Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 521,596
Imágenes 105,504
Libros 19,652
Archivos relacionados 98,427
Video 1,419
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (276): Girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirinê, bizaveke olî ye tundûtûj bi serpereştiyeke Turkî
Grupo: Documentos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (276): Girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirin...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (276): Girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirin...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (276): Girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirinê, bizaveke olî ye tundûtûj bi serpereştiyeke Turkî, “El’emşat” daristanan qut dike, geregoşî û kuştina endamekî di bin îşkencekirinê de

Eger kuştina kesekî -bipişt û ji giropên êleke bi ser destlatên dagîrkeriyê ve û endamê milîseyekê- di bin îşkencekirinê û di “odeyên lêkolînê” de û veşartina termê wî bîst rojan di nexweşxanak leşkerî ye fermî de, bi zanîn û serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, tiştekî normal bû! Ma şert û mercên ku girtî û revandberên Kurd -nişteciyên resen- di siya kiriyar û siyastên dijatiyê yen rêbazkirî de -ta niha jî- çawa bûn?!
Bi ser belavkirina bisedan rapor li ser revandin û veşartina zorane, girtina bêsûcane, îşkencekirin, kuştin, perexwestin û sitandin, dadgehkirinên wêneyî û sezayên sert û bêwijdan ên li ser bingeheke nijadperestî yan siyasî û weha jî belavbûna hepsên bidizî de, ta niha “Civaka Navdewletî” li beramberî wan binpêkirin û tewanan û yên din ên tersî “Yasaya Mirovahî ya Navdewletî” bêdeng e.
Ev jî hin bûyî û heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Girtinine bêsûcane:
– Ji bêtirî neh heyvan ve, Hemwelatî “Cîwar Hesen Mistefa /30/sal” ji xelkê Gundê “Meşalê” – Navça Şera, li dema vegera wî ji ciyê penaberiyê “Heleb” bo herêma xwe bi mebesta koçbûnê bo Ewropa, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve hate girtin, û ta niha di Hepsa “Reco” ya dengbed de bêsûcane girtî ye.
– Me di raporeke berê de çêra girtina Hemwelatî “Şewket Reşîd Eteş û kurê wî Reşîd” ji xelkê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê (#21-11-2023# . Z) û şopandina hin din -piştî basmîşkirina hin malan li gund, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” ve- kiribû; Û piştî çend rojan ew berdan, û herdu bira “Xelîl /57/sal û Cemîl /50/sal/kurên Mihemd Eteş” – pismamên “Şewket” neçar bûn xwe radest bikin, û bo Navenda “Efrînê” hatin birin, û ta niha di Hepsa “Maratê” de bêsûcane girtî ne, nemaze jî ku hemwelatiyên gund ên li wir -di nav de jî ji Malbata “Eteş”- li ser destê Milîseyên “Firqit El’hemzat” -ên gund desteser dikin- rastî binpêkirin û tewanan hatin, û pir jê di rapora me (/177/ – #25-12-2021# an. Z) de belgekirî ne.
– Li 24.01.2024an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê Hemwelatî “Şêx Menan Kîro /55/sal” -ji xwediyên pêdiviyên taybet- û hevjîna wî “Gulê /48/sal” ji xelkê Gundê “Xalta” Navça Cindirêsê girtin, û ta niha bêsûcane girtî ne.
– Li 29.01.2024an. Z, herdu Hemwelatî “Mihemed Ne’isan Silêman /57/sal, Ebid El’rehman Mihemed Hemûş /50/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” – Navça Reco hatin girtin, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, û ta niha çarenûsa wan nediyar e; Di danesereke/kampaniyek gihîştiye /9/hemwelatiyan de û di nav de jî çar jin, bi tuhmtên têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re; Û çar ji wan -piştî ferzkirina vêrgiyine diravî li ser wan- berdan, û “Rihane Yûsêf keça Mihemed Elî /50/sal, Mistefa Mihemed Bekir /33/sal, Zêneb Silêman /20/sal” di Hepsa “Maratê” ya navendî de li Efrînê bêsûcane girtî man; Û weke têbîn navê “Elî Silêman kurê Mehmûd” di nav girtiyan de, di rapora me ya borî de (/275/- #27-01-2024# an. Z) bi şaşbûn hat, û ew ne girtî ye.
= Gundekî niştecîkirinê yî nû:
Rikxirawa/rêxistina “Gazze Destek Organization G.D.D, Istanbûl – Turkiyê” di perçevîdiyokê de li ser rûpela xwe ya Fêsbokê -#25-01-2024# an. Z- berdewamiya xwe ji avakirina gundekî niştecîbûnê ji niştecîkirina anîndeyan re ragîhand, li ser rûbereke/15/hezar mitiro çarkoşe, û ji/40/malî pêk tê, û ferehiya her yekê/100/mitro çarkoşe – du ode û xizmetguzariyan tê de- û digel gulîstanekê; Ew jî li ser erdekî çandiniyê tê avakirin, jê /325/darên zeytûnê hatine hilkirin, ji Hemwelatî “Nebî Mûrad” ji xelkê Bajaroka “Kefersefrê” – Navça Cindirêsê hatiye kirîn, û ew dikeve navbera Yalanqozê/Cindirêsê û heman bajarokê.
“Gundê “Gazze Destek” yê niştecîkirinê, #25-01-2024# . Z.”
= Tundûtûjiya olî:
Piraniya rikxirawên ku li Efrînê di bin navên fîxanî û mirovahiyê de dixebitin, aboneyên wan di tevgera olî ya Islamî ya çalak û tundûtûj de hene, bi serpereştiyeke Turkî ye fermî û bi riya serokatiya warên olî û “Sekna Diyanet a Turkî”. Weke nimûne:
– Rikxirawa “Parastina Ne’imet/Hifiz El’nihme – Nima Relief Organization“, a ku xwe weha dide nasîn: “rêxistineke ne hikomî ye, li sala 2015an. Z hatiye damezrandin, rêdana/ruxseta xwe li ser xaka Turkiyê li sala 2018an. Z wergirtiye, nivîsgeheke wê li Bajarê Rihaniyê/Wîlayeta Hetayê heye, û niha jî bêtir li peydakirina pêdiviyên serekîn ji qurbaniyên şerê Sûriyê re miqayît e”. Lê wê li Efrînê çalakiya xwe kiriye avakirina mizgeftên (Ayşe/Bajaroka Şiyê – Avdara 2021an. Z, El’felah/Gundê Çeqmaqê Jêrin – Pûşpera 2021an. Z, El’rehme/Bajaroka Reco – Pûşpera 2021an. Z, Ayşe/Gundê Ebûdanê – Pûşpera 2021an. Z, El’nebî Şû’eyb/Gundê Elbîskê – Gulana 2022an. Z, Xatûn/Gundê Qerebaba – Pûşpera 2022an. Z, Elî kurê Ebî Talêb/Bajarê Efrînê – Tebaxa 2022an. Z, Ume/Gundê Goliya – Berfenbara/Berçileya 2022an. Z, Zeytûn/Gundê Çobana – Berfenbara 2022an. Z, El’salihîn/Gundê Sêwiya – Rêbendana/Çileya 2023an. Z, Selme/Gundê Misteşûra – Gulana 2023an. Z, El’firqan/Gundê Erebêşêxo/Gemrûkê – Tîremeha 2023an. Z, El’tewhîd/Gundê Xirbê Rûto – Tîrmeha 2023an. Z, Dar El’erqem/Gundê Heyatê – dawiya sala 2023an. Z).
“/14/ mizgeftên ku Rikxirawa/rêxistina “Lezberkirin Ne’imet/Hifiz El’nîhme” ya Turkî li Herêma Efrînê girtine.”
– “Mewlûd Tebco” – miftiyê Wîlayeta “Hetayê” û “Yûsêf Keser” – hevrêzkarê giştî yê ” Serokatiya warên Olî yên Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” li şahiyeke rûmetkirina /625/ xwendekarên -keç û xort- amojgeh û dibistanên lezberkirina “Quranê” beşdar bûn, a ku ji aliyê “Kargêriya fetwe û ewqaf û warên olî li Efrînê” ve (a ku “Selah El’dîn Mihemed Kero” ji xelkê Bajaroka Kaxrê/Efrîn wê bi rêve dibe) hatiye lidarxistin, li #17-01-2024# an. Z, li “Mizgefta El’şerîf/Enwer Yêldirêm” (a ku li gorî şêweya Osmanî hatiye avakirin, ji aliyê “Desteya Fîxan û Mirovahiyê ya Turkiyê IHH” ve, bi rûberiyeke qatî/500/mitro çarkoşe, û tê de amojgeheke lezberkirina “Quranê” ji şeş odan heye, û li Avrêla 2023an. Z li orta Bajarê Efrînê hate tewawkirin/ dawîkirin, li ser ciyê “Geraca Cindirêsê” a berê – ya ku berê ji malmewdanên dilovanber “Duktor Mustefa Nûrî Tahêr” bû).
“Beşdarbûna “Mewlûd Tebco – miftiyê Wîlayeta Hetayê” û “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” li şahiya rûmetkirina/625/xwendekarên amojgeh û dibistanên lezberkirina Quranê, Mizgefta El’şerîf – #Efrîn 17-01-2024# . Z.”
“Mizgefta El’şerîf/Enwer Yêldirêm, #20-04-2023# . Z.”
– Kargêriya fetwê li Efrînê digel hevkariyê bi rêvebiriya hînkeriyê re, li #04-01-2024# an. Z, “civatek rêvebî û zanistiyê ji rêbir û ezmûnkarên jin û mêr re li Herêma Şaxa Zeytûnê” li dar xist, ji bo “şirovekirina pilana hînkeriyê û şêweyên kar”; Û ew jî bi serpereştiya “Yûsêf Keser” – hevrêzkarê giştî yê “Serokatiya warên olî ya Turkî li Şaxa Zeytûnê”; Û ev yeka jî asta destêwerdana saziyên olî di rêbaz û karê sazî û dezgehên perwedeyî û hînkeriyê de açiq dike.
“Kargêriya fetwedayînê li Efrînê “pilanên hînkirinê û şêweya kar” bi serpereştiya “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” şirove dike, #04-01-2024# . Z.”
= Qutkirina daristanine ihracê:
Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” di qutkirina daristanine ihracê yen temenmezin de li Navça Mabeta/ Çiyayên (Hecî /2/donim di navêna herdu Gundên “Çomezna” û “Reca”de, Hec Birîm /1.5/donim di navêna herdu Gundên “Ecara” û “Birka” de, Emê /4/donim Rojavayê Gundê “Ecara” piştî vekirina riyan bi tireksan) berdewam dikin, êzingan li hewşa Guvêşgeha “Neş’et” kom dikin û bi makînên baran bar dikin û diguhêsin, û ji bilî firotinê rê nadin sivîlan ku bermayên qutkirinê bibin.
= Geregoşî û serberdayetî:
Li Êvara Pêncşemê #01-02-2024# an. Z, girseyek ji anîndeyên Êla “El’mewalî” li pêş “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî/rêvebiriya Turkiyê” kom bûn û li hev xurcilîn, piştî ku bi hebûna termê “Setof El’mufdî kurê Mit’ib – Zayîna sala 1997an” ji Êla “El’xazî” hatin agahdarkirin, û berpirsiyarekî nexweşxanê bi Zimanê Turkî bi beşdaran re axivî -li gor perçevîdiyoke belavkirî- û got: Term li derengiya şevê ji aliyê hin kesên serçavgirtî ve gihîştibû wan, û gûman dike ku ew ji “Artêşa Azad” in û Mîtê (Istîxbaratên Turkiyê) jî nexweşxane agahdar kiriye da ku termê radest bibin, û ji pirsa mandina term li dirêjahiya bîst rojan di saroka/berada/ciyê parastina terman nexweşxanê de û diyarbûna şopên kufikiyê û gurandina eyêr li ser -li gor rapora bijîşkê rewayî/şer’î- û bêyî tu kes were agahdarkirin xwe da yal; Û xisimên mirî li pêş nexweşxanê gotin ku ew di bin îşkencekirinê de hatiye kuştin û termê wî ji bîst rojan ve di avsarokê de ye.
“Kombûn û lihevxurcilandina girseyeke ji anîndeyên Êla “El’mewalî” li pêş “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî/rêvebiriya Turkiyê”, piştî ku bi hebûna termê “Setof El’mifdî kurê Mit’ib” tê de agahdar bûn, êvara #01-02-2024# . Z.”
Û merivên yê mirî “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi seknandina li piş kuştinê tuhmet dikin, ji ber ku wî ” ji bo lêvegerandina “Asyêşê” û lêkolînkirinê (di doza revandina Endezyarê Kurd “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade” de) “Setof” bi anîndin da, û parastina wî jî -ji destpêkê ve ta dawiyê- li xwe girt; Û perçedengekî “Ebû Emşe” jî heye wê yekê tekez dike.
Û di heman êvarê de jî, li Taxa “Mehmûdiyê” – Bajarê Efrînê, di nav çekdarên “El’mewalî” û Milîseyên “El’emşat” de, bi çekên sivik û orte pevçûnin çêbûn û qurşîn bi tewşankî hatin avêtin, û di encamê de hin hatin brîndarkirin û tirs kete nav sivîlan.
= Binpêkirinine din:
– Li siba Çarşemê #24-01-2024# an. Z, xwediyê dîkana/firoşxana “Ezhar Hemdoş” li Bajarê Efrînê yê kevin – ji xelkê Gundê “Gemrûkê”/Navça Mabeta, bi dizîna matora duloqî ya nasekî xwe di dîkanê de û tibabeke diravî/800/Dolar û tiştine din nişk bû/ şêt ma/hesiya; Û were zanîn ku dîkan di çarçewa desteseriya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”de ye.
– Li navîna Rêbendana 2024an. Z, endamên rêbenda çekdar a nêzîk Gundê “Elkê” – Navça Şera û ji giropa “Ebû Îslam” – ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” lestîkê tibabeke keblên ku ji toreya Elektirîkê û telîfonê yên giştî hatiye dizîn, li pêş ên derin û tên helandin, da ku bêqir jê derxînin.
“Helandina lestîkê keblan û derxistina baqirê tê de, ji aliyê endamên rêbendeke çekdar e Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, li nêzîk Gundê “Elkê” – Navça Şera, navîna Rêbendana/Çileya 2024an. Z.”
Ta niha Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” destlatdarî û hikumdariya xwe di dabeşkirina herêmê de bi kar tînin û wê dikin qetqetine leşkerî, û li ser çarçewên bandoriyê, tiştên dizîn û talankirinê û destanîna ser malmewdanan nakokiyan bi hev re dikin û hin carna jî bi hev re şer dikin, di siya geregoşiya belavbûna leşkerî û hilgirtina çekan û bi karanîna wê de, û herweha jî filtandina ji cezakirinê.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Gundê “Gazze Destek” yê niştecîkirinê, #25-01-2024# . Z.
– /14/ mizgeftên ku Rikxirawa/rêxistina “Lezberkirin Ne’imet/Hifiz El’nîhme” ya Turkî li Herêma Efrînê girtine.
– Beşdarbûna “Mewlûd Tebco – miftiyê Wîlayeta Hetayê” û “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” li şahiya rûmetkirina/625/xwendekarên amojgeh û dibistanên lezberkirina Quranê, Mizgefta El’şerîf – Efrîn #17-01-2024# . Z.
– Mizgefta El’şerîf/Enwer Yêldirêm, #20-04-2023# . Z.
– Kargêriya fetwedayînê li Efrînê “pilanên hînkirinê û şêweya kar” bi serpereştiya “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” şirove dike, #04-01-2024# . Z.
– Kombûn û lihevxurcilandina girseyeke ji anîndeyên Êla “El’mewalî” li pêş “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî/rêvebiriya Turkiyê”, piştî ku bi hebûna termê “Setof El’mifdî kurê Mit’ib” tê de agahdar bûn, êvara #01-02-2024# . Z.
– Helandina lestîkê keblan û derxistina baqirê tê de, ji aliyê endamên rêbendeke çekdar e Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, li nêzîk Gundê “Elkê” – Navça Şera, navîna Rêbendana/Çileya 2024an. Z.
[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 08-07-2024
Artículos relacionados: 217
Documentos
Fechas y Eventos
Grupo: Documentos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-02-2024 (0 Año)
Ciudades: Afreen
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Árabe
Tipo de documento: Traducción
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 08-07-2024
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 08-07-2024
Este artículo ha actualizado recientemente por ( سارا ک ) en: 08-07-2024
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 1
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 521,596
Imágenes 105,504
Libros 19,652
Archivos relacionados 98,427
Video 1,419
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Folders
Documentos - Document style - Documentos - Ciudades - Afreen Documentos - Provenza - Al oeste del Kurdistán Documentos - Provenza - Fuera Documentos - Dialecto - Español Artículos - Tipo de documento - Idioma original Artículos - Dialecto - Español Artículos - Provenza - Fuera Artículos - Libro - Cuestión Kurda Artículos - Libro - Diplomático

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.594 segundo!