Navê pirtûkê: FEQIYÊ TEYRAN
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm SWEDEN
Navê çapxaneyê: Weşanên Sara
Sala çapê: 2009
PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ
Abdusamet Yîgît sala 1978’ê li gundê Xirabesosinê ku di navbera Cizîra Bota û Nisêbinê de ye, ji dayik dibe. Biçûkatiya xwe li wir dibuhurîne.
Ta ku dibe 10 salî, li gund dimîne. Pişt re, ji ber hatina dewletê bi ser şêniyê, ew bar dikin bajêr. Dema ku ji gund bar dikin, pêşî diçin gundekî, ku jê re dibêjin Selekunê. Ji wir re Seregir jî têt gotin. Li Selekunê jî derfet na din malbatê, ku li wir bimînin. Yên ku bi wan re bar kiri bûn, nêzîkê 50 mal bûn, hemû jî malên mam û biraziyan bûn.
Piştî ku weke 5 yan jî 6 mehan li Selekunê man, tevde barê Midyadê kirin. Li Midyadê malên wan tev bi cih bûn. Piştî bi cih dibin, dewlet dîsan bela xwe ji wan na veke.
Vêca ji Midyadê barê Estîlê dikin. Li wir Samet temenê xwe yê xwandinê hilda û gav avête nav salên xwe yên ciwantiyê. Lê belê dewlet li wir jî hate ser bavê Samet û ew êdî carek din jî, ji ciyê xwe hatin rakirin û ji wir jî bar kirin. Mamê Samet yekî serxwe bû û bandûreke wî li ser xelkê hebû. Dewlet jî dixwast, ku vê hebûna wî bi kar bihêne. Ew jî li hevberê vê rabû. Sal 1987 bû. Di wê demê de, dewlet dixwast ku cerdevaniyê pêş bixe. Ew li hevberê vê yekê bûn. Têkiliya wan bi têkoşîna azadiya kurdan hebû. Li Midyadê, ew ta sala 1991’ê man. Pişt re ji ber terora dewletê, bêgav man ku Kurdistanê bi yekcarî bi cih bihêlin û barê Mêrsînê bikin. Di wê demê de jî, li gund û li ciyên din çend mal û sermiyanê wan ku hebûn, dewlet tev dest da ser de û tev da ew gundê ku li ber gundê wan bû û navê wî gundî Alaqamsê bû. Ev gund tev cerdevan bûn. [1]
Lea el libro: FEQIYÊ TEYRAN 1
Total de la descarga:
139 veces
Rogamos a todos los escritores, traductores y editores que nos informe si no están de acuerdo de que sus libros descargados desde el servidor Kurdipedia.
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 4,112
Escriba su comentario sobre este artículo!