Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 518,413
Imágenes 105,210
Libros 19,478
Archivos relacionados 97,493
Video 1,394
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Çewtiyên Berbiçav ên Rêzimana `Hînkerê`
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bahoz Baran

Bahoz Baran
Çewtiyên Berbiçav ên Rêzimana `Hînkerê`
#Bahoz Baran#

Pirtûka bi navê “Hînker” serê vê salê ji nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  derket. Pirtûk ji aliyê Ronayî Onen, Samî Tan, Mevlut Aykoç û Sadik Varli ve hatiye amadekirin. Ji bo hînkirina zimên pirtûkeke cuda û baş e. Mijar hatine hêsankirin, hîndariyên cuda hatine dayîn û pirtûk têr û tije ye. Lê dema ku min bi çavekî zanistî û rexneyî li  rêzimana pirtûkê nihêrî, min dît ku çewtî û kêmasiyên berbiçav tê de hene.  Çewtî dema ku weke rastiyê belav bibin, tevlihevî derdikevin, rêziman û mirov dilikumin. Divê hevalên amadekar, di mijara rêzimanê de hinekî din jî baldar bin. Bi awayekî, ev çewtî divê bên rastkirin. Bi taybetî jî amadekirina Hînkera diwemîn û sêyemîn de, divê hevalên me, bala xwe baş bidin rêzimanê. Di qada rêzimanê de êdî mirov dixwînin, lêkolînan dikin, tiştên çewt tên dîtin. Hevalên ku xebatên bi vî hawî dikin,  divê guh bidin der û dora xwe jî. Qada rêzimanê, qadeke zanistî ye, li ser vê qadê, mirov jixwe nikare bê bingeh û îspat mijarekê vebêje. Îro  bi Hînkerê li gelek ciyan, di asta yekemîn de, ders tên dayîn. Ji ber vê semedê, hevalên me, divê wan çewtiyan, gaveke zûtir rast bikin. Çewtiyên ku min tespît kirin ev in:  
“QERTAFA DEMA BORIYA DÛDAR” Di tabloya rûpela  99’an de, qertafa dema boriya dûdar wiha hatine dayîn:
-e/-iye-ne/-ine Çewtiyeke wiha divê nehata kirin. “-ine û -ne” tu carî nebûne û nabin qertafa dema boriya dûdar. Hevalên amadekar, qertafa kesên pirjimar û ya dema boriya dûdar tevlihev kirine. Qertafa kesên pirjimar “-in”ê, bi qertafa dema boriya dûdar “-e”yê ve zeliqandine.Qertafa dema boriya dûdar  “-e” ye. Dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdêr be, dengdara alîkar “y” tê û dibe “-ye”. Dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdar be, ev qertaf li gorî kesê sêyemîn û yekjimar dibe “-iye”
Mînak:   Ez çûme              Ew çûye              Ew hatiye               Ew hatinehat=raya lêkerê ya dema borî-in= qertafa kesên pirjimar-e=qertafa dema boriya dûdarMînakeke din:Ew çûneçû= raya lêkerê ya dema borî-(i)n= qertafa kesên pirjimar-e= qertafa dema boriya dûdar
 “-in” qertafa kesên pirjimar e. Li dawiya lêkerê tîpeke dengdêr hebe, ev dibe “-n”.
 QERTAFA DEMA BORIYA DÛDAR LI GORÎ KESÊ DIWEMÎN Ê YEKJIMARDîsa di heman rûpelê de li jêr tabloyek heye. Di wê tabloyê de qertafa dema boriya dûdar, di kesê diwemîn de nehatiye bikaranîn. Ji bo çi nehatiye bikaranîn, nîşe jî nehatiye dayîn.Mînaka ku hatiye dayîn:Min tu dîtiyî?(dema boriya dûdar)Gelo ev dema boriya dûdar be, kanî qertaf wê “-e”?
Di kesê diwemîn ê yekjimar de bikaranîna qertafa dema boriya dûdar wiha ye:Mînak:Tu ketî(dema boriya têdeyî)Tu ketiye(dema boriya dûdar)ket: raya lêkerê ya dema borîî: qertafa kesê diwemîn ê yekjimary: tîpa alîkare: qertafa dema boriya dûdar
Li gorî rêgezên rêzimanê divê wiha be. Eger weke sedem, zimanê devkî bê nîşandan, ev nabe palpişt, zimanê devkî ergativiyê jî, aqûzativiyê jî binpê dike; lê em di rêzimanê de wan rast dikin.
RAWEYA XWESTEKÎDi vê mijarê de jî çewtiyeke berbiçav hatiye kirin. Ev mijar divê nehata tevlihevkirin; lewre di rêzimana kurmancî de, ev mijar xwedî aloziyê nîn e. Li tabloya rûpela 45’an de ev mînak hatine dayîn.Mînakên ku hatine dayîn:Ez dixwazim/naxwazim biçim.Tu dixwazî/naxwazî biçî.Hevok bi vî awayî didomin. Raweya xwestekî bi vî awayî çênabe. Lêkera “xwestin”ê lêkereke alîkar e, weke lêkerên “karîn, zanîn, wêrîn”ê, bi lêkerên din re tê bikaranîn. Çawa çewtiyeke bi vî hawî hatiye kirin, min fam nekir. Çêkirina Raweya Xwestekî bi vî hawî ye:Raweya xwestekî bi qertafa “-bi” yê çêdibe.Ez bixwim.Tu biçî.Di van mînakan de, raweya xwestekî heye. Weke din bi peyvên “xwezî” û “bila” yê jî çêdibe. Lê her du ji hev cuda ne.
Xwezî ez bixwim.Bila ez bixwim.Bi vî hawî xwestek û daxwaz xurt jî dibin.Raweyên xwestekî yên din jî, bi peyvên “divê”, “heke-ku”yê çêdibin. Di raweya fermanî de jî jixwe “bi,   -e/in” tên bikaranîn.Lê raweya xwestekî, weke ku amadekaran diyar kiriye, çênabe. Bi lêkerên alîkar raweya xwestekî çênabe. Divê ev çewtî jî demildest bê rastkirin, serê mirovan neyên tevlihevkirin. Ji amadekaran birêz Samî Tan di pirtûka xwe ya rêzimanê de ev mijar rast vegotiye, di Hînkerê de çewt hatiye vegotin.QERTAFÊN TEWANGÊ YÊN NEBINAVKIRÎ
Em, vê mijarê di pirtûka xwe de bi awayekî din vedibêjin. Lê li gorî vegotina amadekaran jî çewtiyeke berbiçav heye. Em herin li lîteratora rêzimanê ya cîhanê binihêrin. Tewang tu caran bûye nebinavkirî? Ev ji ku derket? Ev jî pirsgirêkeke din e. Tewang, tewang e, nebinavkirina tewangê tune ye. Nebinavkirinê, qertafên nebinavkirinê çêdikin. Ew jî “-ek û -in” in.Em bên ser mijara xwe. Hevalên amadekar, qertafên tewangê, bi qertafên nebinavkirinê ve zeliqandine û  tiştekî nû çêkiriye: “qertafên tewangê yên nebinavkirî”. Mirov nikare qertafan bi hev ve bizeliqîne û weke yek qertafî  nîşan bide; li gorî rêbazên rêzimanê jî ev çewt e.Mînakên ku hatine dayîn:Ez darekê diçînimZelal kevirekî diavêje.Em hevalinan dibînin.
Ev qertaf ji hev cuda ne, mirov nikare bibêje: -ekê, -ekî, -inan, ji yek hêmanê pêk hatine.Qertafên nediyariyê “-ek û -in” in.Qertafên tewangê(diyariyê) “-ê,-î,-an” in.
Hin Kêmasî û Pêşniyaz  di Heqê Hînkerê de
1. Di rûpela 7’an de tîpên “m û q” di mînakan de hatine jibîrkirin. Divê lê bên zêdekirin.2. Dema ku qertafên kesane hatin dayîn divê tîpên dengdêr û yên alîkar bên destnîşankirin û têkevin nav kevanekê. Ji ber ku ew carinan nayên bikaranîn.Mînak:    -(i)m/-me -(y)î, -(y)e-(i)n/ne3. Li şûna peyvên mîna “nebinavkirî” , “têgeh” û “rêzimanî” mirov, “nediyarî, têgîn, rêzimanê” bi kar bîne, bêtir wê di cî de be.
Mînak: Qertafên nediyariyê            Qertafên rêzimanê            Têgînên pirtûkêJi ber  ku wateyên wan ne weke hev in. 4. Di rûpela 63’an de, rayên lêkerên dema niha, weke rayên lêkerên ku di dema borî de ne xuya dikin. Divê lêkerên ku di dema niha de hatine bikaranîn tam bên dayîn. 5. Di rûpela 104’an de “lêker” weke “rader” hatine binavkirin, divê ev jî bê rastkirin. 
[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 550
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-11-2023
Artículos relacionados: 5
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 03-08-2019 (5 Año)
Libro: Literario
Provenza: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 04-11-2023
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 05-11-2023
Este artículo ha actualizado recientemente por ( سارا ک ) en: 04-11-2023
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 550
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biografía
Abdullah Öcalan
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 518,413
Imágenes 105,210
Libros 19,478
Archivos relacionados 97,493
Video 1,394
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biografía
Abdullah Öcalan
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Folders
Documentos - Tipo de documento - Idioma original Documentos - Document style - Documentos - Provenza - Fuera Documentos - Ciudades - Sinjar Documentos - Provenza - Kurdistán del Sur Documentos - Dialecto - Español Artículos - Libro - Filosofía Artículos - Tipo de documento - Traducción Artículos - Publication Type - Born-digital Artículos - Dialecto - Español

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.328 segundo!