Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,448
Immagini 105,226
Libri 19,478
File correlati 97,493
Video 1,394
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Cemil Oguz: Bila deh Diyarname qurbana zimên bin
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Hevpeyvîn Ferîd Demîrel*
Malpera #Diyarname# îsal 15 saliya xwe pîroz dike. Yek ji wan malperan e ku xwerû bi kurdî weşanê dike. Nûçeyan û nivîsan bi kurdî dinivîsîne. Bi qasî mijarên siyasî, civakî, mijarên çandî, û hunerî û her weha magazin û sporê jî dişopîne diyarname û wan bi kurdî diweşîne.
Him ji bo 15ê Gulanê Roja #Zimanê Kurdî# ango #Cejna Zimanê Kurdî# him jî ji bo 15 saliya diyarnameyê em bi rojnameger Cemîl Ogûz, xwedî û edîtorê diyarnameyê re axivîn.
Diyarname 15 saliya xwe pîroz dike. Ji xwe li Tirkiyeyê kêm malper hene ku bi kurdî nûçeyan diweşînin. Diyarnameyê berî 15 salan di nava çi şert û mercan de dest bi weşanê kir?
Diyarname yek ji malperên pêşîn ê kurdan e. Bi qasî dizanim li Ewropayê bi navê “Mehname”yê serdema malpervaniya kurdî dest pê kiriye. Û paşê yên din hatin. “Rojev” hebû, ew jî li Ewropayê hatibû sazkirin lê hevalên me li vir nûçe lê bar dikirin. Em dikarin vê bibêjin, Diyarname yekemîn malpera kurdan e ku ji her alî ve li Tirkiyeyê hatiye avakirin, bi rê ve birin. Ji ber ku berî Diyarnameyê yên heyî dîzayna wan jî hemû li Ewropa bûn, kirêkirina hostin û domainê jî. Lê her tiştê Diyarnameyê me li vir saz kir.
Du sedem hebûn: Ez yek ji edîtorên Azadiya Welat bûm, navenda wê birin Amedê lê ez neçûm û veqetiyam; ya duyem jî qadek nû bû, ji bo kurdî û dinya ber bi wir ve diçû, min Diyarname ava kir. Dawiya 2004an de me dest bi amadehî kir, roja 21.04.2005an jî dest pê kir.
Niha hûn rojê çend nûçe yan jî nivîsan diweşînin? Gelo rojê çend kes nûçeyên Diyarnameyê dixwînin?
A rast çend nûçe bo min ne girîng e. Ez bi deh tiliyan dinivîsim û bilez difikirim. Ez dikarim rûnim 20 nûçeyan jî wergerînim û biweşînim. Lê derd ne ew e. Yek, em heta dikin nûçeyên xwe, yên ku me bi xwe şopandine/amade kirine biweşînin. Ya diduyan li ser navê xwendevanan em vê pirsê dikin, “Tu vê nûçeyê çima didî min?” Û em dixwazin xwendevan ji hemû çapemeniya me vê pirsê bikin. Em dikevin dû van xalan jî: Ev nûçe çiqas girîng e, çiqas balkêş e û ev nûçe me ber bi ku ve dibe? Li gor van pirsan em şikil didin nûçeyan û diweşînin. Loma di rojekê de dikare 5 nûçe be jî, dikare zêdetir be jî. Ji bo hejmara ketina Diyarname bi rehetî em dikarin bibêjin bi hezaran e. Yên tenê li sernavan dinêrin û derbas dibin jî hene, yên nûçeyê ditikînin jî. Wekî tiştek berbiçav, roja ku nûçe hat weşandin di 24 saetan de ger sed kesî kêmtir ew nûçe xwendibe ez xemgîn dibim (ev belkî ji hezarî 3-5 heb in). Bi ya min ji çend kesan xwendiye wêdetir çiqas bi bandor e, ew muhîm e.
Tu bi xwe li ser medyaya civakî jî aktîf e. Têkiliya te û şopînerên diyarnameyê çawa ye?
Ez ji te re tiştek bêjim, ez faceyê ji bo tiştên “çerez” bikar tînim, lê Twittirê ji bo tiştên muhîm. Ez her tiştek diweşînim bi fikir diweşînim. Ez carinan wêneyên keçikên bedew jî diweşînim, notên xwe yên kirmanckî jî. Axir têkiliya min a bi medyaya civakî re baş e. Ez qala Twittera xwe ya şexsî dikim. Ji bo ya Diyarnameyê tu bipirsî mijarek din e, ew hê cidî ye. Jixwe şopînerên Twittera Diyarnameyê du qat zêdetir ji min zêdetir in. Ji ber DM’ya Diyarnameyê vekiriye têkiliyek baş heye. Gelek kes ji wir tiştan dipirsin, em bersivê didin, kes hay jê nîn e jî.
Wekî şexs divê ez bêjim: Ger mimkûn be em hemû hê zêdetir ji bo tiştên bi qîmet tora civakî bikar bînin. Ha ev jî heye, em her kesê di ser hesabên xwe re tiştinan belav dikin em ne nivîskar in, ne rewşenbîr in. Wisa bûye yê ku du tiştan belav dike jî dibêje qey bûye rewşenbîrê herî mezin. Tiştek wisa nîn e, hinek din mutewazî bin. Axir her kes û bi a xwe ye.
Tiştek din jî heye bi destûra te bêjim: Bila kurd ne xwedî li Facebook, Twitter û Instagramê derkevin, bila xwedî li saziyên xwe (rojname, kovar, tv, radyo, malper û hwd) derên. Tora civakî pere bi xelkê dide qezenc kirin, lê saziyên me her ên me ne. Bila tora civakî bikar bînin lê wan jî ji bo saziyên xwe, berjewendiyên gelê xwe bikar bînin. Mînak ê me biryar e: Em nahêlin kes hemû nûçeya me di Facebook yan ên din de biweşîne. Ji ber ku dema wisa be venagere malperê. Em tenê sernavê didin û lînkê didin ku ji bo xwendinê vegere malperê.
Dîsa tu dinêrî yekî/ê nivîsek xweş nivîsandiye û li Facebookê belav kiriye. Yek, ew nivîs çima ne di malper/rojname/kovarê de ye? Didu, di tora civakî de ew nivîs rojek dimîne û kes êdî lê venagere. Lê di weşanek de biweşîne ew dibe arşîv. Wekî dubare çawa tora civakî ji ser me re pere kar dike, em jî wê ji bo xwe bikar bînin, ne ku wê xurtir bikin.
Ji bo nivîs an jî nûçeyek di Diyarnameyê de were weşandin divê nivîs an jî nûçeyek çawa be?
Serê pêşî nivîsên ku şex/sazî/rêxistin/partiyên kurdan xirab nîşan didin em naweşînin, em naxwazin neyartî di navbera kurdan de hebe. Ya diduyan em di nûçe û nivîsan de li astekê digerin. Di nûçeyan de wekî me got pirsa “Tu vê nûçeyê çima didî min?” dipirsin û li xalên din ku li jor me gotin dinêrin. Ji bilî siyasetê em her cure nûçeyê diweşînin, zêdetir jî yên ku bi awayekî tesîr li civakê dikin, lê belkî civak hay jê nîn e. Mînak 12yê Gulanê Roja Hemşîreyan a Dinyayê bû, li ser hemşîreyan nûçeyeke me ya xweş hebû ji ber ku hemşîre di nav jiyana her kesî/ê de rolek wan heye. Mînakek din. Wê rojê me nûçeya lîstikvan Judi Dench ku bûbû berga kovara Vogue kir manşet. Ji ber ku xanimê 60 salên xwe dane lîstikvanî, 85 salî ye û hê jî dilîze. Me bi pirsa “Jinên kurd di 85 salî de di çi rewşî de ne?” derxist pêş û vê yekê di tora civakî de bal jî kişand.
Dema dezgehên kurdan ên ku çavkaniya nûçeyan in hema hema hemû jî bi tirkî daxuyaniyan didin. Piştî ku daxuyaniyên wan bi tirkî tên weşandin, kesên rojnamegeriya bi kurdî dikin, wan daxuyaniyan werdigerînin. Ev bandoreke çawa li rojnamegeriya kurdî dike?
Du alî hene: Yek jê, bi ya min saziyên kurdan divê hîn bibin ku daxuyaniyên xwe bi kurdî bidin ji ber ku ev zimanê wan e. Xêra xwe bila vê pirsê ji xwe bikin: Di vê serdema pandemî de saziya Robert Koch Institute a alman bi zimanê almanî daxuyanî dide yan bi zimanê erebî? Ger bi almanî dide wê çaxê tu çima bi tirkî daxuyaniyê didî?
Ya diduyan divê nûçegîhanên kurd baş hînê zimanê xwe bibin ku bikaribin wê agahiyê baş wergerînin û nûçeyeke xweş jê derxin. Ew agahî dibe ne ji saziyeke kurdî, em bibêjin saziyeke îngilîz hatiye, ger xweş werger nehatibe kirin, li kurdî neanîbin dê tu tiştek jê neyê fêmkirin.
Bi ya min di rêza yekemîn de diyar dibe ew nûçe çiqas serketî ye, çiqas balkêş e û dê bikaribe xwendevan bi xwe re biherikîne yan na. Ger rêza pêşî nexweş be, bawer bike ji wir wêdetir nûçeya te nayê xwendin. Loma honandina wê gelek girîng e.
Tiştek din jî li ser saziyên kurdan bêjim; Gilî dikin hûn çima nûçeyên me çênakin? Zêdetir jî nivîskar. Em dibêjin bira wele pirtûka te negihîştiye ber destên me, weşanxaneyê xwe newestandiye neşandiye, ka em çawa çêbikin? Dîsa em nikarin wan îqna bikin. Helbet îstîsna hene. Em heqê hin nivîskaran nexwin, hinek nivîskarên hay ji meseleyê hene ew bi xwe pirtûka xwe dişînin. Ez tiştek ji te re bêjim, saziyên biyanî ji yên kurdan zêdetir mailan ji min re dişînin… Mesela hema hema ji hemû festîvalan daxuyanî ji min re tên, min vedixwînin, her wisa ji bo temaşekirina fîlman nasname didin min. Ez nizanim yên kurdan çawa binirxînim. Belkî a baş ez nenirxînim.
Di van salên dawiyê de bi taybet jî li ser medyaya civakî, nîqaşên derbarê zimanî de bêhtir bûne. Gelek caran em dibînin ku dibêjin “rewş bi vî awayî be, piştî demekê kesên bi kurdî diaxivin wê nemînin.” Heke tu hejmara kesên nûçeyên Diyarnameyê dixwînin û vê nîqaşa li ser zimanî bidî ber hev, tuyê çi bibêjî?
Ez bi vî çavî li meseleyê dinêrim; zimanekî statuyek (ev statu çi dibe bila bibe ew meseleyek din e) wê hebe, deh kes jî bikaribin bixwînin û binivîsin ew ziman dê ji nû ve jîndar bibe, ew namire. Lê zimanên bê statu xwedî talûkeya têkçûnê ne. Li dinyayê mînakên ku zimanê xwe ji ber sekeratê rakirine û anîne asta îro hene. Ger statu nebe bi xebatên kes û saziyên wekî me hinek dê temen dirêj be, ew qas.
Ji bilî vê ez wisa li meseleyê dinêrim: Divê em bi zimanê xwe hîs bikin, dema bi vî zimanî em tiştek bixwînin, guhdarî bikin, temaşe bikin divê jê zewqê bigirin. Yan na çênabe. Wekî Diyarname jî em heta dikarin nûçeyên “xweşik” (ji aliyê naverok, ziman, honandin û hwd) didin xwendevanên xwe ku ji vî zimanî hez bikin, hîs bikin û jê hez bikin.
Wekî xwedî û edîtorê Diyarnameyê nivîs û nûçeyên derbarê ziman ên di van 15 salan de malperê weşandiye bîne ber çavê xwe û ka ji me re bibêje, di warê naverok û mijaran de çi nîqaş li ser zimên hatine kirin û çi guhertin pêk hatine?
Dîroka Diyarnameyê wekî hin weşanên kurdan wekî rojnameyên Welatan, kovarên Rewşenan, Nûbihar û yên din xwedî dîrokek muhîm e. Di vê serdemê de me gelek nîqaş dan dest pê kirin. Mînak me nîqaşa “duzimanî” da dest pê kirin ku tu jî dizanî li 5 welatan kurd mecbûrê duzimaniyê ne. Vê nîqaşê gelek nav da, me ew nîqaş kir pirtûk jî. Ma nîqaşa ‘kîjan alfabe’yê çêkir, nîqaşa “ez 7 salî bûm”, çi zanim gelek nîqaşên wisa.
Em her serê salê nûçeyên salê, pêre jî lîsteya hemû pirtûkên bi kurdî hatine weşandin amade dikin. Tu jî dizanî yê xelkê bi piştgiriya dewletê ev yek têne kirin. Bi taybetî xelk li benda vê lîsteyê ye.
Heta îro me bi ser 50 hezar hebî de nûçe weşandine ku 50 hezar nûçe ji bo îngilîzî ne tiştek e lê ji bo kurdî reqemeke gelek mezin e. Ji bilî van, dîsa nêzî 10 hezar hebî jî nivîskarên me nivîsên xwe yên quncik nivîsandine û me weşandine. Vê yekê helbet bandor li gelek kesî kiriye û gelek kesên bi me dest bi nivîsê kirine niha pirtûkên wan hene.
Ev jî heye, derketiye holê ku tiştê ku di Diyarnameyê de hatiye nivîsîn rast e. Me ew bawerî daye xwendevanan. Em li “Waye hinan ev nûçe weşandiye, em dereng man” nanêrin. Dibe ku ew nûçe derew be. Çi dibe bila bibe em serê pêşî lêdikolin. Tiştek din, em her 1ê Avrêlê Roja Henekê ya Dinyayê nûçeyek diweşînin. Mesela îsal me nûçeyek wekî “Hikumeta Başûr biryar da derbasî alfabeya latînî bibe” çêkir. Me nûçe avêt ser Twittirê di rojek de ji 100 hezar kesî zêdetir ew twit dît, bi ser 20 hezar kesî re mirovan ew ya RT kir, ya eciband, yan şirove kir. Di dîroka Twitirê de heta niha nûçeyeke bi kurdî ji aliyê ew qas kesî ve nehatiye dîtin û nirxandin. Vê nûçeyê tiştek din jî derxist holê: Bi vê re sosyolojiya kurdên ku Twitterê yan jî tora civakî bikar tînin jî derxst holê: Derket holê ku sedî nêzî 90ê bikarhênerên Twitterê li Twitterê dinêrin bêyî vegerin naverokê bixwînin tiştan li ser dinivîsin. Ev yek bi taybetî di nûçeyên li ser siyasetê em dibînin dibin sedemên tiştên nerast.
Li gorî van nirxandinan heke zimên piştî demekê têk biçe wê aqûbeta Diyarnameyê çi be?
Yek, bila deh Diyarname qurbana zimên bin, ya diduyan bila deh Diyarname hebin ku ziman têk neçe. Deh malperên wekî me hebin jî em hesûdî nakin, em dixwazin hebin lê ev heye, em çima bi hev re nexebitin û wekî “çepên tirkan” her parçe bibin? Em li dor saziyên bi rastî dixebitin bên ba hev, ne li dor ên ji bo navê xwe, ji bo pesrê xwe û pereyên xwe kar dikin. Wê çaxê belkî ziman têk neçe.
Ji bo 20 saliya Diyarnameyê çi pêşbîniyên te hene?
Di 10 saliya Diyarname de me pirtûkek ji bo 10 salî amade kir ji nivîsên nivîskarên xwe û belav kir. Me li Amedê û Îzmîrê du panel çêkirin, hedef ew bû li çend bajarên din jî em çêbikin lê payîzê pevçûnan dest pê kir û ma. Îsal me xwest ji bo 15 salî tiştinan çêbikin serdema pandemiyê dest pê kir. Di 20 saliyê de dê çi bibe ez nizanim lê du tiştan bêjim:
Ez hêvî dikim dema ew roj hat dê Diyarname bikaribe tiştên xweştir bike. Ya diduyan ez hêvî dikim dê zimanê me astek din bilindtir bûbe û zêdetir xwedî lê derketin çêbûbe.
**
Derbarê Cemil Oguzî de
Di sala 1975an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê jidayik bûye. Di navbera salên 1998-2003yan de di Azadiya Welatê karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê kiriye. Heta niha di amadekirina bernameyên televîzyonê de xebitiye, derhêneriya dublaja bi kurdî kiriye. Demekê kordînatoriya weşanê ya kovara Tîroj û kovara Dîwar kiriye. Ji sala 2005an ve edîtoriya malpera diyarname.comê dike û niha hem di Diyarnameyê de hem jî di rojnameya Xwebûnê de qunciknivîskariyê dike.
Pirtûkên wî:
- Rojnamegerî û Pîvanên Sereke, Weşanên Perî, 2002
- Qurtek Evîn (Çîrok), Weşanên Perî, 2005)
- Duzimanî (Gotarên li ser duzimaniyê, ligel Dawud Rêbiwar amade kir), Weşanên Hîvda, 2008
- Sako, Gogol (Werger Cemil Oguz), Weşanên Hîvda, 2008
- Dengê Doyê (Do Sesi), Ferit Edgu (Weger: Cemil Oguz), Weşanên Evrensel, 2011
Belgefîlmên wî:
- REWŞEN, 44 dq, 2011
- MAZGAL, 49 dq. 2013
*Ev hevpeyvîn roja 15'ê gulana 2020'an di Bîanetkurdî de hatiye weşandin. Me ji wir girt.
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,091
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
File correlati: 2
Articoli collegati: 2
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dialetto: Curdo - Badini
Libro: Media
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 06-09-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 06-09-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 06-09-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 1,091
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.1107 KB 06-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,448
Immagini 105,226
Libri 19,478
File correlati 97,493
Video 1,394
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Folders
Biblioteca - Provincia - Fuori Biblioteca - Dialetto - Italiano Biblioteca - Libro - Curdo emissione Biblioteca - PDF - Articoli - Libro - Linguistica Articoli - Dialetto - Italiano Articoli - Provincia - Fuori Biblioteca - Provincia - Sud Kurdistan Biblioteca - Libro - Varie Biblioteca - Libro - Linguistica

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.266 secondo (s)!