Nav û Paşnav: Ahmet Îbrahîm El Ahmet
Nasnav: Merwan Zêrevan
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik û Bav: Fatma– Îbrahîm
Dem û Cihê Şehadetê: #18-04-2024# / Xakurkê
Hevrêyê me Merwan Zêrevan li bajarê Helebê ji dayik bû. Hevrêyê me ku bi çanda Kurdewarî û hişmendiya neteweyî mezin bû, bi rengekî ku bi cewhera xwe ve girêdayî bû mezin bû. Di temenê biçûk de eleqeya wî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêş ket. Xeyal dikir ku li ser şopa xalê xwe yê di sala 1997'an de tevlî nava refên gerîla bû, bimeşe. Ji bo destekê bide malbata xwe di karên înşaetê de xebitî. Ji ber ku aliyê wî yê ked dayînê her tim li pêş bû, ji aliyê malbat û derdorê ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Merwan ê ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê nas kir, bihîst û eleqe nîşan da, li hemberî zilma li ser gelan û bi taybetî gelê Kurd bû xwedî kesayetek hesas. Hevrêyê me têgihişt ku bersiv û têkoşîna herî xurt a li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û qirkirinê ya sîstemê ya li dijî gelan, di nava refên PKK’ê de cih girtin e. Di sala 2007'an de hevrêyê me ku derfet dît Tevgera me ya Azadiyê ji nêz ve nas bike, lêgerîna xwe kûrtir kir. Hevrêyê me Merwan ê piştî ku nirxandinên Rêbertiya me yên li ser rastiya Kurd û Kurdistanê bihîst, jiyana berê êdî ji bo xwe qebûl nekir. Bi lêhûrbûn, lêpirsîn û guhdarîkirina welatparêzên derdorê xwe re rastiya Kurd û Kurdistanê baştir fêm kir. Tevî ku xwest tevlî berxwedana destanî ya li Rojava bibe jî, hevrêyê me yê ku çiya heskir kir ku ev der warê gerîla ye, biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad.
Hevrêyê me ku di sala 2014'an de derbasî çiyayên azad bû, perwerdehiya xwe ya yekemîn li herêma Qendîlê dît. Bi perwerdeya wergirtî re di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlatiyê bû û tevlî xebatên pratîkî bû. Ji ber meraqa wî ya di perwerdeyê de zêde bû, ev yek bi awayek lez rê li ber pêşketina wî vekir. Ji ber tevlîbûna xwe ya sade û sekna xwe ya gihîştî di jiyanê de, karî her tim ji bo hevrêyên xwe alîkar be. Tevî ku şervanekî nû bû jî bi fedakarî û keda xwe bal kişand. Hevrêyê me ku xwedî armancên mezin bû, bi îdîayeke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me ku li herêma Qendîlê di gelek xebatên girîng de cih girt û tecrûbe bi dest xist, piştî perwerdehiya îdeolojîk a ku dîtî zanebûneke diyar bi dest xist. Hevrêyê me ku qadên perwerdê cihê veguherînê û xurtbûnê dibîne li ser vê esasê bû xwedî tevlîbûneke xurt. Piştî her perwerdeya ku tevlî bû, bêyî ku ti sînor ji xwe re deyne bi pêş ve çû. Ji bo kêmasiyên ku dîtiye ji holê rake pêşniyarên çareseriyê kir. Di şert û mercên herî neyînî de israra wî ya di afirandina alternatîfan de, ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Di perwerdeya bîrdozî û leşkerî de astek a pisporiyê bi dest xist û ji bo her wezîfeyê, xwe weke milîtanek amade kir. Bi ruhê serdemê tevgeriya û ji bo biçe qadên ku şer lê girane, pêşniyar kirin. Hevrêyê me Merwan ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo derbên giran li dijmin bixe di sala 2017’an de derbasî herêma Xakûrkê bû, bû yek ji pratîkkarên taktîk ên serdemê. Weke gerîlayeke ku ti sînoran nas nake û xwe bi ti cihî ve sînordar nake, biryardariya xwe ya têkoşînê xurttir kir.
Hevrêyê me Merwan li Xakurkê tevlîbûneke bicoş û bifidekarî pêk anî û tim hêz da hevrêyên xwe û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Weke şervanekî wêrêk tim li dijî dijmin derket û di dilê hevrêyên xwe de bi wêrekbûna cihekî mezin girt. Hevrêyê me Merwan di 18’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de şehîdan dibe û em careke din hevrêyê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin. [1]