Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 525,175
Imágenes 106,343
Libros 19,783
Archivos relacionados 99,468
Video 1,446
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Projeya destûra herêma kurdistanê û mafê neteweyên din
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Selah Bedredîn

Selah Bedredîn
Projeya destûra #herêma kurdistanê# û mafê neteweyên din
Selah Bedredîn

Ji paradoksên watedar û kesnedîtî ku kurd ji dor sedsalekê ve têdikoşin û li çareseriyeke şayiste ji bo doza xwe ya neteweyî re digerin û li benda yên din yên serdest û vîna navneteweyî –ya niyazbaş!-dimînin,bi gotineke din li benda deselatên neteweyên serdestereb û tirk û farisko gotina xwe bibêjin û nêrîna xwe derbarê çarenûsa wan de eşkere bikin
em niha li herêma kurdistana iraqê ya federe wan di cihê biryardan û destnîşankirina çarenûsa miletên din de dibînin-ev tiştê ku ciyê serbilindiyê ye-û barê çareserkirina erkên xwe yên niştimanî û îdarî û aborî û çarenûsî û di nav de danûsitandinkirin bi kitekitên pirsgirêkên neteweyên din re hildigirin di riya pêşkêşkirina projeya destûra herêma kurdistana iraqê ji bo guftûgokirinê,mîna ezmûneke nû û bêhempa di dîroka tevgera neteweyî kurdî de ya ku divê biserbikeve çiqasî ko kedên çandî û zagonî û maddî û kargêrî di warê gotûbêj û danûsitandinê de pir bin jî di çarçoveya objektîvî û vekirîbûn û tolerans û perensîpên demokratîk de.Di vê gotara xwe de,ez dê tenê derbarê mihwera neteweyên kurdistanê de biaxivim û alî û mijarên din ji pisporan re bihêlim.
Di xwendina pêşî de,mirov neçare ku bawerî û geşbîniya xwe derbarê başî û pendiyariya deselatên herêmê di warê pêkanîna vî erkî bi şêwazeke bibalans û adilane de derbibrre,ji ber çend sedeman weke:
Yekem:hebûna mîrateke kombûyî di dîroka rojeva neteweyî rizgarîxwaz ya gelê kurdistana iraqê,û di pêşî de post û rola barzan û barzaniyan di warê hevjiyan û dabeşkirina rewşên jiyanê di demên dirêj de tevî pêkvejiyana olî û mirovî û niştimanî û neteweyî bi neteweyên kurdistanî re nemaze kildan û aşûriyan re di qonaxên şoreş û raperînan de û bi taybetî şoreşa Îlona 1961-ê, tiştê ku min bi herdû çavên xwe dît dema min seredana lîderê şoreşê barzaniyê nemir kir,hêz û betaliyonên pêşmergeyan ji endamên herdû milletan hebûn li dirêjahiya eniya şer a ku ji sînorên sûriyê dirêj dikir heta devera barzan,hindek ji wan şervanên pasevanên taybet bi serokê şoreşê bûn jî .Herweha,min wê demê li devera Balik di yekê ji baregehên serkirdayetiyê de hevdîtinek bi endamê encûmena şoreşê petrîkê mezin bolis bêdarî,mezintirîn olvanên kildanî re kir û duvre min pakrewanê hêja firenso herîrî,têkoşerê aşûrî yê mêrxas û nêzîk ji lîderê şoreşê barzaniyê nemir û hindek kesên din jî dîtin.
Diwem:taybetmendiya rewşa kurdistana iraqê ya niha, kurdistana ku li dirêjahiya dîroka iraqê ya nûjen de bû wargehê opozisyona niştimaniya demoqrat û navendeke bingehînî di warê rûxandina rêjîmên despotîk û guherandina hikûmetên gendel de,û qezenckirina gelê wê pisporiyeke mezin di mijarên peydekirina demokrasî û mafên mirovî û rizgarbûna ji despotîsmê û misogerkirina mafê çarenûsî û hestkirina bi tîmên serbestî û serdestiya niştimanî, bi taybetî ji ber rizgarbûna herêmê bi tavhî di despêka sedsala niha de li gel azadkirina iraqê û têkçûna dîktatoriyetê û lihemberderketina terora tunderew û geşepêdana proseya guherîna demoqrata berfireh li dever û cîhanê,tiştê ku hindek stûbariyên şaristanî nû û erkên dîtir li ser milê deselatên herêma kurdistanê zêde dike,daku ew ji hemwelatiyên xwe û ji iraqiyan û cîhanê re radeya miqatebûna xwe li ser perensîpên ku miletê kurd her û her ew hildane û ji yên din daxwazkiriye ku ew wan bicîbînin,nexasime mafê milletan di destnîşankirina çarenûsa xwe de,bide xuyakirin.Her weha,da ku tekez bike ku ezmûna kurdistana iraqê wê bibe nimûneyeke baş û adilane di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî di hundirê herêm de û bibe nimûneyek ji dewletên cînar û dewletên firenetewe li devera rojhilata navîn.
Sêyem:ji ber ku projeya destûr ji despêkê de zemîna saxlem ji bo çareserkirina pirsgirêkê misoger kiriye,û perensîpa bingehînî aniye ziman angu venasîndana bi hebûna neteweyên kurdistanî ji tirkmen û kildan û aşûrî û ermen û ereban di madeya şeşan de ya taybet bi pênasekirina gelê kurdistanê,tiştê sereke û pêwîst di warê danûsitandin kirina çarenûs û mafên gel û neteweyan.her weha di heman madeyê de pijirandina jimartina van neteweyan ji nişteciyên bingehînî li gor yasa û rastiya heyî(dûr ji mûqayeseyên karîkatûrîk bi rêjîmên despotîk re,ez li vir dibêjim:em kurdên sûriyê hijmra a me dor 3 milyon kes e û em %15 ji tevahiya xelkên sûriyê pêktînin û hêj me mafê venasîna destûrî bi hebûna xwe wernegirtiye,jixwe dev ji mafên din berde!),tiştê din jî ew bû venasîndana bi mafê neteweyên kurdistanî di destnîşankirina çarenûsa xwe de di çarçoveya giştî ji misogerkirina vî mafî ji tevahiya pêkhateyên civaka kurdistanê re ya ku di madeya heştan ji projeya destûrê herêm de hatiye.
Wisa, em xwe li hember rewşeka destûriya pêşkeftî ku tê de perensîpên bingehînî û bingeha pêdar derbarê rêzgirtina pirrengî û pijirandina neteweyên din û bihêzkirina civaka sivîl û bicihanîna armancên hemî neteweyên herêm ne tenê sebaretî dabînkirina mafên çarenûsî lê her weha derbarê tevahiya aliyên zagonî û îdarî û civakî û rewşenbîrî û azadiyên bingehînî û giştî û mafên mirovî û mafê jinê û takekesan û baweriyan û azadiya viberanînan û bazar û karûbarên aburî, dibînin.
Di vê rewşa navhatî de, pêwîst e ku nûnerên pêkhateyên neteweyên kurdistanê-hem ev mafekî wan e-vîna piraniyê di naverok û form û şêwaza xwestekên ku wan pêwîst dibînin ji bo bicihanîna daxwzên neteweyên xwe derbibirrin ji ber ku ev erk ji wan tête xwestin û divê ku ew li benda yên din bi taybetî kurdan yên ku destnîşankirina maf û xwestekên neteweyên kurdistanî ji foniqsyona xwe nabîne û rola şîretkar û sazkerê çarenûsa yên din bi hîç şêweyekî napijirîne, nemînin.
Çend pirsên pêwîst:
Bi boneya pêşkêşkirina projeya destûrê herêm bo goftûgoyê,alavên ragihandinê hindek nêrîn û gotar û daxuyanî ji layê rewşenbîrên kurd ve,belavkirin.Di heman demê de,nivîs û nêrînên ronakbîrên neteweyên din pir kêm bûn eger ku em nebêjin ew dudil û netebitî û nediyar bûn,ji ber ku di piraniya wan de konseptên mînahîlala mesîhî,milletê mesîhî,neteweya mesîhî,milletê kildanî aşûrî seryanî ermenî,mafên êzîdiyanmafên fêliyan..Htd,dihatine xuyakirin, tiştê ku pêwîst dike em van têbîniyan bînin ziman:
Projeya destûrê herêm venasînê bi hebûna ol û mezheb û baweriyan li Kurdistan û iraqê dide,lê di heman demê de ew weke destûrê iraqa federe nêzîkî meseleya avakirina kiyanên olî û mezhebî nabe. Bi gotineke din,pevçûna lidar ji encama qeyrana kurdî ji dema damezirandina dewleta iraqê ve bi hemî tundûtûjî û qirkirin û vêketina şoreş û raperînan tev ji ber doza neteweyî û mafê destnîşankirina çarenûsê rûdan,ne ji ber pirsgirêkên ol û mezheban,jiber vê çendê çi hewildana berev guherandina xuristiya pevçûnê ji neteweyiya vekirî berbi berî-neteweyî ve weke rengên xeyal û çandiniya deryayê dixuye,û qonaxa niha li kurdistanê bi çanda xwe ya siyasî û konsept û destûr û yasayên ku sazî û dezgehên kargêrî û zagonî û îdarî encam didin bi eşkerayî yek navnîşanê hembêz dikin ewjî ev e ku şêwaza pêkanîna erkên neteweyî tevî konseptên wan yên mirovî û demoqrat.Ji aliyê din ve,diyar e ku ne ji erkê destûr e ku mafên neteweyîyên tiwêjên kurdî ji peyrewên olên ji bilî islamê û bi heman şêweyêmafên neteweyîyên girûpên kurdî yên ji zaravên ji bilî soranî û kurmancî gotûbêj bike,ji ber ku ew tevî ku zarav û bawerî û olên wan cida ne jî kurd in,û çarenûsa wan bi ya tevahiya neteweya kurd ve girêdayî ye.
Dema ku projeya destûrî kildan û aşûriyan bi nav dike, armanc ne ew e ku ew dixwaze gelekî anjî kiyanekî parçe bike biqasî ku ew dixwaze realita heyî diyar bike û rêzê li vîna piraniya herî mezin ji herdû milletan bigire.Herkes dizane ku goftûgoya-germ-di navbera elîtên herdû milletan de lidare derbarê pirsên: gelo aşûriyên niha neviyên yên kevin in? gelo kildan milletekî serbixwe ye anjî erebên samî ne anjî kurdên file ne? gelo seryan millet anjî ziman e,ereb in anjî kurdên file ne ?gelo hersê komên navbirî bi hev re milletê aramî pêktînin?gelo çi delîlên dîrokî û zanistî û rasteqîn ji konsepta gelê mesîhî li kurdistanê re hene?eger ku ermen milletekî serbixwe ye,naxwe çawa bi navê neteweyeke din tê binav kirin?
Bê guman,fakterê cografîk piştî yê mirovî rola sereke di ast û xwezaya mafên çi neteweyeka kurdistanî de dilîze, her weha,dabeşbûna berfireh ya neteweyên kurdistanê di tavilê parêzgeh û deveran de fakterekî sereke ye derbarê hevjana aştiyane û hezkirina duqolî û hemahengiyê, û pêwîste bi lêgerîna micid û objektîv li formeke şayiste di warên îdareya xwebixwe de, çi li ser bingehayekîtiyên neteweyîanjîdayîreyên neteweyî xwediyên tavilê deselatên herêmî û zagonî û kargêrî ku xwestekên tevahiya pêkhateyên neteweyî wek ku di destûr de hatine pêkbîne mîna nimûneyeke zindî û pêşkeftî ji coreyên mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de ya ku di dawî de ji aliyê neteweyên behskirî ve li gor vîna wan ya zazd tê destnîşan kirin.
[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 8
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 23-06-2024
Artículos relacionados: 5
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2006 (18 Año)
Libro: Legal
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 23-06-2024
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 28-06-2024
Este artículo ha actualizado recientemente por ( سارا ک ) en: 28-06-2024
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 8
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 525,175
Imágenes 106,343
Libros 19,783
Archivos relacionados 99,468
Video 1,446
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Folders
Artículos - Libro - Filosofía Artículos - Tipo de documento - Traducción Artículos - Publication Type - Born-digital Artículos - Dialecto - Español Artículos - Provenza - Kurdistan Artículos - Original Language - Inglés Artículos - Libro - Cuestión Kurda Artículos - Tipo de documento - Idioma original Artículos - Provenza - Fuera Artículos - Libro - Diplomático

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.359 segundo!