Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 522,213
Imágenes 105,701
Libros 19,686
Archivos relacionados 98,577
Video 1,419
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
JINÊN KURD Û EFGAN DIVÊ BI HEV RE TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan
=KTML_Bold=JINÊN KURD Û EFGAN DIVÊ BI HEV RE TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN=KTML_End=

Rêberê me weke Prometûs ê hemdem agirê azadiyê ji serdestan stand û da destê bindestan. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me û misogeriya azadiya wî ya fîzîkî, di serî de li zindanên Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê, li kampên Mexmûr û Lavrîoyê grevên birçîbûnê dewam dikin, van çalakiyan silav dikim. Gelê me li çar parçeyên #Kurdistanê# û li her devera lê ye, ji bo Rêberê me timî çalakiyan dikin. Çalakgerên Strasbourgê jî çalakiya xwe dewam dikin. Van çalakiyan hemûyan silav dikim, pîroz dikim.
Sîstema hov a Îmraliyê û pîvanên wê ne tenê pergaleke dewleta Tirk e. Rêbazên herî giran ên li dijî mirovahiyê yên sîstema dewletê ya navneteweyî li Îmraliyê di meriyetê de ye. Bêguman sedema bingehîn a şidandina tecrîda li Îmraliyê, krîz û rewşa xitimandî ya modela netewe dewletê heye, ku amûra bingehîn a sîstema modernîst a kapîtalîst e.
Fikrên Rêber Apo, gelê ku afirandiye, rastiya jin û rêxistina afirandiye, sîstema hegemonîk ditirsîne. Ji ber ku Konfederalîzma Demokratîk û Alternatîfa Neteweya Demokratîk a ku Rêberê me pêşkêş dike, amûr û felsefeya bicihanîna pêngaveke nû û jiyaneke nû destnîşan dike. Di vê mijarê de rola ku Rêberê me pê radibe li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê stratejîk e. Berxwedana jinan û gelê me ya bi pêşengiya gerîla, kir ku nêrînên Rêberê me li tevahiya cîhanê belav bibe.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şerê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin şerê xweparastinê yê herî mezin ê dîrokê ye. Li dijî teknîkên herî pêşketî ku dewlet jî nikarin li ber rabin, li dijî êrişên bi balafiran, li ser bingeha gerîlatiya modernîteya demokratîk berxwedan tê meşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di dîroka mirovahiyê de ji aliyê rêbazê şer ve asteke gelekî cuda afirandine. Lewma li xaka Kurdistanê ne tenê gelê me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê parastin, her wiha ji bo mirovahiya dixwaze azad bibe bi rengekî hêja pêşengî tê kirin.
Artêşbûna Jinê ya YJA Starê asteke girîng a awarte temsîl dike. Di şerê parastina Kurdistanê û #jiyana azad# de bi fedakariyeke mezin, bi rengekî şareza û bi biryar li refên herî pêş e. YJA Star îro li #Kurdistan# ê navê fedayîtiyê ye.
Di dîroka me de gelek qonaxên artêşbûna me ya jinê hene. Lê belê di şerê dawî yê Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê de em dikarin bêjin ku êdî derbasî qonaxeke gelekî cuda û şareza bûne. Artêşbûna me ya jinê bi berxwedana YPJ’ê derbasî qonaxeke nû bûye. Ya ku niha diqewime ew e ku ev yek derbasî asteke hîn şareza bibe. Qonaxeke nû ye. Gerîlatiya modernîteya demokratîk bi pêşengiya jinê pêk tê. Di dîroka me de çalakiyên herî zêde yên xweser vê demê hatin lidarxistin û bîlançoyên wan jî hate eşkerekirin. Di vê demê de pêk tên.
Lewma di vê demê de ku ji bo Kurdan man û neman e, gerîlatiya jinê bi rengekî awarte bi pêş dikeve û tê temsîlkirin. Asta ku YJA Starê xwe gihandiye, asta hişmendî û îradebûna jinên Kurd radixe pêş çavan. Di şexsê #jinên Kurd# de biryardarî û daxwaza azadiyê ya gelê jme nîşan dide. Berxwedana jinan, biryardariya xwe gihandina azadiyê bi rengekî şênber li gerîla tê nîşandan.
Li Şengalê 16’ê Tebaxê êriş li dijî fermandarê YBŞ’ê û dîplomat hevalê Seîd êriş hate kirin. Piştre jî 17’ê Tebaxê êriş li dijî nexweşxaneyekê hate kirin. Di vê êrişê de şervanên azadiyê û wezîfedarên nexweşxaneyê yên hêja şehîd bûn. Di serî de hevalê Seîd şehîdan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Armanc ji vê êrişê ew bû ku Êzidiyan bitirsînin û teslîm bigirin. Tê xwestin ku xelkê me yê Êzidî bikin kole. Nayê xwestin ku xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji aliyê dîrokî ve bi ferzkirina fermanan hewl tê dayin ku bi temamî çanda Êzidiyatiyê ji holê rakin. Li dijî vê yekê jî di serî de dayik û jinên Şengalî berxwedaneke mezin heye. Berxwedana xelkê me yê Êzidî silav dikim û pîroz dikim. Xelkê me yê#Êzidî# her ku rêxistiniya xwe, yekîtiya xwe xurt bike û li ber xwe bide, her ku xweparastina xwe xurt bike wê teqez azad bibe. Xelk, jinên Şengalê li ber xwe bide, bi xurtî li rêveberiya xwe ya xweser derkeve wê ji aliyê dîrokî ve firsenda azadiyê bixin meriyetê. Azadî bi xwerêvebirin û xweparastinê dibe.
Herî dawî li #Til Temir# ê di asta fermandariyê de Sosin Bîrhat û Rênas Roj şehîd xistin. Wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevala Sosin Bîrhat di parastina Rojava de bi rengekî fedakar cih girtibû. Hevalê Rênas Roj hevalekî ji Rojhilat bû ku tevlî şoreşa Rojava bûbû. Dayik û bavê hevalê Rênas Roj sekneke gelekî bi rûmet nîşan dan. Beriya niha kurekî wan li Bakurê Kurdistanê şehîd ketibû. Dayik û bavê hevalê Rênas Roj bi rêzdarî silav dikim. Helwesta wan ji bo gelê me yê Rojhilat, ji bo tevahiya Kurdistanê helwesteke mînak e.
Li Rojava sîstemeke civakî tê avakirin ku dikare bersivê bide krîzên tevahiya mirovahiyê. Neteweya demokratîk bi pêşengiya jinan li her qada jiyanê tê avakirin. Bi esasî êriş li dijî vê yekê ye, lê belê dewleta Tirk wê ji van êrişan nikaribe encamê werbigire. Ji ber ku sîstem û felsefeya Serok Apo xwe dispêre berxwedan û xweparastinê. Mirovek bi tenê jî ma be ku baweriya xwe bi Serok Apo anî be wê li ber xwe bide. Sîstema modernîst kapîtalîst neçar e xwe biguherîne. Naxwe wê bi temamî hilweşe. Sîstem serwer bi kontrolkirina Rojhilata Navîn, Kurdistanê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Halbûkî vê sîstemê ji mêj ve îflas kiriye. Gel, jin xwedî berxwedan, rêxistinî û yekîtiyê ne. Ji ber vê yekê jî yên bi ser bikevin hêzên demokrasî û azadiyê ne.
DYE’yê hêza xwe ya berê winda kir, rola xwe ya pêşengiyê ya li cîhanê bi dawî dibe. Modela netewe dewletê êdî li cîhanê nayê. Polîtîkayên sîstema modernîst kapîtalîst felaket anî serê cîhanê. Li cîhanê, li dijî dewlet û desthilatdariyan, hema hema li her cihî nerazîbûna civakan, jinan, ciwanan gihîştiye asta herî bilind. Di pêvajoya vîrûsa koronayê de ev bêhtir mezin bûye. Serdana serokdewletê Fransayê ya li Iraqê divê weke jinûve rêxistiniya hêzên navneteweyî li cîhanê bê nirxandin. Fransa di vê mijarê de bi însiyatîf tevdigere. Di vir de ya esasî hêz û rêxistiniya xwe bi xwe ya gelan e.
Lewma sîstema hegemonîk li pey pergaleke nû ya cîhanê ye. Hewl dide temenê xwe yê li ber qedandinê ye, dirêj bike. DYE bi vekişîna ji Efganistanê ev xak ji Talîbanê re hişt. Di vir de lawaziya navxweyî, zehmetiyên aborî yên navxweyî yên DYE’yê hebin jî, plana esasî ew e ku DYE dixwaze Rûsya, Çîn û Îranê bi Talîbanê bide mijûlkirin û lawazkirin. Îran di hedefê de ye. Tê xwestin ku pergaleke nû ya cîhanê li ser vê bingehê bê avakirin. Jin û gelê Efgan di jinûve avakirina hevsengiyan de qurbanî vî şerî hatine kirin.
Emerîka dema ku kete nava Efganistanê, dirûşma xwe ya bingehîn azadkirina jinên Efgan bû, lê niha rewş berevajî vê ye. DYE’yê nekarî li Efganistanê planên xwe bixe meriyetê, bi polîtîkayên xwe nehişt ku hêzeke azadîparêz a alternatîf bê afirandin. Dawiya dawî jî jin û civak rastî yek ji hêzên herî paşverû yê cîhanê radestî Talîbanê kirin.
Ji ber vê yekê pêwîstî pê heye ku polîtîkayên DYE’yê yên têkildarî jinê hîn bi kûrahî bê nirxandin. Serokê DYE’yê Biden herî zêde bi gotinên li ser azadiya jinê tevgeriya. Li nava desteya xwe cihekî berfireh da jinan. Alîkara wî jî di dîroka DYE’yê de yekemcar jineke reş e, Kamala Harrîs e. Lê belê li aliyê din li DYE’yê rêxistiniyeke azad a jinê nîne ku ji bingehê ve rabe. Lewma nikare qala hebûna rêxistiniyeke berfireh bê kirin a ku hêz, reng, fikrê jinê li ser bingeha tevlîbûn û pîvanên demokratîk diparêze. Yanî meclîsên jinan nîne ku karibe jinên li nava desthilatdariyê bi rê ve bibin. Ev jî dibe sedem ku jin bikevin nava sîstemê û bi hin rol û mîsyonan rabin jî ev ê tenê şexsî be, sembolîk be. Cewhera sîstemê yanî çerxa mêtingeriyê ya li dijî jinan tê parastin. Nêzîkatiyek heye ku bi tevlîkirina jinan li nava sîstemê dixapîne. Îro gelek tevgerên jinan jî li DYE û Ewropayê vê sîstema ku azadiya jinê berevajî dike û dişibe mêr, lêpirsîn dike. Lewma koletiya jinê ya kûrkirî bi berfirehî tê nîqaşkirin. Di binê sedema hiştina Efganistanê ji Talîbanê re zîhniyeta mêr ê serwer heye.
Bendewariya ji Emerîkayê, xwegirêdana bi Emerîkayê ve tê wateya xwegirêdana bi mêr ve. Lewma divê jin rêxistiniya xwe, sîstema xwe ya parastinê, tifaqên xwe, hevkariyên xwe bi xwe bi pêş ve bibe. Divê jin li her qada jiyanê biryarên têkildarî xwe bi xwe bidin û sîstemeke bi vî rengî bê avakirin ku jin têra xwe bikin. Di vê mijarê de Rojava mînakeke balkêş e. Mîna YPG û YPJ ên Rojava jinên li Efganistanê û herêmê divê karibin sîstema xwe ava bikin. Lewma jinên Kurd û jinên Efgan divê karibin bi hev re têkoşîna hevpar bimeşînin û ji hev hîn bibin. Di vir de jî wezîfeyên mezin dikevin ser tevgerên jinan ên li #Rojhilatê Kurdistanê# . Jinên Kurd divê hem ji bo jinan hem jî ji bo gelan bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.
Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê, sedsala azadiya gelan. Eger em karibin rêxistiniya xwe xurt bikin, em ê karibin li ser bingeha azadiyê ji nava kaos û krîzê rizgar bibin. Derfetên vê yekê ji her demê bêhtir zêde ne. Em van derfetan bibînin û li ser vê bingehê bi ruhê demê têbikoşin. Yê bi ser bikeve teqez wê em bin. Em di demeke welê de ne ku berxwedan, rêxistiniyê herî zêde dikarin bi pêş bixin. Rêberê me 23 sal in tecrîdkirî ye. Beriya her tiştî li ser bingeha azadiya Rêberê me, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ heye. Ji bo tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî, divê em hîn bêhtir û hîn bi bandor bixebitin.
Li ser vê bingehê bang li gelê me, jinan, ciwanan û dostan dikim ku bi xurtî xwedî li Rêbertî derkevin. Azadiya Rêberê me di heman demê de azadiya jinan e.
Divê em van pêk bînin. Ji bo vê jî bang li rêxistinên jinan, rêxistinên femînîst, siyasetmedarên jin, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas û jinên ji her pîşeyî dikim. Em, yekîneyên jinan, rêxistiniyên wan mezintir bikin. Ji taxan, ji gundan dest pê bikin û komun, meclîsên jinan ava bikin. Divê jin li her derê rêxistinbûyî bin. Em dest ji rêbaza kar a burokratîk û elît berdin. Modelên rêxistinbûnê biafirînin ku li her kesî tên. Eger em rêxistinbûyî bin, xwe perwerde û zane bikin, hingî em ê karibin xwe bi xurtî biparêzin. Jiyana nû û alternatîf li gel zor û zehmetiyan bi biryardarî ava bikin.
Li ser vê bingehê bang li jinan hemûyan û gelê me dikim ku bi hişmendiyeke bilind, bi moral û motîvasyonê tevlî kar bibin û têkoşîna me mezin bikin. Jin pêşengên karên azadî, demokrasî û ekolojîk in. Li ser vê bingehê em rola xwe bi xurtî bi cih bînin. Em xwe perwerde, zane, rêxistinbûyî bikin û çalakiyan pêk bînin. Îrade û rengê jinê li ser vê bingehê diafire. Li ser vê bingehê jiyan û têkiliyên nû dikarin bên avakirin. Teqez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Di têkoşînê de ji her kesî re serketinê dixwazim.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 590
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://pkk-online.com/ - 05-12-2023
Artículos relacionados: 9
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-06-2021 (3 Año)
Libro: Mujeres
Provenza: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئەڤین تەیفوور ) en 05-12-2023
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 06-12-2023
Este artículo ha actualizado recientemente por ( ئەڤین تەیفوور ) en: 07-12-2023
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 590
Attached files - Version
Tipo Version Nombre del Editor
Foto de archivo 1.0.1169 KB 05-12-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 522,213
Imágenes 105,701
Libros 19,686
Archivos relacionados 98,577
Video 1,419
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Folders
Biblioteca - Provenza - Fuera Biblioteca - Libro - Diverso Biblioteca - Dialecto - Español Biblioteca - Publication Type - Biblioteca - PDF - Biblioteca - PDF - Biblioteca - Libro - Cuestión Kurda Biblioteca - Libro - Diplomático Biblioteca - Tipo de documento - Idioma original Biblioteca - Publication Type - Born-digital

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.375 segundo!