Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 523,786
Imágenes 105,996
Libros 19,733
Archivos relacionados 98,965
Video 1,422
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست 
300,497

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,119

فارسی 
8,292

English 
7,136

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Sê xortên Kurd ên ji Gundê Şotik ê!
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mihemed Riza Ҫiplak, Seydî Bettal Ҫiplak û Hisên Sirma

Mihemed Riza Ҫiplak, Seydî Bettal Ҫiplak û Hisên Sirma
Sê xortên Kurd ên ji Gundê Şotik ê!
Sıraç Oğuz
Ҫend sal piştî damezrandina komara Tirkîyê li Bajarê Meletîyê bûyerek şêlandinê diqewime. Wê demê asayîş li gelek bajar û navҫeyan, bi zehmetî dihat kontrolkirin. Li gelek deweran hinek kes derdikevin serê rê û dirban û dest bi şêlandinê dikin.
Ji wan bûyeran yek jî, li Meletîyê ji alîyê sê Xortên Kurd ên Elewî tê kirin.
Rojek ew sê Kurdên bêtirs û çeleng, di navbera bajarê Meletîyê û Siwazê da, dixwazin erebeya bankê bişêlînin.
Ew sê xort, navên wan Mihemed Riza Ҫiplak, Seydî Bettal Ҫiplak û Hisên Sirma ne û ji gundê Şotik a li ser navҫeya Erxevan (Arguvan)ê ne.
Wê demî xeberek digrin, dibihîsin ku ji bajarê Meletîyê, erebekî pereyên bankê dibe bajarê Sêwazê.
Ew hersê xortên Kurd, lihev dikin û berê xwe didin navҫeya Hekîmxanê. Li derdora rêya ku erebe tê ra derbas dibe, li ber zinaran dikevin kozikê. Bi seeta li benda erebê disekinin. Nêzîkî nîvroyê erebekî bi ala Tirk tê.
Ew dibêjin hebe hebe ev erebeye, ji ber ku ala Tirka liser erebêye. Dema ku erebe nêzikî wan dibe, ew ji kozika xwe derdikevin û pêşî li erebê digrin. Mixabin, di erebê da pere nabînin û diqaahirin. Di erebê da mirovekî qelew û fotêr li serî, jin û keҫikek û du parêzvan hebûne.
Mirovê fotêr li serî dibêje, „hûn ҫi dikin ez Walîyê Meletîyê me.“
Xort li gotinên walî guhdarî nakin. Xortê ku nave wî Mihemed Riza Ҫiplak, ҫakêtê Walî jê digre û li xwe dike, fotêrê wî jî digre û dide serê xwe. Dûra ji Walî dipirse û dibêje; “Walî efendî baş li min mêze bike, ev limin xweş hatin an li te.”
Wali ji tirsê dibêje, “li te pir xweş hat axayê min.”
Ji cêva şalê Walî da bîst lîra derdikeve. Mihemed Riza, dibêje, „tu dibêjî qey ez Walî me, lê tu ҫewa walîyî di cêva te da tenê bîst lîra heye.”
Walî dibêje, “min nizanîbû ku, ez li Ballikaya yê li cem eşqîyayan deyndar derdikevim.”
Piştî axaftinê her sê xort, destê herkesî girê didin, lê destê herd û pîreka bi zanayî sist girê didin ku ew bendê destê xwe vekin û xilas bin. Li ti kesî heqaret û bêedebî nakin û hemûyan cardin dikin erebê. Lê di erebê da telsiz (bêtêl) hebûye. Xort ji bêtêlê tiştek fehm nakin û dest nadinê. Bi lez û bez ji cîyê bûyerê dur dikevin û xwe davêjin qontarên ҫîyê.
Demek şûnda jin destê xwe vedikin û bêtêlê dixebitînin xeber didin leşkerîya Meletî yê û alîkarîyê dixwazin.
Rojek şûnda bi fermana Mîralayê Meletîyê, tîmek cendirme û liqekî leşger, gundê Şotikê dorpeҫ dikin. Li gundîyan exaret dikin. Wê demê serokeşîrek bi navê Mistefa Ҫiplak) li nahîyê mudir bûye. Dema exareta ku li gundîyan tê kirin, dibîne, ji hespê xwe pîya dibe û ji leşkerekî mîralay dipirse. Bala xwe didê, Mîralay di baxҫe da rûniştîye. Diҫe cem mîralay û bi dengek bilind dibêje; ”mîralay leşkerê xwe, ji nav gund derxe û bîne ber delavê, ezê xwerin û wexwerinê bidim we, dûra jî lêxin û herin.
Mîralay dibêje, „Mistefa Efendî ez leşkerê xwe nekişînim ewê ҫibe.”
Mistefa efendî dibêje, “min ji we ra got, nan û goştê xwe bixwin û herin. Eger ku hûn neҫin, de baş li derdora xwe mêzeke, li ҫaralîyê ҫîyê di bin her zinarekî da, yek ҫekdarek cîhê xwe girtîye. Bi yek îşaretek min, dê bi sedan mawzer biteqin û gule di ser we da werin.“
Mîralay qala bûyera ku Walî rû bi rû bûye dike û navê wan sê kesan dibêje.
Mistefa efendî, demek şûnda hersê xortan dide girtin û bi Mîralay ra di qonaxa xwe da li benda Walî disekine. Dema Walî tê qonaxê, dibîne ku hê ҫakêt û fotêrê wî, li Mihemed Riza ye.
Mîralay bi ҫirpîya darê destê xwe, ҫend caran li nav sûretê Mihemed Riza dixe û dev û pozê wî di nav xwînê da dihêle.
Mihemed Riza dibêje; „Walî efendî, ezê ҫend pirsan ji we bipirsim. Li ҫîyê me dest û lingê we girê da û we dîl girt. Me bixwesta we dikuşt û exaret li we dikir. Me bixwasta we serjê jî dikir, an jî me dikaribû her xirabî li jin û keça te bikira. De kerema xwe bibêje, me dikarîbû an jî nikarî bû.“
Walî ji eyba sor diqimile û bêdeng dimîne.
Piştra Mihemed Riza dibêje, lê em xwedî wîjdan û binamûsin. Ji ber wî jî me li we xirabîkî nekir. An ha ew qûweta we, ҫend seet berê di destê meda bû. Eger bi te û Mîralay ra zere wîjdan û namûs hebûya we li me îşkence nedikir.
Li ser gotinê Mihemed Riza, di dema dadgehkirinê da Walî dibê şahid û dibêje; “belê vana em şêlandin lê li me exaret nekirin. Bi însanetî tevgerîyan û ti zerarek nedan me.“
Gor şahidîtîya Walî, ji her sê xortan her yek, bi şeş salan tê cezakirin. Pişt ra Walî di girtîgehê da her sê xortan ziyaret dike û bi wan ra resim dide kişandinê.
Di ser bûyerê ra deh sal derbas dibe, xarzîyê Hisên Sirma, Hesen li Zanîngeha Uludaxê beşa aborîyê qezenc dike. Hesen, di zanîngehê da keҫikek nas dike, pê ra dibe heval û biryara zewacê digrin. Keҫik, Hesen dibe bi malbata xwe ra dide nasin. Malbat malbateke kevneperest e. Dema Hesen dikeve odê, ҫavê xwe li dîwarên odê digerîne, wêneyê ew sê xortên nas dibîne. Sê kesên peşmûrde rûniştî, li pişt wan jî kesekî bi cil û bergên xweş, li pê sekinîye. Bala xwe didê, têdigihîje ku ji wan yek xalê wî yê Hisên e.
Pîrejina malê dibîne ku Hesen li wêneyan pûrdîqet mêze dike. Dibêje, „kurê min ewê çeleng mêrê mine. Wextekî li bajarê Meletîyê Walî bû. Ew ên din, tu li qiyafetê wan mêze neke, ew hersê kes mirovên pir merd û birûmet bûn. Xwezil herkes mîna wan jêhatî û xwedî îfett û şerefê ba.“
Hesen dibêje; „ew yek xalê min e, yên din jî eqrebayê min in.“
Ҫavê jinikê dibiriqin û dibêje, „kurê min êdî ne hewceye em ji bo te bikevin lêpirsînê, me keҫa xwe da te û ҫû…“[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 258
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 01-07-2023
Artículos relacionados: 2
Fechas y Eventos
Palabras y Frases
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-11-2020 (4 Año)
Ciudades: Malatya
Libro: Social
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 01-07-2023
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 04-07-2023
Este artículo ha actualizado recientemente por ( سارا ک ) en: 04-07-2023
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 258
Attached files - Version
Tipo Version Nombre del Editor
Foto de archivo 1.0.114 KB 01-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biografía
Abdullah Öcalan
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 523,786
Imágenes 105,996
Libros 19,733
Archivos relacionados 98,965
Video 1,422
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست 
300,497

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,119

فارسی 
8,292

English 
7,136

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biografía
Abdullah Öcalan
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Folders
Biografía - Género - Macho Biografía - Nación - Kurdo Biblioteca - Provenza - Fuera Artículos - Provenza - Fuera Biblioteca - Provenza - Chile Biblioteca - Provenza - Mexico Biografía - Personas Tipo - Activista político Biografía - Personas Tipo - Prisionero político Biblioteca - Tipo de documento - Idioma original Artículos - Tipo de documento - Idioma original

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.391 segundo!