Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 522,656
Imágenes 105,736
Libros 19,696
Archivos relacionados 98,586
Video 1,419
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Eylem Mazlûm - Evîndar Kavak
Grupo: Mártires | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eylem Mazlûm

Eylem Mazlûm
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Eylem Mazlûm
Nav paşnav: Evîndar Kavak
Cihê jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Dayik-Bav: Vezîre-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka

$Kurtejiyana şehîd:$
Herêma Mêrdînê bi biryardariya xwe ya bi salan a li ser parastina çanda Kurd, bi berxwedana xwe ya ji bo azadiya welatê me Kurdistanê her tim bûye xwedî cihekî taybet. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa êrîşên dijmin, lê xelkê me yê Mêrdînê yê berxwedêr ti carî ji nirxên xwe tawîz neda, di têkoşînê de israr kir. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re xelkê me yê Mêrdînê jî cihê xwe li gel PKK'ê û gerîlayên azadiyê girt, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava vê têkoşînê kir û bi sedan şehîd da, bi vî rengî pêşengiyê ji têkoşîna me re dike.
Hevrêya me Eylem jî weke ferdeke ji vî xelkê têkoşer li navçeya Stewrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Xalê hevrêya me Eylem hevrêyê me Lokman salên 1990'î tevlî nava partiya me bû û sala 1999'an şehîd bû. Vê rewşê bandor li jiyan û paşeroja hevrêya me Eylem kir û biryardariya wê xurtir kir ku li ser şopa xalê xwe bimeşe. Di ciwaniyê de gelek caran firsend dît ku hêzên me yên gerîla bibîne; kete bin bandora sekna jiyan, şêweyê têkiliyan û qîmetê ku gerîla dide mirovan. Piştî ku hîn bû çavkaniya vê kûrahiya îdeolojîk a sekna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê felsefeya Rêbertî ye, destpê kir ku hîn bêhtir Rêbertî bixwîne. Hevrêya me Eylem her ku Rêbertî xwend ku hêviya gelê Kurd û gelên bindest e, hîs kir ku bêhtir nêzî çavkaniya azadiyê dibe. Hevrêya me Eylem ku dilê wê ji aliyekî ve ji bo azadiyê lê dida, li aliyê din jî li hemberî komkujiyên li gelê me dihate kirin, bi berpirsyariya xwe zanî bû. Bi taybetî gihîşt wê baweriyê ku divê hesabê komkujiyên li Şengal û Rojava ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li gelê me hatin kirin bê pirsîn û têgihişt ku ev yek jî bi têkoşîneke radîkal dibe.
Hevrêya me Eylem li ser vê bingehê sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû, li Qendîlê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Bi perwerdeyê re ji xwe re kir armanca esasî ku ji aliyê leşkerî ve xwe ji pêvajoya şer re amade bike. Ji bo vê jî hîn bû ku gelek çekan bi kar bîne, di rê û rêbaza gerîla de xwe kûr kir. Her wiha tevî ku berê Rêbertî xwendibû jî li çiyê dît ku perwerdeya îdeolojîk hîn bêhtir bandor li jiyana wê kiriye û ev yek ji bo wê bû hêzeke mezin. Bi taybetî weke gerîlayeke jin li hemberî şert û mercên giran ên çiyê şerekî mezin ê îradeyê da û bi demê re bi çiyê re bû yek. Ev yek ji bo wê bû moralek. Hevrêya me Eylem bi çiyê re xwe ji nû ve afirand û yekemcar bi rastiya xwe hesiya.
Piştre derbasî qada Zapê bû, li vir cihê xwe di nava şerê giran de girt, bêteredût tevlî şer bû, bi tevlîbûna xwe ya li nava şer re bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Eylem ku demeke dirêj li Zapê pratîk kir, gelek gavên destpêkê li vê qadê avêt. Ji çalakiya xwe ya destpêkê heta bi agahiya destpêkê ya li ser şehadetê gelek bûyerên destpêkê li Zapê dît. Ji aliyê leşkerî û jiyanî ve di heman demê de bi tecrûbeyeke mezin bi vê qadê ve hate girêdan. Bi taybetî şehadeta hevrêyên wê yên ku bi hev re li dijî dijmin şer kir, bandoreke mezin li hevrêya me Eylem kir. Lewma di her meşê de, li her serê çiyayekî bîranînên hevrêyên wê hatin bîra wê. Ji ber vê yekê jî cîhana wateyê ya hevrêya me Eylem mezin bû û êdî bi rengekî cuda li çiyê û xwezayê nihêrî. Li Zagrosan ku xwedawendan textê xwe lê danîn, weke gerîlayeke YJA Starê li dijî dewletên zalim ên li dijî çanda xwedawendan şer dikin, kete nava têkoşîneke mezin. Vê yekê hêz û moraleke mezintir da hevrêya me Eylem. Ji bo xwe kir armanca herî bingehîn ku sînorên li pêşiya wê hatine danîn ji holê rake û dîwarên li pêşiya xwe hilweşîne. Bi kedeke bêhempa û hewldaneke mezin ev armanca xwe pêk anî. Hevrêya me Eylem analîz û parêznameyên Rêberê me ku ji xwe re weke çavkaniya jiyanê didît li Zapê xwend, bi vî rengî nehişt ku navbera bikeve navbera wê û Rêbertî. Hevrêya me Eylem her ku Rêbertî xwe tiştên nû hîn bû, her tiştên hîn bû jî veguherand parçeyek ji jiyana xwe. Di tecrîdkirina Rêberê me de weke milîtaneke Apoyî xwe berpirsyar dît û ev rewş qebûl nekir. Ji bo vê jî gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Baweriya xwe bi wê anî ku ji bo vê qada têkoşîna herî mezin Bakurê Kurdistanê ye û xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Lê belê biryar da ku beriya wê di rêbaz û taktîka gerîlatiya serdema nû de xwe nû bike, kûr bike û bibe gerîlayeke profesyonel. Bi vî rengî tevlî pêvajoyeke perwerdeyê bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve perwerde kir û dersên mezin wergirt.
Hevrêya me Eylem ku di asta moral û biryardariyê de têkoşîna xwe bilind kir, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî qada Botanê bû yek ji qadên destpêkê yên têkoşîna me ya çekdarî ye. Piştî ku derbasî Bakurê Kurdistanê bû her tim hewl da li refên herî pêş tevlî nava jiyanê û şer bibe. Bi girîngiya qada Botanê ji bo gelê me û tevgera me tevgeriya, têkoşiya û xwest vê têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Hevrêya me Eylem cihê xwe di nava fermandariya herêma Kato Jîrka de girt û weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ji bo pêşî li asîmîlekirina gelê me yê Botanê bigire kedeke mezin da. Bi çalakiyên ku li qada Katoyê pêk anî, derbên giran li dijmin xist. Di êrîşên dijmin de gihîşt asta şehadetê û cihê xwe di dîroka lehengiyê ya gelê me de girt.
Xelkê me yê Botanê ku bi dilsoziya xwe ya bi xakê, çand û welatê xwe bi salan li dijî dagirkeran sekneke bi rûmet nîşan da, bi destpêkirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna fedaî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, bi partiya me PKK'ê re bû yek. Bi hezaran ewladên xwe yên leheng bi baweriyeke mezin a bi fedaîtiya PKK'ê tevlî nava refên gerîla kir. Derbeke mezin li armanca qirkirinê ya dewleta Tirk xist. Ji ber vê yekê mejiyê qirker di serî de Botanê li gelek qadên Bakurê Kurdistanê komkujî li gelê me kir, bi hezaran gund şewitand, vala kir û bi sed hezaran mirovên me koçber kir. Dijminê ku dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê bi vî rengî dewam bike, li bin guhê berxwedana bi rûmet a gelê me ket. Gelê me ku felsefeya azadiyê ya Rêberê me û berxwedana fedakar a gerîla nas kir, di her şert û mercî de berê xwe da berxwedanê.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 566
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 02-01-2023
Artículos relacionados: 3
Grupo: Mártires
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Dialecto: Kurdo - Badini
Género: Femenino
Military rank: No specified T4 708
Nación: Kurdo
No specified T3 81: Norte del Kurdistán
No specified T3 82: Mardin
No specified T3 85: Norte del Kurdistán
Personas Tipo: Militar
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئەڤین تەیفوور ) en 02-01-2023
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 03-01-2023
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 566
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biografía
Abdullah Öcalan

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 522,656
Imágenes 105,736
Libros 19,696
Archivos relacionados 98,586
Video 1,419
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biografía
Abdullah Öcalan
Folders
Artículos - Libro - Filosofía Artículos - Tipo de documento - Traducción Artículos - Publication Type - Born-digital Artículos - Dialecto - Español Artículos - Provenza - Kurdistan Artículos - Original Language - Inglés Biblioteca - PDF - Biblioteca - Libro - Mujeres Biblioteca - Libro - Filosofía Biblioteca - Libro - Social

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.313 segundo!