Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biografía
Zara
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Darin Zanyar
07-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Ahmet Kaya
05-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Ziryab
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Ibn Khallikan
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Al Jazarí
19-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Hejar
15-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Nezamí Ganyaví
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Nalî
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Malaye Jaziri
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
Estadística
Artículos
  536,790
Imágenes
  109,402
Libros
  20,214
Archivos relacionados
  103,642
Video
  1,530
Idioma
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,377
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,748
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,973
عربي - Arabic 
30,360
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,878
فارسی - Farsi 
9,564
English - English 
7,547
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,644
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
71
Español - Spanish 
54
Polski - Polish 
54
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
51
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
5
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupo
Español
Artículos 
18
Biografía 
16
Biblioteca 
12
Lugares 
2
Partidos y Organizaciones 
2
Mártires 
2
Documentos 
2
Repositorio
MP3 
324
PDF 
31,268
MP4 
2,521
IMG 
200,528
∑   Total 
234,641
Búsqueda de contenido
Biografía
Ziryab
Biografía
Ahmet Kaya
Biografía
Darin Zanyar
Biografía
Zara
Mártires
Mahsa Amini
Ma bi rastî musilmanî me ji kurdayetiyê dûr dixe? (1)
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Zinarê Xamo

Zinarê Xamo
Ma bi rastî musilmanî me ji kurdayetiyê dûr dixe? (1)
#Zinarê Xamo#

Çendakî berê rojnama Peyama Kurd(hejmar nuha nayê bîra min) li ser êzdiyan nivîsek ne xweş weşandibû. Li ser vê, Emer Tuku û gelek kesên din Peyama Kurd bi xurtî rexne kirin û gelek nivîsên tûj nivîsandin.
Bêguman min nivîs hemû nexwendin. Û di yên min xwendin da jî li gel gelek tiştên rast û bi heq, li gor min gelek tiştên ne rast û neheq jî hatin gotin.
Di nav van nivîsan da nivîsa dostê min ê hêja Têmûrê Xelîl(nivîs di malpera Avesta, hejmara 83an da hat weşandin) bi taybetî bala min kişand.
Di nivîsa xwe da ew bi berpirsiyarê malpera Mehnamê ra li ser şandina nameyeke pîrozbahiya Cejna Qurbanê minaqeşeyekê dike. Munaqeşa li ser çima te ji min ra pîrozbahiya Cêjna Qurbanê şandiye(vî biraderî carê Noela min jî pîroz kiribû!)ez didim alî kî, çimkî ez vê yekê pir girîng nabînim.
Lê di vê munaqeşa herduyan da Têmûrê Xelîl li ser Îslamîyet û asîmîlasyona kurdên Azirbêcanê jî gelek tiştên balkêş û li gor min ne rast dibêje. A tiştê ku min alaqdar dike û ez dixwazim li ser rawestim ev dîtin û fikrên Têmûrê Xelîl in.
Lê berî wê, ez dixwazim bibêjim ku ez merivekî ne bawermendê tu olê me, ez merivekî ataîst im û baweriya min bi tu ol û Pêxemberî tuneye.
Lê wek însan bi taybetî ez gelkî qedir û qîmetê didim êzdîyan û êzdîyatiyê.
Ji ber ku him wek ol û him jî wek civat gelek tiştên kurdan bi evîniyeke mezin di nava xwe da hewandine û heta roja îro anîne. Ev yek hêjayî hurmet û pesnê ye. Û loma jî ez vî heqê wan didimê.
Lê ev nayê wê maneyê ku îslamiyetê qet feyde negîhandiye çand û zimanê me, tenê zirar daye me. Îddiayeke wiha him ne rast e û him jî dûrî ilm e.
Nuha ez werim ser hin dîtin û tespîtên Têmûrê Xelîl.
Birêz Têmûrê Xelîl di nivîsa xwe da sebebên asîmîlasyona kurdên musilman îslamiyetê dibîne û ji bo xurtkirina vê têza xwe jî kurdên Êrmenîstanê û yên Azerbêcanê dide hember hev û wek nimûne nîşan dide. Ew dibêje:
“Di salîn 30î da li Azirbêcanê 42 hezar kurd hebûn, lê li Ermenîstanê 6 hezar kurd hebûn. Îcar îro gereke jimara kurdên Azirbêcanê 10 qat bibûya û bigihîşta nîv mîlyonî. Lê li wir hema bêje kurd neman, ji ber ku musilman bûn. Lê jimara kurdên Êrmenîstanê deh qat zêde bû û gihîşt 60 hezarî, ji ber ku êzdî bûn. Sebebê vê yekê musulmanî ye. Eger hûn li sebebekî din jî bigerin, wê dîsa musilmanî derkeve pêş we.”
Bi qasî ez dizanim di vî warî da tu lêkolîneke ilmî tuneye ku bi delîl û îspat yanî bi faktên ilmî me ronî û îqna bike. Lê wek texmîn dibe ku îslamîyetê di helandina kurdên Azirbêcanê da kêm zêde rolek lîstibe.
Bes li gel vê, bêguman gelek faktorên din jî hene. Loma jî ne rast e û ne jî dîtineke ilmî ye ku meriv helandina kurdên Azirbêcanê tenê bi Musilmanbûna wan ve girê bide.
Bingeheke zanistî ya vê îddîayê tuneye.
Heger mesele hewqas sivik bûya divê kurdên Îranê, Îraqê, Tirkiyê jî wek yên Azirbêcanê asîmîle bibûna û wek wan ji binda nemana.
Her wisa divê her hindikayiyên musilman jî li her welatekî musilman wek kurdên Azirbicanê biheliyana.
Lê em dibînin ne wiha ye. Mesele numûna kurdên Anadoliya Navîn gelkî balkêş e. Ew ev sêsed sal in ku koçberî Anadoliya Navîn, nava tirkan bûne, lê wek yên Azirbêcanê hîn asîmîle nebûne. Li gel ku çarhawêlî wan hemû tirk in jî lê ew hîn neheliyane û wek kurd mane û gelkî jî zêde bûne. Û îro jî her ku diçe bêtir tevî tevgera kurd ya netewî dibin.
Sebebên asîmîlebûna kurdên Azirbêcanê gelek in û divê em kurd li ser van sebeban bi rengekî ilmî û bêyî pêşbiryarî rawestin.
Heger sed sebebên asîmîlebûna kurdên Azirbêcanê hebin Îslamîyet jî dikane tenê sebebek be. Lê divê em jibîr nekin ku nodûneh sebebên din jî hene. Ji van sebeban yên herî esasî bi baweriya min ji musilmaniya wan bêtir, siyaseta dewleta Azerî ya li hember wan bûye. Viya meriv bi hêsanî di nimûna kurdên Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê da dibîne.
Kurdên Îran û Îraqê wek yên Tirkiyê û Sûriyê neheliyane. Li gel ku ev herçar dewlet jî musilman in, lê rewş û pêşketina kurdan ji hev gelkî cudaye. Çimkî li Tirkiyê û li Sûriyê bi xurtî xwestine kurdan bihelînin, bikin tirk û ereb, lê li Îranê û Îraqê wiha nebûye. Loma jî rewşa kurdên Tirkiyê û Sûriyê ji yên Îraq û Îranê pir û pir xeabtir e.
Diyar e li gel gelek sebebên dîrokî, civakî û aborî dewleta Azerî jî wek dewleta Tirk bi plan û porgram xwestiye kurdên Azirbêcanê yên sûnî asîmîle bike.
Em dizanin li dinyayê hindikayiyên(mînorîtetên) ku asîmîle bûne tenê ne kurdên Azibêcanê ne. Di dema Împaratoriya Osmanî da gelek milet hatine helandin û ji qada dîrokê hatine rakirin.
Mesela cihû, êrmenî û rûm, li gel ku ne musliman bûn lê dîsa jî bi zor û zixtên civat û dewletê bi piranî musliman bûn ya jî hatin musilmakirin û heliyan.
Li Balkanan jî bi sedhezaran kesên xaçparêz çi ji ber darê zorê û çi jî ji ber hin berjewendiyên siyasî û aborî bûn musilman û tirk. Ji têkçûna Împaratoriya Osmanî û vir da ji van xaçparêzên balkanî nêzî 20 milyon kesên musilmanbûyî koçî Tirkiyê kirin û hemû jî bûn tirk.
Di sedala 16. da jî bi hezaran cihû ji Îspanyayê reviyan nav dewleta Osmanî û ew jî hemû bûn musilman û tirk, ku ji wan ra dibêjin ”Sabateyist”.
Yanî gelek caran cihêtiya dîn(olê) ji fêydeyê bêtir dikane zirarê bide miletan.
Dîsa em dizanin ku di nav kurdan da jî gelek kes berê ne musilman bûn, lê dûra ji ber şertên civakî û zixt û zora dewlet û civatê ew jî bûne musilman û kurd.
Û ev yek ne tenê di civatên Rojhilat da bûne, li Xerbê jî nimûneyên wiha gelek in.
Di sedsala 19 an da li Ewrûpayê bi sedhezaran kesên cihû ji tirsa ruhên xwe û bi zora dewlet û civatê ola xwe guherandin û bûn xiristiyan. Lê di dawiyê da vê yekê jî têr nekir, dawî hat gihîşt komkujiya naziyan.
Gelo ji bo çi li Îranê Farisan nikanîbûne kurdan, azeriyan, ereban û hin neteweyên din bihelînin, lê azeriyan kanîbûne kurdan asîmîle bikin?
Wek min li jor jî bi çend numûneyan destnîşan kir, heger mesele tenê dîn(ol) bûya wê demê divê li her derê dinyayê miletên musilman yên bindest ji alî yên serdest ve bi hêsanî bihatana asîmîlekirin.
Lê dîrok bi gelek nimûneyên dûr û nêzîk nîşanî me dide ku her tim ne wiha ye û gelek caran jî nimûneyên eksê vê yekê hene.
Birêz Têmûrê Xelîl îslamiyetê ne tenê sebebê asîmîlebûna kurdan ya esasî nîşan dide, her wisa ew dibêje mesela Azerbêcanê, ”tenê nimûneyeke, ku musilmanî me çawa ji kurdayetiyê bi dûr dixe.”
Bêguman ev dîtin jî bê bingeh e û ji bin da ne rast e. Heger em vê îddîa Têmûrê Xelîl wek rastiyekê qebûl bikin wê demê emê hebûna hemû klasîkên xwe yên wek Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ahmedê Xanî” û gelekên wek wan gelo bikanibin çawa îzah bikin?
Ma vanan hemûyan bi xizmet û berhemên xwe em ji kurdayetiyê dûr xistine?
Bêguman na.
Berovaciya vê îddîayê, em hemû kurd çi êzdî, çi elewî û çi jî musilman giş bi berhemên van klasîkên xwe dilşad û serblind in. Û em baş dizanin ku hemû klasîkên me jî ne tenê musilman bûne, ew her wisa di dereceyeke gelkî bilin da mela, dîndar û alimên mezin bûn jî.
Ev yek ne tenê di nav kurmancan da, di nava devokên din yên kurdî da jî dîsa wisa ye.
Bi zaravayên kurdî yên din jî yên ku ala kurdperweriyê bilind kirine dîsa kesên mela û dîndar in.
Mesala Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Rizayê Telebanî tenê çend nimûne ne.
Ku bingeha çand û edebiyata me ya netewî ji alî van mela, dîndar û alimên îslamî ve hatiye danîn. Û ne tenê klasîkên me, yên piştî wan jî heta bigihîje dawiya sedsala nozdan dîsa giş mela û feqe bûne.
Ji Pîremêrd û Hejar bigre, heta bi Cegerxwîn mele hemû feqe bûne û di hucreyên dînî da perwerde bûne.
Lê li alî din, em dibînin ku kurdên ne musilman tu berhemên klasîk nexuliqandine.
Û ev yek ne tenê ji bo dema klasîk, di vê sed sala dawî da jî ev yek wiha ye. Mesela hemû êzdiyên Kurdistanê ji hezarî yekê êzdiyên Êrmenîstanê jî berhem nedane.
Gelo ji bo çi?
Mesela li gel ku li Kurdistana Bakur, li herêma Wêranşarê, Diyarbekrê, Sêrtê û Mêrdînê nufûsa êzdiyan bi kêmanî bîst qatê êzdiyên Êrmenîstanê bû, lê em dibîn tu berhemeke kurdî nexuliqandine.
Di vê nimûneyê da jî meriv dibîne ku ji ”dîn” wêdetir, şertên civakî û siyasî û derece hebûna azadî û demokrasiyê gelkî girîng in û esasî ne.
Dema di warê civakî û siyasî da civat azad bin bi pêş dikevin û berhemên hêja dixuliqînin.
Çi ol dibe bila bibe, jixweber meriv ne dike welatparêz û ne jî ji welatparêziyê dûr dixe.
Çawa ku do hemû mela û dîndarên kurd, gişan bi kurdî nenivîsandine û ji miletê xwe ra berhemên wek yên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî li pey xwe nehîştine, îro jî her kurdê xwenda û xwedî dîplomayên bilind ji miletê xwe ra xizmetê nakin û berhemên bi kurdî li pey xwe nahêlin.
Azeriyan xwestin kurdan bihelînîn, helandin, bêguman hin şertên civakî, olî û siyasî jî ji wan ra bûn alîkar, lê êrmeniya nexwstin, loma jî kurd neheliyan.
[1]

Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 40
Escriba su comentario sobre este artículo!
HashTag
Artículos relacionados: 8
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî
Publication date: 15-05-2005 (19 Año)
Libro: Social
Provenza: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 02-08-2024
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 06-08-2024
Este artículo ha actualizado recientemente por ( سارا ک ) en: 06-08-2024
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 40
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal

Actual
Biografía
Ziryab
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Ziryab
Biografía
Ahmet Kaya
05-09-2024
شادی ئاکۆیی
Ahmet Kaya
Biografía
Darin Zanyar
07-09-2024
شادی ئاکۆیی
Darin Zanyar
Biografía
Zara
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
Zara
Mártires
Mahsa Amini
15-09-2024
شادی ئاکۆیی
Mahsa Amini
Nuevo elemento
Biografía
Zara
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Darin Zanyar
07-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Ahmet Kaya
05-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Ziryab
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Ibn Khallikan
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Al Jazarí
19-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Hejar
15-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Nezamí Ganyaví
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Nalî
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografía
Malaye Jaziri
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
Estadística
Artículos
  536,790
Imágenes
  109,402
Libros
  20,214
Archivos relacionados
  103,642
Video
  1,530
Idioma
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,377
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,748
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,973
عربي - Arabic 
30,360
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,878
فارسی - Farsi 
9,564
English - English 
7,547
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,644
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
71
Español - Spanish 
54
Polski - Polish 
54
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
51
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
5
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupo
Español
Artículos 
18
Biografía 
16
Biblioteca 
12
Lugares 
2
Partidos y Organizaciones 
2
Mártires 
2
Documentos 
2
Repositorio
MP3 
324
PDF 
31,268
MP4 
2,521
IMG 
200,528
∑   Total 
234,641
Búsqueda de contenido
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 1.453 segundo!