#Kurd#istanmedia: Berhema derhînerekî Kurd, xelata baştirîn dêkyomênta kurt di beşa navdewletî a festîvala Lukaniya a Îtaliyayê bi dest xist.
Li gora raporên belavbûyî, berhema dêkyomêntî a bi navê “Li tenêşta min” ji derhînan û nivîskariya Zaniyar Mihemedî Nikû xelata baştirîn dêkyomênta kurt a beşa navdewletî a festîvala Lukaniya a welatê Îtaliyayê bi dest xist.
Ev dêkyomênta 6 deqeyî, ji aliyê vî derhînerê kurd ve hatiye çêkirin.
Herwiha vê dêkyomênta di demên derbazbûyî de jî, di festîval “CSFF” a Amerîkî de jî, xelat wergirtbû.
Zaniyar Mihemedî Nîko di sala 1372`an li bajarê Bokanê hatiye dinê, û karnas û mamostayê werzişê ye.
Navbirî di sala 1392`an, bi çêkirina kurte fîlmeke bi navê Weke zindiyekê karê xwe bi awayekî pirofişinal dest pê kiriye, û piştî vê dêkyomênta Li tenişta min kurte fîlmeke din a bi navê Bîreweriyên min ên biherî (Xatiratê Giliyê Men) çêkiribû.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,115
Scrivi il tuo commento su questo articolo!