Welat…
#Ezîz Xemcivîn#
Welat, dizane ku dem li çirisînê buhirî ye.. Dizane evîn di şilxên hêviyê de bendeware.. dizane ku keleş hilmên azadiyê nêçîr dikin..
Welat, bi nihênî ji çavên hetavê pirs dike: Ez dozek im, pêçî li min dawerivîne, êş serê xwe ji her kunîleyê hildide, gelo rêka noşdarî li kû ye?
Welat, riwekên xewnan bi sextesozan av dide.. bi kilê çavên zeriyan daxwaznameya xwe ji ronahiyê re dinivîsîne..
Welat, navekî mezin e, bingeh heriftî ye, dîwar terikî ye, sosin çilmisî ye..
Ji bejnê ketiye, li cejnê şikestiye, li nav heval û hogiran melûl bê nasname ye..
Welat, hêza hebûnê ye û hebûna hêzê ye, palpiştê miletekî ye, rûmet û sîwana mirovî ye..
Haydê pênûsê, kulan ji ser kulan rake.. Derd yek e, êş yek e û evînî yek e..
Tîpên zimên gazindeyê ji we dikin, hêj bê tevger in, hêj ji pînên xwe derneketine, bê lîstika tiliyan sar bûne..Ziman li ber sîtava zimanên biyanî piştxûz bûye..
Hin ji me ji ber zimanê xwe şerm dikin..
Hin pê napayivin, hin dibêjin tu gundî yî û hinan jî bi gotinên biyanî ew kunkunî kirine..
Dibistanê, ji min xemsar nebe! Berê min li rojê ye, heyvê jî paşguh nakim..
Dixwînim, dinivîsînim, zimanê min Kurdî ye, Kurdî nasnameya min e, man û nemana min e..
Bi zimanê xwe dikarim stêran biçirisînim, dikarim derbirîna hest û hizirên xwe bikim..
Dikarim kulîlkên evîna xwe geş bikim û dikarim ji zarokên xwe re gulzaran çêbikim..
Baxçeyekî zengîn e, hemû şêweyên mêwe, çêrinde, şînkayî, riwek û dar tê de hene..
Neviyê Ehmedê Xanî me, bi ‘‘Nûbuhara Piçûkan‘‘ firşik bûme û bi ‘’Mem û Zîn‘‘ re mezin bûme..
Nebêjin ev bêşensiya min sûc e, na.. bêşensî geh ji min e û geh ji min e!
Min rûmetê strana xwe nedizanî, min rûmetê folklor, kultur û rewiştên xwe nedizanî..
Min nizanî bû, tenê em neynûkên ko hatine birîn didin ser hev.. min nizanî bû, tenê em porê weşiyayî dikin kunên dîwaran.. min nizanî bû, tenê em bi ronahiya hetavê sûnd dixwin..
Ji min re bêjin, ez kî me, min ji xewa min hişyar bikin, hinek ava sar bi ser rûyê min ve dakin..
Bibêjin: Xewaro! Hawar e..
Ez nizanim ka çiqasî wê dengê we bête min, lê dizanim ji bo min zirzengilekî mezin gerek e..
Xewa salan ez winda kirime, nema zanim roj li min hilatî an hêj şevên min spî ne?
Nema dizanim destê min di nav agir de çi dike?
Pêxwas im, cilrizî me, derwêş im bê mal û bê cî me..
Şevekê ji şevên zivistanê di nav heriya beyaran de lingên min asê bûn, min kir ne kir ji dahfê nehatim der, çar gur li min civiyan, herdu ling û herdu destên ji min ve kirin!
Çavên min man vekirî, zimanê min lal bû, hişê min sar bû.. zarokên min bi min ve gihan, lê ne pirsîn ka herdu destên te, ka lingên te yên jêkirî?
Dilo… jaro… dilo… şewitiyo.. bêwaro û bêxwediyo.. li xwe bipirse, çendî êşdarî dilooooo?
Perwaneyeke xemxwir di ser serê min re diçe û tê, çavên min hêj dikarin lê binêrin û lêvên min hêj hêza livandinê di wan de heye, bi melûlî min gote wê: Tu dikarî ji zarok û neviyên min re evê nameyê bixwînî?
Bersiv da, ka nameya te xemcivînê kal?
– Silavên min bigehîne dilsoj û dilsozan û bibêje wan: Ji hevûdu hez bikin û piştgiriya derdê hev bikin..
Berê xwe bidin rojê û ji bo xatirê bejna azadiyê, li hev bikin.
[1]