...Nivîskar #Abdusamet Yigit#
Şêwe dîrok û antropolojî
Ziman Kurdî
Dîrok 2017
Weşanxane Soran
Rûpel 350
Dîroka bûyîna mirov, dema neolîtîkê û demên destpêkê ên şariştanîyê [Dîroka bûyîna mirov, dema neolîtîk û demên destpêka şariştaniyê], navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e.
Pirtûk wê, li ser demên berî mirovatiyê wê ji wan bidest pê bikê û wê bînê li ser ziman. Weke pirtûkeka destpêka fahmkirina têgihiştina antropolojiyê jî wê mirov dikarê wê hilde li dest û wê bînê li ser ziman. Bi teybetî wê, pirtûk wê li ser demên berî dîrokê ên li ser axa kurdistanê û ango mesopotamîya ku ew pêşketina wê li ser wan bisekinê. Ji demên berî mirovbûnê heta dema mirovbûnê û pêşketina mirovbûnê wê bi awayekê antropolojikî wê li ser wê bisekinê. Pirtûk wê, weke pirtûkeka atropolojiyê û fahmkirina wê jî bê.
Pirtûk wê ji sê beşên pirr zêde dirêj wê pêk werênê. Nivîskar Abdusamet Yigit wê, her beşê wê weke pirtûkekê wê bi nav bikê û wê bi rengê ´pirtûka pêşî, ´pirtûka dûyemin´ û ´pirtûka sêyemin´ wê bînê li ser ziman. Di beşa pêşî û ango pirtûka pêşî de wê li ser demên jeolojikî wê bisekinê. Wê ji demên berî peleolîtikê û heta demên mezolîtîkê û neolîtîkê wê li ser wê bisekinê. Nivîskar Abdusamet Yigit wê, vê pirtûkê wê, zanîn û çavkanîyên xwe wê, hemûyan wê bi sipêrê lêkolînên arkolojikî ên li ser axa kurdistanê. Wê sînorê pirtûkê jî wê, bi lêkolînên li kurdistanê ber diclê û firatê re wê bi sînor wê bihêlê. Di beşa yekem a pitûkê de wê, ji homo sapîens û neandertal berî wan û heta piştî wan wê pêşketina mirov wê dem bi dem bi dem wê li ser wan bisekinê.
Nivîskar Abdusamet Yigit wê, di beşa dûyem de wê li ser dema neolîtîkê û civaketîya wê bisekinê. Wê li ser pêşketinên vê demê wê li ser wan bisekinê. Di vê beşa pirtûkê de wê destpêkê de wê, li ser demên pêşî, navîn û dawî ên peleolîtîkê wê bisekinê û wê ji wan wê bînê heta dema neolîtîkê û pêşketinên wê. Di vê beşê de wê, destpêka dîrokê wê bi civakî re wê çawa wê ji komên peleolîtîkê wê destpêkê wê li ser wan bisekinê. Di vê beşê de wê bi zêdeyî wê, çavkanîyên wê, di nava pirtûkê de wê, di herîkîna wê de wê bîn ser ziman. Wê, ew jî wê, herêmên li dora cizîra bota, çolemergê, qamişlo, afrîn û hwd wê li ser wan bisekinê. Ev herêm wê nivîskar wê, weke herêmna giring û dîrokî wê bênê li ser ziman. Dema ku meriv pirtûkê di xwênê wê di dewama wê de wê were dîtin ku wê nivîskar wê, bi awayekê pirr zêde wê balkeşîyekê wê bide li ser çîyayê sipî û dora wê ku ew li dora cizira bota û hezexê ya. Wê li van deveran, bi teybetî li hezexê, nisêbînê, silopî, cizîra bota, û heta ku wê bigihijê çolemegê û qaxizmanê wê li ser herêmên ku ew weke gûndikên neolîtîkî bi nav dikin wê li ser wan bisekinê. Di pêşgotina pirtûkê de ku nivîskar abdusamet Yigit bixwe nivîsandîya wê kurdistanê weke welekê neolîtîkî wê bi nav bikê û wê bînê li ser ziman. Wê vê gotinê wê bi sipêrê wê ku wê, hema bêja wê li her deverên wê gûndên neolîtîkî ku ew hatina kifşkirin.
Di pirtûkê de wê, di beşa sêyemin û ango pirtûka sêyemin de wê, li ser pêşketinên dema neolîtîkê û ber pêvajoyên şariştanîyê ve çûyinê ve wê li ser wan bisekinê. Di dewama wê de wê li ser wan gûndên neolîtîkî bisekinê ku ew yek bi yek wê çawa wê bi demê re wê vegerihina bajarên şariştanî. Di pirtûkê de wê, wê di vê beşa sêyem de wê, bi zêdeyî wê, ji gelek aliyan ve wê, li ser zimanê sûmerîyan û zimanê kurdî ê roja me re wê, bahse rengê pêşketina pêvajoyên jîyane civakî, pêşketina pîşeyan di jîyane de û hwd wê li ser wan bisekinê. Wê, di vê çerçoveyê de wê nivîskar wê zimanê kurdî wê weke ku ew di vê beşa sêyemin de di destpêka wê de tînê li ser ziman wê weke ´zimanekê çavkanî´ wê bikarbênê û wê li ser wê bisekinê. Pirtûk wê, weke pirtûkeka bi têgihiştin û zanîna antropolojiyê ku ew hatîya nivîsandin bê. Wê zimanekî aqadamîkî wê di wê de wê bê bikarhanîn.