Li herêma Tambovê ya Rûsyayê bi navê “Tambov mala me ya hevpar e” festîvaleke navneteweyî hate lidarxistin.
Festîval di 3’ê Îlonê Roja Dostaniya Gelan de li salona Şanoyê ya Drama ya Tambovê pêk hat.
Ji hemû navçeyên Tambovê kom û hunermend tevlî festîvalê bûn.
Rûs, Belarûs, #Kurd#, Ûkraynayî, Kazax, Çîngene, Ermen û Tabasaran bi rengê xwe beşdarî festîvalê bûn.
Bi navê gelê Kurd, koma govendê ya Barîn ku ji navçeya Pervomaîskê ye, cihê xwe di festîvalê de girt.
Di dawiya festîvalê de ji hemû beşdaran re xelat hate dayin.
Nûnerên Kurdan jî hêjayî xelata xurtkirina dostaniya navbera gelan a li Tambovê hatin dîtin.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,436
Scrivi il tuo commento su questo articolo!