HISÊN CIMO
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
Di 24`ê Tîrmeha 1923`an de, di navbera dewletên mezin ên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi serketin û Hikumeta Meclisa Mezin a Gel a #Tirk#iyê, Peymana #Lozan#ê hate îmzekirin. Peyman ji 143 bendan pêk dihat û danûstandinên peymanê, 9 mehan dirêj kir. Di dema dawî de, Navenda Misirî ya Lêkolînan, peyman ku ji 61 rûpelan pêk dihat werger kir. Lê rastiyên danûstandinê bi 8 zimanên aliyên ku tevlî peymanê bûne û hinek ji wan nûnertiya gelek gelan dikin, di nava bi hezaran rûpelan de hatine belavkirin.
Lê ev peyman, ji bo #Kurd#an xwedî çîrokeke xerab e. Çîrokeke ku bi dehan salane bi devkî tê vegotin. Di salên dawî de jî, di aliyê siyasî de gelek tê bikaranîn. Ev çîrok jî derbirîneke ku nahêle mêjî bifikire. Çîroka Kurdan a têkildarî mijarê wiha dibêje:
“Di sala 1923`an de, dema danûstandinên di navbera Tirkiyê û Ewropayê ji bo îmzekirina Peymanê Lozanê, dewletên Ewropayê gelek astengî derxistin pêşiya rayedarên dewleta Tirk. Rayedarên Ewropayê red kirin ku li ser peymanê îmze bikin û gotin gelek heye ew jî Kurd in û axa Kurdan li rojhilatê Tirkiyê heye. Eger em li ser peymanê îmze bikin, wê çi bi serê Kurdan were?Rayedarên Tirkiyê, ji raydarên Ewropayê re gotin Tirkiyê ne tenê dewleteke ji bo Tirkan e, lê belê dewleteke ji bo Tirk û Kurdan û herdu gelan jî biryar dane ku bi hev re bijîn. Lê rayedarên Ewropayê, îdiayên rayedarên Tirkiyê bawer nekirin. Serokê şanda Tirkiyê Ismet Paşa xwe gihand Kemal Ataturk û jêre got ku eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê dewleteke Kurdan were avakirin. Lewra pêwîst e ku rayedarên Ewropayê bawer bikin ku Kurd û Tirk wê bi hev re bijîn. Mustefa Kemal Atatur bang li #Hesen Xeyrî#(Parlamenterê Kurd ku nûnertiya Dersimê dikir) kir ku cilên kurdî li xwe bike û bi hev re biçin parlamentoya Tirkiyê. Bi vê gavê re, wê ji rojnamevanan re û şandên biyanî re bidin nîşandan ku hikumeta Tirkiyê bi neteweya Kurd, çand û zimanê wan, itîraf kiriye. Her wiha Ataturk ji Hesen Xeyrî xwest ku nameyeke bi heman şêweyî bişîne Lozanê. Hesen Xeyrî jî ev name rêkir û li gorî wê, Ewropayê li ser Peymanê Lozanê, îmze kir. Bi vê yek re jî, xeyala serxwebûna Kurdistanê ji holê hate rakirin.”
Ev çîrok bi awayekî mezin û zanebûn, hate belavkirin û bû alavek ku pêvajoya herî aloz di #dîroka Kurdan# a nûjen de, neyê fikirandin. Gelo ma ji şerwelê Hesen Xeyrî û nameya wî ya telegrafîk, zêdetir tiştek li ser Peymana Lozanê tune ye?.
Ev çîroka Kurdan li vir bidawî nabe, a ku rewşenbîr û xwendevanên ku rastiyên dîroka nûjen dizanin an jî ku wisa texmîn dikin. Piştî ku nameya Hesen Xeyrî û cilên wî yên kurdî di parlamentoya Tirkiyê de, xeyala serxwebûna Kurdistanê ji holê rakir, ku mirov xeyal dikir eger şerwalê Hesen Xeyrî ne di cihekî şaş de be, wê xeyala serxwebûnê pêk bihata. Gotineke din li ser Hesen Xeyrî ku li ser benê darvekirinê ye, tê gotin. Armanca wan zelal e ku giringî nedin darvekirina Hesen Xeyrî ji aliyê Dadgeha Serxwebûnê ve. Ev îdiya çêkirî ku Hesen Xeyrî li ber benê darvekirinê gotiye, wiha ye:”Wesiyeta min ji we re ku hûn gora min li ser rêya ku Kurd têre derbas dibin çêbikin, da ku her kurdekî ku di wê rêyê re derbas dibe, tife min bike.”
Lê ev vegotineke kevin e û beşek ji folkora Kurdan û ne tenê girêdayî kesayetekî diyar e. Ev gotin, di esasê xwe de ya axayê Kurd Cemîl Çeto ye. Di yek ji vegotinên navdar ên kêliyên dawî yên jiyana Cemîl Çeto beriya ku wî darve bikin, wesîyet kiriye ku gora wî di cihekî de ku 7 gundên Kurdan digihîne hev çêbikin, da ku xelkên ku di wir re derbas dibin, tife wî bikin û bêjin:”Çemîl Çeto, tu kîjan kerê yî.” Ev şêwe di pirtûka Nezîr Cibo ya bi navê”Rûpelek ji dîroka Kurd-R149″ hatiye bibîrxistin ku Cibo, xwe spartiye lêkolîna Mehmûd Baksî. Her wiha Zekî Boz Arslan bi nêzî heman şêweyî di pirtûka ya xwe bi navê”Nêrînek li Dîroka Kurdistanê”de aniye ziman. Di heman demê de, Cegerxwîn jî di bîranên xwe de, behsê kiriye. Lê malbata Cemîl Çeto ev îdiay bi temamî derewand. Hin belge hene jî ev îdiay derew in, lê ev ne mijara nivîsê ye. Gotina Hesen Xeyrî ya beriya darvekirinê, li gorî tê gotin û şahidên ku beşdarî darizandinê bûne wiha ye:”Ey gelê Kurd! Ji min dersê bigirin û zanibin ku gotina herî zêde ya divê hûn jê bawer nekin dema ku Kemalîst bibêjin, gotina şerefê ye.”
Dadgeha Serxwebûnê, Hesen Xeyrî di 23`ê Mijdara 1925`an de, di nava hemleya sêyemîn ê darvekirinê de, darve kir. Hemleya yekemîn a darvekirinê di 27`ê Gulanê de bû ku têde birêz Ebdulqadir Nehrî hate darvekirin. Hemleya duyemîn jî di 29`ê Hezîranê de bû ku têde Şêx Seîd Pîran hate darvekirin.
Agahiyên piştrastkirî yên der barê Hesen Xeyrî de, pir kêm in. Lê navê wî bi awayekî cûda di gelek bîranên siyasetmedarên Kurd ên wê demê de, tê bibîrxistin. Ev mijar jî ez ê di nivîsên bê de , di çaçoveya rolên wî yên siyasî de behsê bikim. Li gorî agahiyên ku neviya wî (Serpil Güneş) û yek ji neviyên wî yê nêz, serokê şaredariya Hozan, Codet Konak weşandiye û li gorî hin belgeyên din, me dikaribû ku kurte bîbliyografyayek li ser jiyana wî çêbikin. Beriya ku em derbasî nava qada siyasî bibin ku wî xwe di nav de dît.
Hesen Xeyrî Beg neviyê Bîr Hisên e, serokê eşîra Milkîşî ya kurdî ku li herêma Çemîşkzik diman. Hesen Xeyrî di sala 1881`an de li gundê Akpinyarê(Kaniya spî) ê girêdayî navçeya Hozat a Dersimê jidayîk bûye. Xeyrî kurê Murteda Axa Kankozadh serokê şaxê eşîra”Şêx Hesenlî ye”.
Di belgeyên ku navê Hesen Xeyrî tê de hatiye bibîrxitstin, karmnameyên Dibistana Eşîran a li Istenbolê ye. Ev dibistan sala 1892`an hate avakirin û dibistaneke hûndirîn e û dema xwendina têde jî 5 sal in. Zarokên eşîrên mezin ên Kurd û Ereban ên ku temenê wan di navbera 12-16 salî de bûn, tevlî wê dibistanê dibûn. Navê Hesen Xeyrî jî di nava gurupa yekemîn de ku hejmara wan 86 şagirtên ku ji zarokên serokên qebîleyên Osmaniyan bûn.
Ew di nav şagirtên wîlayeta Memûra Elezîz”Xarpît” de hatibû qeydkirin û bi navê Hesen Xeyrî ku hejmara navê wî 52 bû hatiye nivîsandin û navê bav jî Murteda Axa, ji eşîra Qereh Balî(Li gorî karnameyan), herêma Dersimê, gundê Azronek. (Yûcîn Roxan-Dibistana Eşîran a li Istenbolê-Werger:Nehar Mihemed Nûrî-Dar Elweraq, 2014, R-36).
Her wiha navê Hesen Xeyrî ne di nava şagirtên jêhatî de bû. Dema rojnameya”Terwet Finûn” ango”Dewlemendiya Hunerê”wêneya sê şagirtên herî giring ên dibistanê girtin, wekî”Serdarên ciwanên ku soza dayîna karên baş ji bo wan hatiye dayîn “, Hesen Xeyrî ne di nava wan de bû. Di nava wêneyê de, lîderê Kurdan Xalid Beg heye, ku lîderekî meydanî yê herî bi hêz Cibran di navbera sala 1921`an de heta dema darvekirina wî 1925`an de. Her wiha Hesen Xeyrî û Xalid Beg di asta xwendinê ya hevbeş de di heman salê bûn. Herdu jî di beşê şer ê dibistanê de di şaxê siwaran de hatin erkdarkirin. (Binêre Dibistana Eşîran-kevî-R-59). Di heman demê de, wêneyeke hevbeş a şagirtên Kurd di rojnameya “Terewt Finûn”-Hejmar 380-sal 1898 de hate belavkirin. Di wê wêneyê de, piraniya şagirtên Kurdan ên di Dibistana Eşîran de diyar dibin, ji wan Sebrî Efendî û Hesen Xeyrî ye.
Hesen Xeyrî piştî ku ji şaxê Siwaran a Fakulteya Şer derçû, di 24`ê Sibata 1898`an de, wekî sertîp di nava Feyleqê 4`an de, cih girt. Her wiha gelek erk û xizmet li Siwêrek û Arzincan kir. Xeyrî, wekî nûnerê Dersimê di dewreya dawî ya Encûmena Parlamentoya Osmaniyan de, cih girt. Di heman demê, bû serokê Şubeya Leşkerî li wîlayeta Wanê.
Hesen Xeyr Beg di nava siyasta Kurdan de xwedî kesayetekî bandor bû, dema ku di dewreya çaremîn a Encûmena Parlamentoya Osmaniyan de û dewreya yekemîn a Parlamentoya Tirkiyê parlamenter bû.
Li Diyarbekirê, Hesen Xeyrî fermandarê tabûra parastinê bû ku ji Pêşmergeyan pêk dihat ên bi Mustefa Kemal re digeriyan(Gotina Pêşmerge neviya Xeyrî di gotara xwe de bibîr xistiye û ne bi wateya Pêşmergeyan di dema niha de ye). Xeyrî wekî endamê paralmentoyê bi cilên xwe yên kurdî beşdarî civînên parlamentoyê dibû. Xeyrî bi Xalid Diya Beg re, sala 1923`an nameyek ji Kongreya Lozanê re rêkir û têde xwesteka Kurdan a mayîna di nava yek dewletê bi Tirkan re, ragihand.
Her wiha Hesen Xeyrî heman kesê ku di parlmentoyê de, çeka xwe li pêşberî Mustefa Kemal rakir, dema dît ku Mustefa Kemal dev ji sozên xwe yên berê yên têkildarî rêveberiya xweser a Kurdistanê an jî dewleteyeke hevbeş a gelên Tirk û Kurd, berdaye. Her wiha Xeyrî zimanên kurdî, erebî, tirkî, farisî û fransî zanibû.
Hesen Xeyrî Beg û hevalê xwe Xalib Beg, du kesayetên ku roleke giring di şoreşa 1925`an de li bakurê Dersimê lîstin. Tevî ku herêm bi tevahî beşdarî berxwedanê nebû. Xeyrî bi awayekî yekser bi nûnerê Şêx Seîd li herêma Dersimê ku bi navê Şêx Şerîf hate naskirin, di nava kordîneyê de bû. Şêx Şerîf wekî fermandarê tevgera şoreşgerî li herêma Kurdên Elewî hatibû erkdarkirin. (Şeyh said dosyasi –3 nisan 2015 )
Di berdewamiya nivîsê de yên li ser Hesen Xeyrî, wê ne wekî parêznameyên parastina vî kesayetî ne. Xeyrî wekî gelek kesayetên di serdema xwe de û hevalên xwe, şaştiyên xwe hene. Lê ya seyr, ew ku berpirsyartiya têkçûna neteweyek bi giştî, bixin stûyê Hesen Xeyrî û bibe sembolê îxaneta mezin. Di bûyerên îxanetê yên roja me ya îro de, ji kesê xayîn re tê gotin ku berdewamiya Hesen Xeyrî ye. Tiştên ku em ê di rûpelên pêş de bêjin, mijara têkçûna Kurdan di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştî wê, ji nameya Hesen Xeyrî ya ji Lozanê re, mezintir û girêtir e.
Dibe ku bûyereke bi vê giraniya xwe, di dema danûstandinên lihevanînê yên di navbera du eşîran de, bibe sedema pevçûnekê. Lê bê gûman, bandorê li ser pêvajoya danûstandinên herî mezin a navndewletî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, nake. Dibe ku ji ya herî girêgtir ji dema Kongreya Viyanayê sala 1815 de be. Wekî ku di kaxez û nîqaşên Kongreya Lozanê de diyar dibe ku, di navbera serokê şanda Birêtaniyayê Lord Curzon û serokê şanda Hikumeta Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyê Ismet Înano de, gengeşiyek bi rengekî henekî li ser maseya xwarinê têkildar hebûna Kurdan li Tirkiyê heye an na, çêbû. Lê ji ber bê edebiyeta û refleksa Ismet Înano, Lord Curzon pêkenokên xwe zêde kir û ji Ismet Înano xwest ku têkildarî erêkirina Kurdan a mayîna di nava yek dewletê bi Tirkiyê re, belgeyekê pêşkêş bike. Di rastiya xwe de, Birêtaniyayê bi xwe, biryara wê dabû û ne beşek ji danûstandinê bû. Mijar ew bû ku Înano xwînteliya Lord Curzon tehemûl nekir.
Kurta pêvajoya danûstandinê û şandina nameyê ji Enqereyê ber bi Lozanê, bi vî rengî bû.
Lê çima tenê dema mijar dibe Hesen Xeyrî, bûyereke dîrokê li ser tê rawestandin, ew jî nameya Lozanê ye û çîrok heta dawiyê nayê temamkirin? Çi beriya nameyê û piştî wê kir?Eger li “Berî û piştî”were temaşekirin, diyar dibe ku çima Hesen Xeyrî wisa kir, ku piştre bû şaştiyek ji ber ku bûyeran piştre rêyeke diyarker girt. Piştre diyar bû ku xwespartina Mustefa Kemal ku tenê salekê be jî, wekî rewşa Hesen Xeyrî, ev xwespartin têk çû. Hesen Xeyrî wekî gelekên wekî xwe, ev şaştî piştî sala 1923`an, hewl da rast bike. Heta dîroka darvekirina xwe, Hesen Xeyrî, têdikoşiya da ku vê şaştiyê rast bike.
Tu çavkaniyên vê çîroka destpêkê, ya der barê “îxaneta” Hesen Xeyrî tune ne. Lê bê guman kesekî ji hevdemên wî ev tewanbarî lê nekiriye, tevî ku wê demê kevneşopeke wiha hebû ku serkirdeyê Kurdan xwe ji berpirsyariya binkeftinan didan alî jî. Lê di salên dawî de, êdî ev nav ji bo nixumandina têkçûna komeke siyasî li vir ya li wir, hate bikaranîn. Êdî naveroka qaşo xiyaneta Hesen Xeyrî bi komeke din ve dihate girêdan, ku ew kom xiyaneta xwe eşkere dike, lê tu rol û çêja wê jî tune ye.
Ne tenê li dijî Hesen Xeyrî ev tewanbarî hatine kirin, her wiha hin tewanbarî li dijî Şêx Seîdê Kurd (Newresî) jî tiştên wiha gotin dema piştgiriya Şoreşa 1925`an nekir. Dîsa li dijî Şêx Seîd Palo (Pîran) dema ku bang kir ku Kurê Sultan Ebdilhemîd Duyemîn bibe xelîfeyê Kurdistanê. Her wiha şîroveyên şaş yên der barê peymana Sêverê de.
Ev hemû bûyer û çîrok diyar in, lê heta niha cewherê wê ew e ku hewldanên analîzkirina dîrokî û siyasî bi awayekî giştî nehatine kirin.
Hesen Xeyrî ji pêkanîna şaştiyên mezin ne bê guneh e. Lê nameya wî tu rol di derketina Kurdên têkçûyî ji Lozanê nelîst. Biryara têkçûna Kurdan berê hatibû standin, ango ji dema Kongreya Qahîre Birêtaniyayê sala 1921`an. Armanca nivîsandinê ne li ser kesayet wî ye, lê belê hewldaneke rakirina xeyaleke dîrokî ku nahêle em xwendinê jinûve dewam bikin û li ser bûyerên ku hîştin Kurdistanê derkeve dervayî nexşereyên”Dewleta neteweyî”lêkolîn bikin.[1]