mijarê de kifşe ku komxebatê îhtîyaç bi reqeman nedîtîye. Halbukî di sinfa yekem de bingeha hejmarê reqem in. Divê demekî berfereh li ser deng, nivîsandin û hinge hejmara reqeman bi tiştan bêne berçavkirin, da di mejîyê zarokan de rûne.
“Ji sembolên ku hejmartinê nîşan dikin re hejmar tê gotin.”
Ev îfade jî ne rast e. Lazim e waha bûwa.
“Ji sembolên ku hejmartinê nîşan dikin re reqem( jimar) tê gotin.”
Komxebatê ji bo her reqemekê 4 mînak nivîsîne.
Gelo ev çar mînak têra hînbûna xwendekaran dikin? Na. Divê xêzikên vale an jî bi noqteyan reqem bên nivîsandin da xwendekar bi hêsanî pê qelemê bi ser de herin nivîsandina reqeman hîn bibin. Ji aliyekê dîtir ve, lazim e ev reqem (jimar) di nav xêzika defterê de bên nîşan kirin. Sinurek(hidûdek) ji mezinayî û biçûkayîya wan re hebe. Da xwendekar bi hêsanî binivîsin. Hema bêje di hemû mijaran de têra hînkirinê çalakî û rahênan (becerî) nehatine amadekirin. Ji bo hinkirina xwendekaran divê bi berferehî em cih bidin çalekîyan.
Metoda komxebatê ji alîyê pedegojîya xwendekaran ve ne serast e. Ku ev kitêb ya dersê be, lazim e qaîdeyan bi rihetî îzah bike û xwendekar jî bi hêsanî fêr bibin. Divê ev kitêb, qaîdeyên hînkirinê pêşkêşî mamoste û xwendekaran bike. Rehber û çavkanîya hînkirinê be. Di kitêbên dersê de divê nîrxandin cihekê gelekê hindik bigire. Lazim e di dawîya waneyan de nîrxandin bi kurtayî cih bigire. Mixabin ji çalekîyên hinkirnê bêhtir, pirsên nîrxandinê cih digirin.

JI ALÊ PEYDAKIRINA (AFRANDINA) TERÎMAN VE
Wateya terîman çîye? Çima peyvên terîmî tên afirandin? Divê em pêşî mexseda terîman fêhm bikin paşî di wê derheqê de gotinekê bibêjin.
Terîm ew peyv in, ji bo; ilmê, sin’et, spor, muzîk, matematîk, fen, huquq, tip, edebîyat, tîyatro, sînemayê bên bikaranîn û herkes wateya wan bizane ku ji bo çi têne bikaranîn. Gotinên terîmî, divê di nav îş û karên rojanede an jî ji bo tiştekê dîtir neyên bi kar anîn.
Gel, di nav îş û karê rojane de terîman bi kar nayîne.
Mînak:
rengdêr, cînavk, geometrî, arîtmetîk. kafîye, redîf, qarbon dîoksît.
Nexwe teybetîya terîman ew e ku bê gotin herkes fêhm bike bê ka çîye.
Ez di vê bawerîyê de me, zimanê me ji alê terîmên matematîkê ve lewaz e. Jiber wê jî Komxebata Bîrkarîyê hinek terîm peyda kirine. Mala wan ava.
Divê em li terîmên bêne peyda kirin binêrin, gelo asarekî wan di nav zimanê me de heye an na.
Ya diduwê terîma bê afrandin, gelo wateya wê ya bingehîn, di rojane de heye an na. Divê em muqayesa wê û zimanên bîyanî bikin, Gelo di zimanên bîyanî de teşbîha wê terîmê bi çi hatîye kirin. Teşbîha wê bi heyberan re çîye?
Ya sêyê; Em ne mecbûrin zimanekî ji nû ve ava bikin. Her tiştî ji nûve biafrênin. Eger terîmeka di erebî, farisî an di tirkî de heyî di zimanê me de rûniştibe. Em ne mecbûrin wê terîmê biguherin. Farisan û tirkan jî ev kirîye. Nîvê bêhtir terîmên wan bi erebî û latînî ne. Lazim e em kurd jî ji vê metodê îstîfadê bibînin. Ev ne kêmayîyeke ji bo me. Belkî bibe dewlemendîya peyvan ji zimanê me re.
Piştî vê vegotinê emê terîmên Komxebata Bîrkarîyê peyda kirî binîrxênin.
Pêşî emê ji terîma navê “bîrkarî”yê dest pê bikin.
Gelo çima we navê “matematîk”ê kirîye “bîrkarî”? Hema bêje di zimanê Hînd Awropîyan tevan de “matematîk” e. Di erebî de cuda ye.”rîyadîat” farisan ji ereban girtîye.”hesab-rîyadîat”. Gelo mantiqa “bîrkarî”ya we çîye? peyva “matematîk” ê bê bi kar anîn çi zerera wê ji zimanê me re heye? Ev terîm rûniştîye. Di nav zimanên Hînd Awropîyan de. Peyva “bîrkarî” dibe terîm. Îtîraza min ne li terîma “bîrkarî”yê ye. Îtîraza min, çima ne “matematîk” be? Terîmek di zimanên bîyanîyan de bi piranî bê bikaranîn çima zimanê me de jî neyê bikaranîn û nebe dewlemendîya zimanê me?
1- Terîma “dam”ê; gelo çima “dam”? Dam navê leyîstikekê ye. “dam” navê heftîya serê salê ye. Peyva “dam” ê tu teşbîha bi çarkenaran ve nîne. Jiber wê çendê peyva “dam”ê nabe terîm”. Çimku wateya wê ya bingehîn leyîstoka damê ye. Ku peyva “dam”ê bê gotin wateya “kare” nayê bîra tu kesî. Halbukî peyvên terîmî ew peyvên ku bêne gotin, divê herkes wateya wan ya terîmî bizane û ti wateyên dîtir ji wan neyên fêhmê. Ereba û farisa gotîye: “muraba'” Yanî (çar kenar). Awropîyan bi piranî “quadre” yanî “kare” yanî çarkenar bi kar anîne.
Di kurdî de “çarçik” hatîye bi kar anîn. Yekbiyek belkî ne “kare” be; lê bi wateya “murebaa” erebî ye. Gelo çire em, ji “çarçik”ê îstifade nebînin? An jî ji peyva “kare”yê ev peyv ne trkî ye û ne erebî ye.
Ez bim di şûna peyva “dam”ê de peyva “kare”yê bê bikaranîn serasttir e. Herkesê wateya wê ya terîmî bi hêsanî fêhm bike. Jiber ku tu wateyê wê yên dîtir nînin.
2- Peyva “bazin”; ev peyv di kitêbên kurdê Iraqê de jî tê bi kar anîn. Teşbîha “çember”ê bi “bazin” di cihê xwe de ye. Lê peyva “bazin” nabe terîm. Jiber ku peyva “bazin” bê gotin wateya “çember”ê nayê bîra tu kesî. Wateya wê ya bingehîn bazinê desta ye.
Jixwe peyva “çember”ê farisî ye. Mantiqa peyva “kember û çember”ê yek e. Ihtîmaleka mezin e; peyvên “kin-ber û çend- ber” ê hatine kurt kirin. Li gorî qaîdeyên tirkî kirine “çember û kember”
Ku ez bim em peyva “çember”ê bi kar bînin serasttir e. Herkesê wateya wê ya terîmî bi hêsanî fêhm bike. Jiber ku tu wateyê wê yên dîtir nînin.
3- Peyva “milkêş”; ev peyv di kitêbên kurdê Iraqê de jî tê bi kar anîn. Gelo teşbîha şiklê “milkêş”ê di kurdî de çar kenaran têne bîra kurdan? Na. Nexwe we ev peyv bi teşbîha çi, li gora çi kirîye terîm?
Lazim e, em ji bo şiklên çar kenar, navekê gelemperî peyda bikin. Ez bim peyva “çarçik”a kurdî navê şiklên çarkenarên kurdî tevan dihewîne. Wekî: ” kare, çarçika tîk, çarçika paralel, çarçika hevkenar
Di şûna navê “milkêş”ê de jî peyva “çarcika tîk” bê bikaranîn serasttir e.
4- Peyva “kab”; gelo teşbîha şiklê “kab”ê. bi teşbîha çi, li gora çi we kirîye terîm? Wateya peyva “kab”ê ya bingehîn kaba insana ye. Ya duwê kabên leyîstikê ne. Tu teşbîha kaban bi peyva “kûp” ê re nîne.
Ev peyv bi piranî di zimanê Avrupîyan de bi peyva “kûp”ê hatîye bikaranîn. Farisan û ereban bi peyva “mîkab”ê bi kar anîye.
Gelo em jî bi peyva “kûp”ê bikarbînin çi zerera wê ji zimanê me re heye. An jî “mîkab”a erebî û farisî bê bikaranîn ne çêtir e. Lazim e, peyvên terîmî mana wan kifş be.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,152
HashTag
Fuentes
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
Artículos relacionados: 7
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-08-2021 (3 Año)
Libro: Educación
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( سارا ک ) en 26-10-2022
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) en 28-10-2022
Este artículo ha actualizado recientemente por ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) en: 26-10-2022
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 1,152
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 518,785
Imágenes 106,065
Libros 19,349
Archivos relacionados 97,379
Video 1,398
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.359 segundo!