Nav û paşnav: Zanyar Xelîl
Nasnav: Zinar Efrîn
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Ismet
Cih û Dîroka Şehadetê: 02-10-2022
Rêheval zinar Efrîn li bajarê Efrînê yê rojavayî kurdistanê welidiye û bi nirxên xwe yên kurdayetîyê û welatparîziyê girêdayî mezin bûye. Çanda welatparêziyê a malbatê û derdora wî li ser rêhevalê me Zinar Efrîn jî bi awayekî berbiçav bandor kiriye. Ji xwe di seranserê şer û pevçûna Efrînê de yek ji berxwedêr û têkoşerê berxwedana serdemê ku bi dilekî geş û wêrek şer dikir rêheval Zinar Efrîn bû. Di destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê de û di şerê li hember xwe azadîkirin û xwe paqijkirin ji daiş bi sedan û hezaran xort û keçên rojava bi laş û giyanê xwe tevlî nava qadên şer bûn û cane xwe fedayî kurdistana azad kirin. Ji xwe rêheval Zinar Efrîn bi rûhê ciwantîya xwe ye azad ew jî tevlî xebatên şoreşê û şer bû. Di rojên reş û tarî de, di rewşên herî zehmet û bi tirs Zinar Efrîn bi giyanî dil wêrek xwe ji ber şer neda alî û di enya şer di rûyê dijmin de, rawestiya û şer kir. Ji ber ku Zinar Efrîn parastina gell û azadkirina rojava û hemû kurdistanê erkek li ser pişta xwe didît. Ango berpirsyartîyên xwe yên li hember gel û erkên neteweyî ên parasta welatê xwe di dem û wextê xweda pêk anî. Hertim êşa gelê xwe, êşa xwe didît û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê hertim amade bû. Lê mixabin dilê wî yê mazin zêde li ber xwe neda û di dîroka 02-10-2022 Zinar Efrîn, li Efrînê şehîd ket.
Çavkanî: ji devê malbata wî.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 566
Escriba su comentario sobre este artículo!