Rola gelê Kurd di avakirina şehristaniya gelên Rojhilata navîn de - Xeleka (3)
#Biradostê Mîtanî#
Hêjano em ê vê carê hin ji zanista Kurdî ya bandor li çanda gelên Rojhilata Navîn kirî ,bi kurtî bêjin:
=KTML_Bold=Erdnîgarî:=KTML_End=
Di zanistiya xaknîgariyê de diyar dibe ku rola gelê Kurd pir xwert e ,ji ber ku mîna yên weke Ebû elfîda hene :
EBÛ ELFÎDA' ELEYÛBÎ أبو الفداء الايوبي حاكم حماة, ev zanyarê gerdûnî , xaknîgarî , dîroknas û nojdar bû
Navê wî SIMAYILÊ ELIYÊ MEHMÛDÊ MEHEMEDÊ EMERÊ ŞAHÎNŞAHÊ EYÛBÊ ŞADÎ YE , ew padîşahê HEMAYÊ bû di dema Memlûkiyan de , dema desthilata Eyûbiyan li wê heremê vegerand 1310 z û ma ta 1331 z
Ew evîndarê avedaniyê bû , wî mizgefta dehêşa (EBÛ ELFÎDA ) , gora xwe û quba wê û menare û na'ûre avakirin û bi ser mizgefta NÛRÎ de zêde kir ji perwerdê re û navê wê kire REWŞEN ( Bi vî navê KURDÎ),12 pertûk nivîsandin . Yên navdar ji wan : Kurtahiya dîroka miletan ,roznama beledan , gunaş , dîroka navdarên zanyariyê, pertûkek di nojdariyê de , dewleta Xwarizmî û pertûka elkamil a Ininelesîr bire serî .
Wî li ser banê mizgefta dehêşa rewangiheke gerdûnî û feleknasî danî bû . Pê ezman lêkolîn dikir , lewra wî çiyayek ser heyvê dît , niha Ewrupiyan navê wî çiyayî li ser heyvê kirine EBÛ ELFÎDAجبل ابو الفداء
wî rêjeya avê û bejê li ser goka cîhanê gotibû .
wî li ser nojdariyê , geyê,helbest , pend ,siyaset,leşkerî ,pêtûliya felsefê , mozîk û olê dixwend û dinivîsand
Lêkolînên wî li ekadimiyê ROSIYA , FERENSA , INCELTIRA, BELCÎKA ÎTALIYA û gelek deverên din têne dayin di perwerdê de û navê wî yê sêyemîne di nav navên zaniyariyan de ,li ser dîwarê hola semînaran di komela xaknîgariya FERENSÎ de ye.
-Nûderî û afrênerî : Dîsa va yekî wilo KURDE bi berhemên ku wî nûder kirine bûna bingih ji zanistiya CÎHANÎ tev re :
Endizyarê nûdervan , miknisyanê KURD ê mezin BEDÎ' ILZEMANÊ CIZERÎالمهندس الميكانيكي, المخترع الكردي
Ew ji Cezîra BOTAN E .Di çerxê 12 yê zayînî de di dema EYÛBIYAN de ji dayîk biwei li cizîra BOTAN û li wir serokê dîwana zanistiyê bû . Navê wî SIMAYILÊ kurê RIZAZÊ bavê IZ e.
Du pertûkên wî hene : Komdarê Ji Xaniyarî û Karê Bisûde re Di Çêkirina Finasan deالجامع بين العلم والعمل النافع في صناعة الحيل û pertûka Zanistiya Finasên Endiziyarî وكتاب معرفة الحيل الهندسية ji xeynî gelek reşnivîsan .
Hêjayî gotinê ye ku ew berya şoreşa Ewrupî ya pêşesaziyê ye سبق الثورة الصناعية الاوربية û berya wan ev alav çê kirine: Kerengê mator ,zendbiyêl , sebabe , mîl strenîkê kam anعمود الكامات , matorê ser hilmê المحرك البخاري , demjimêra avê û qûmê الساعة الرملية والمائية , misînê ku li mozîkê dida dema av di lûlika wî re dihat , amûrên mozîkê û bi dehan alavên din çêkirin . Lewra ewrupî dibêjin şoreşa me ya pêşesazî ji BEDÎILZEMANÊ CIZERÎ dest pê kiriye û ew bingiha wê ye.
Berhemên wî têne xwendin li Japon , Çîn,Ewrupa û Emerîka , li cîhanê tev.
Niha gora wî li xaka welatê wî bakurê kurdistanê li bajarê dayik û bavên wî CEZÎRA Botan e.
Û wilo gelek ronakbîr û nivîskarên KURD ên din jî hene , ji wan :
من الكتاب السوريين الكبار الذين لم يكتبوا بلغة الأم , أنهم كرد في أصلهم
Zimanzan MIHEMED KURD ELÎ ,helbestvan HAMID BEDIRXAN , nîgarkêşê cîhanî EMER HEMDÎ.
nîgarkêşê cîhanî EMER HEMD (MALVA),helbestvan XÊREDÎN ZERGULÎ,siyasetmedar EVDILREHMAN ŞEHBENDER, nivîskar SELÎM BEREKAT û ronakbîr EVDILREHMAN KEWAKIBÎ .
Bi çi awayî be bila em KURD rola xwe ya jîrek û zanist di avakirina şehristaniya CÎHANÊ de nas bikin , , ji wan في كل الاحوال تعالوا لنعرف كم لنا الكرد دور نشيط ومعرفي في صناعة الحضارة العالمية , انظروا كم من الادباء المصريين الكبار هم من الأصول الكردية MEHMÛD TEYMÛR , EHMED ŞEWQÎ , MIHEMED TEYMÛR ,, EHMED TEYMÛR , QASIM EMÎN , AYÎŞA TEYMÛRÎ, EBAS MEHMÛD EQAD ,dîroknas MIHEMED ELÎ EWNÎ , mozîksaz EMER XORŞÎD , DURIYA EWNÎ, qur'anxwên EVDILBASIT EVDILSEMED Û MIHEMED EBDE.
Henekan din jî hene : ME'RÛF ELRESAFÎ, Cemîl Sidqî Zehawî û Mehmûd Teymûr ,dîroknas Ibin elesîr û IbinXelekan Ibin kuseyr ,Ibin Teymiyê û gelekan din hê ,şikere nebûne.[1]