SBS (Special Broadcasting Service) dezgeheke australî ya ragîhandinê ye. SBS RADIO bernameyên bi bi 68 zimanan, kurdî jî di nav de, diweşîne: www.sbs.com.au/kurdish
Beşê Kurdî: SBS RADIO, Australya
Bernameyeke heftane ya yeksaetî ye; rojên şemê, ji demjimêr 10.00 ta 11.00ê êvarê, bi dema rojhilatê Australyayê, zindî dihêt ser bê. Yek ji bernameyên dezgeha radyo ya Special Broadcasting Service (SBS) ya australî ye ku bi 67 ziman û zaravayan bernameyan li Australya pêşkêş dike, bo civatên etnîk yên li Australya cîhwar.
Bernameya kurdî di sal 1985 de dest pê kir. Ji wê demê ta nuha, 2006, Şahînê Bekirê Soreklî berpirsiyar û pêşkêşerê bernameyê ye. Beshê Kurdî ji navenda SBS ya Sydney dihêt belavkirin û dikare li Sydney, Melborn û dever û bajarokên nêzikî wan bihêt guhlêdan. Bername dikare bi rêya înternêt jî bihêt bihîstin.
SBS RADIO/ Beşê Kurdî bernameyên xwe bi buletena nûçeyan û raportên hevkarên xwe ji Kurdistanê û Ewropayê dest pê dike. Di bernameyê de hevpeyvîn û babetên corbicor hene, her weha mûzîk û stranên kurdî. Bername bi zaravayên kurmancî û soranî ye.
Radyo SBS herwekî li ser înternetê jî xwe dide guhdarîkirin.[1]