Kejal Îbrahîm Xidir di sala 1968an de li bajarokê Qeladizê yê ser bi Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Perwerdeya seretayî û navendî û piştnavendî temam kiriye û diya sê zarokan e.
Di sala 1987an de dest bi nivîsandinê kiriye û di destpêkê de bi helbestên zarokan dest pê kiriye, piraniya helbestên wê di kovar, rojname û malperên elektronîk de hatine belavkirin, herwiha xwedî 28 dîwan û pirtûkên helbestan e.
Helbestên Kejal Îbrahîm Xidir bo Fransî, Erebî, Farisî, Îngilîzî, Rûsî û Îspanî hatine wergerandin û du berhemên wê bo şanogerî hatine kirin. Herwiha dîwaneke wê jî bo zimanê Emazîxî hatiye wergerandin.
Helbestvana navdar a Başûrê Kurdistanê Kejal îbrahîm Xidir ku di 24ê Nîsana 2018an de ji ber nexweşiyekê di 50 saliya xwe de li Silêmaniyê koça dawî kir.
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 3,443
Scrivi il tuo commento su questo articolo!