Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 519,741
Imágenes 105,216
Libros 19,552
Archivos relacionados 97,889
Video 1,414
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Mûsa Mîromilan - Mûsa Mîromilan
Grupo: Mártires | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûsa Mîromilan

Mûsa Mîromilan
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mûsa Mîromilan
Nasnav: Canşêr Makû
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Medîne-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 12-03-2023/ Mêrdîn

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Canşêr ji eşîra Celalî ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Eşîra ku jê ye, di dîroka Kurdistanê de bi berxwedêriya xwe tê naskirin û ti carî li ber dagirkeran serî netewandiye. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa dagirkeran, lê belê tevî zext û komkujiyan jî ji nasnameya welatparêziyê tawîz neda. Jidayikbûna li nava malbateke bi vî rengî ya ji kevneşopiyeke xurt a berxwedanê, kir ku hevrêyê me Canşêr hîn di zarokatiyê de bibe xwedî têgihiştineke welatparêziyê. Hevrêyê me Canşêr tevî ku ji zarokatiyê ve partiya me PKK û Rêber Apo bihîst, ji ber êrîşên dijmin û bandora hawirdora xwe, gihîşt wê baweriyê ku divê ev yek veşartî bimîne û bi dilsoziya bi Rêber Apo û partiya me PKK'ê mezin bû. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya sala 1999'an de ku li hemberî Rêberê me hate kirin, ji gundê wan tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû û li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê gelê me ji bo xwedîderketina li Rêber Apo rabû serhildanê. Vê yekê bandor li hevrêyê me Canşêr kir. Di vê pêvajoyê de bi lêkolînan partiya me baştir nas kir, jiyana me ya partiyê weke armancek ku divê xwe bigihînê diyar kir. Piştî ku di destpêka salên 2000'î de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Makûyê dest bi kar kir, hevrêyê me Canşêr yekemcar gerîla dît, vê yekê ew xiste nava kelecanekê. Bi taybetî jiyan û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor lê kir. Di şexsê gerîla de dest bi fêhmkirina rastiya PKK'ê kir, weke ciwanekî bi rûmet biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe. Bi vê biryardariyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ber bi azadiyê ve gava destpêkê avêt û di sala 2006'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Bi perwerdeya li nava refên gerîla wergirtî welê xwe hîs kir, ku jinûve ji dayik bûye û kete nava têkoşîna xwe jinûve avakirinê. Her ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bû, her ku hînî têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz ên partiya me PKK'ê û jiyana komunal bû, fêhm kir ku cewhera bi PKK'ê re watedar bûye, Kurdîtiya qedîm a hezaran salî ye û kete bin bandora vê rastiyê. Jİ bo felsefeya jiyana azad a Rêber Apo fêhm bike, kûr bike û Kurdîtiya cewhera wê di nava PKK'ê de dît bi têrkerî bijî, her kêliya xwe bi kûrbûnê derbas kir. Têgihişt ku bi tevlîbûna li nva karên Hêzên Taybet dikare armancên xwe pêk bîne û sala 2007'an beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Canşêr bi perwerdeyê di kesayetiya xwe de guhertinên mezin pêk anî, ti carî ji bîr nekir ku fedaîtî cewhera PKK'ê ye, di tevahiya jiyana xwe de bi rengekî fedaî tevlî bû û ev cewhera xwe timî mezin kir. Hevrêyê me Canşêr demekê li herêma Zapê tevlî kar bû, bi hêza ji perwerdeyê wergirtî beşdarî pratîkê bû, li herêma Zapê cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt. Di van çalakiyan de carekê ji milê xwe birîndar bû, lê belê ev birîna xwe di demeke kurt de rehet kir, careke din li hevrêyên xwe vegeriya û wezîfeya xwe dewam kir. Di sala 2008'an de pismamê wî Canşêr û di sala 2009'an de pismamekî wî yê din hevrêyê me Zindan şehîd bûn, ku şehadeta pismanên wî ji hevrêyê me Canşêr re bû serdemeke diyarker. Têgihişt ku dilsoziya bi hevrêyên şehîd re, xwedîderketina li bîranîna wan bi mezinkirina têkoşîna wan dibe, li ser vê bingehê tevlî bû. Weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo di sala 2010'an de ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî destpê kir, ji bo li Bakurê Kurdistanê pêngavên şoreşgerî bide destpêkirin û gelê me bigihîne azadiya ku mafê xwe ye, derbasî qada Mêrdînê bûn. Heta sala 2015'an li qada Mêrdînê ma, li dijî dijmin gelek çalakî pêk anî, hesabê komkujiyan ji dijmin pirsî û di heman demê de bingeha wê yekê amade kir ku gelê me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe birêxistin bike. Di vî karî de bi nêzîkatiya xwe ya fedakar û keda xwe ha bêhempa hem li nava gelê me hem jî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî. Hevrêyê me Canşêr her tim hewl da hêjayî hezkirina gelê me û hevrêyên xwe be. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de gava ku dijmin bi rengekî hovane û li derveyî mirovahiyê êrîşî gelê me kir, hêrsa hevrêyê me Canşêr a li dijî dijmin qat bi qat mezintir bû. Di sala 2016'an de derbasî qada Botanê bû û li vir sekna xwe ya çalakiyê dewam kir, li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de vê carê jî ji rûyê xwe birîndar bû, lê belê bi îradeya xurt a ji hêrsa li dijî dijmin xwe komî ser hev kir û cihê xwe li çeperên berxwedanê girt. Hevrêyê me cihê xwe li gel gelek fermandarên me yên hêja girt, sûd ji tecrûbeyên wan wergirt û bû fermandarekî serketî. Bi taybetî ji bo bicihanîna rêbaza gerîla û taktîka dema nû kete nava hewldanên mezin, di vê mijarê de têkoşiya. Di sala 2017'an de hevrêyê me Canşêr careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya, pratîka 6 salan a li Bakurê Kurdistanê nirxand û ji bo dersên pêwîst jê werbigire beşdarî nava perwerdeya akademiya leşkerî û îdeolojîk bû. Ev pêvajoya perwerdeyê weke demeke girîng a kûrbûnê nirxand, kêmasiyên xwe yên di pratîkê de hewl da fêhm bike. Tecrûbeyên ku li Bakurê Kurdistanê wergirtî bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da wan bikin fermandarên şareza.
Hevrêyê me Canşêr ku 3 salan li qada Metînayê tevlî karên pratîkî bû, di vê demê de ji bo careke din biçe Bakurê Kurdistanê pêşniyar kir. Di vê pêvajoyê de ku li Metînayê bû, firsend dît ku esasên gerîlatiya serdema nû tecrûbe bike, bi baweriyeke mezin tevlî projeya jinûve avakirina gerîla bû. Bi israr xwest, ku tecrûbeyên li vê derê wergirtî li Bakurê Kurdistanê bixe pratîkê û hevrêyên li wê derê jî li ser vê bingehê jinûve birêxistin bike. Hevrêyê me Canşêr di vê israrê de bi ser ket, weke endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê careke din li qada Mêrdînê vegeriya. Hevrêyê me baş zanîbû ku şert û mercên giran ên qada Mêrdînê tenê bi rêbaza gerîla ya jinûve avabûyî dikare ji holê rake, lewma pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Canşêr li vê derê tevlî gelek çalakiyên serketî bû û mîsyona xwe bi cih anî. Di êrîşên dijmin ên 11-12'ê Adara 2023'an de tevî hevrêyên xwe bi rengekî bêhempa li ber xwe da, bi berxwedaneke hêjayî sekna xwe ya fedaî heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Ji fermandarên fedaî yên gerîlatiya serdema nû hevrêyê me Canşêr wê her tim pêşengiyê ji me re bike.
[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 345
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 24-04-2023
Artículos relacionados: 2
Fechas y Eventos
Mártires
Grupo: Mártires
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Dialecto: Kurdo - Badini
Género: Macho
Military rank: No specified T4 708
Nación: Kurdo
No specified T3 80: Mardin
No specified T3 81: Norte del Kurdistán
No specified T3 82: Mako
No specified T3 85: Este Kurdistán
Personas Tipo: Militar
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئەڤین تەیفوور ) en 24-04-2023
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( زریان سەرچناری ) en 24-04-2023
Este artículo ha actualizado recientemente por ( ئەڤین تەیفوور ) en: 24-04-2023
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 345
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 519,741
Imágenes 105,216
Libros 19,552
Archivos relacionados 97,889
Video 1,414
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Folders
Mártires - Género - Macho Mártires - Nación - Kurdo Lugares - Provenza - Norte del Kurdistán Artículos - Provenza - Fuera Biblioteca - Provenza - Mexico Biblioteca - Provenza - Spain Biblioteca - Tipo de documento - Idioma original Artículos - Tipo de documento - Idioma original Biblioteca - Tipo de documento - Traducción Lugares - Lugar - Ciudad

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.234 segundo!