$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Simko Serhildan
Nav û paşnav: Behzat Mahmûdî
Cihê jidayikbûnê: Banê
Navê dê û bav: Zîbê – Hisên Omer
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevalê me Simko di malbateke welatparêz de li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata xwe welatparêz e, di temenekî biçûk de bi nirxên Kurdewarî û Kurdistanî mezin bûye. Rêheval Simko li ser sînorê Başûr û Rojhilat mezin bûye û di temenekî ciwan de vê rastiyê fêm kiriye ku welatê me bûye çar parçe û gelê me bêhejmar rastî komkujiyan hatiye. Vê yekê hêrseke mezin di dilê wî de çêkiriye û bi wê baweriyê ku divê tola hemû qetlîaman bên hilanîn mezin bû. Ji ber kevneşopiya berxwedanê ya kûr a ku ji malbata xwe wergirtiye, gihîştiye wê baweriyê ku divê bi awayek aktîf tevlî têkoşînê bibe. Hevdîtina tevgera me ya azadiyê ya bi gerîla re bi serê xwe xaleke veguherînê pêk anî. Di şexsê gerîla de rêhevaltiya PKK'ê, jiyan û têkoşîna bêhempa ya azadiya gelê me dibîne, biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2014’an de li ser navê jiyan û welatê azad tevlî gerîla bû. Rêheval Simko fêm kir ku hest bi tenê serê xwe têra têkoşînê nake, ji bo hîn baştir felsefeya Rêber Apo afirandiye hîn bibe xwe gihandiye asta milîtanekî fedayî yê Apoyî. Rêhevalê me Simko ku xwe bi nirxên bingehîn ên Apoyî perwerde kir, bi taybetmendiyên xwe yên dilsoz, paqij, zelal û kedkar bûye kesayetek ku hemû hevalên me dixwazin pê re bixebitin. PKK’ê ya ku jê bandor bû, ji bo ku jiyana xwe û rêhevaltiya xwe hîn zêdetir dewlemend bike, ked û xebateke mezin nîşan da. Ji ber vê yekê jî her tim li pêşiyê tercîh kiriye û her tim bûye pêşeng. Bi helwest û tevlêbûna xwe bawerî da hevalên xwe, pêşengtiya çalakbûna rêhevalên xwe ya têkoşînê kir. Rêhevalê me Simko ku bi tevlîbûna timî bi moral û coş hemû zehmetiyan derbas kir, bû milîtan û parêzvanê jiyaneke bi wate. Dîsa ji bo ku bikaribe bersivê bide êrîşên leşkerî yên dijmin û bibe fedaîyê Rêber Apo û gerîlayekî profesyonel ê modernîteya demokratîk, di akademiyên leşkerî de hat perwerdekirin; Tişta ku ji felsefeya Apoyî hînbû bi qada leşkerî re kir yek, bû gerîlayekî profesyonel. Weke şopdarê rêhevalê me şehîd Simko Serhildan ku yek ji fermandarên me yên mezin e ku hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de însiyatîfên taktîkî yên nû anîne nava tevgera me, ji bo vê yekê kedeke mezin da. Di gelek xebatên stratejîk ên ku hesasiyet, hişyarî, xwerêveberî û fedekariyeke mezin hewce dikir de cih girt û bi van xebatên xwe bi awayekî serkeftî îspat kir ku ew berendamek mezin a fermandariyê ye.[1]