Birêzan,
Bi xem û dilgiranîyeke mezin di nava xema koç û wexera dawîya Heval Xelîfe de li gel we da beşdarîn. Heval Ebdulrehman endamekî çalak û tekoşerê Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê bû. Mixabin Me û gelê Kurdistanê kesatiyeke dilsoz û xwedî bawer bi yekîtiya Neteweyî û Niştîmanîya Kurdistanê ji dest da. Lê belê Nav û hewl xebata wî her tim bi zindî û berçav dimîne û dibe mînakek ji bo nifşê nû û yên li pey tên.
Wî bi leş, Em û Kurdistan bi cih hişt, lê bi bi xuw û rewişt û morala xwe ya bilind û akar û karên xwe ve wê bi be cihê şanazî, rêz û pêzanînan û wê di dil û hizrên xelkî de bimîne.
Em bi hêvî nek u bi hebûna kes û kar dostên din yên hêja ji xem û nexweşiyan kêm bike û zûtir sing firehî û dil rehetiyê bide we.
Tendrustî û temen dirêjîyê ji we re dixwazîn.
Hevserokên KNK ê Nîlûfer Koç û Rêbwar Reşîd
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
#05-12-2018#
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 4,431
Scrivi il tuo commento su questo articolo!