Xebatên kanzayê yên ku ji aliyê Olmez Madencîlîkê ve li Pîrana #Amed#ê tên kirin jiyana hemû zindiyan dike bin xeteriyê. Şêniyên herêmê gotine, ji ber kanzayê nikarin ti berheman bi dest bixin.
Xebatên lêgerîna kanzayê yên li taxên Pirejman (Kurşunlu) û Tunekrak (Kayaş) ên navçeya Pîrana Amedê û derdora wê dewam dikin.
Olmez Madencilik ku xwediyê wê Îsmet Olmez e, bi nêzîkbûna xwe ya ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ve tê naskirin, di serî de sirb, çînko û magnezyum 12 cureyên kanzayê li gundên serbi Pîranê derdixe.
Ji ber ku di xebatên lêgerîna madenê yên ku di sala 2012an de li herêmê hatin destpêkirin de kanên sirb, çînko û paxir yên bi kalîteya çaverêkirî nehatin dîtin, xebatên li qada ku 24,94 hektarî hatine kirin, derxistine 532,77 hektarî.
Welatî hem ji ewlekariya xwe û hem jî ji ya sewalên xwe bi fikar in, ji ber ku di xebatan de kortalên berê hatine kolandin nehatine girtin.
“Xwezaya me wêrankirin”
Yek jî şêniya heremê Zulfiyê Kişmîr bi Ajansa Mezopotamyayê re têkildarî mijarê axiviye û bi lêv kiriye ku ji ber lêgerîna madenê xwezaya wan hatiye wêrankirin û darê wan ên fêkiyan jî hişk bûne. Kişmîr destnîşan kiriye ku bi hezaran ajal li heremê dijîn û jehriya madenê ji bo ajalan tehdît e û jîngeha wan di xetereyê de ye. Cihê ku hatine kolandin nehatine negirtin û wiha gotiye: “Di qanûna madenê de hatiye diyarkirin ku cihê ku ji bo madenê hatiye kolandin divê dema kar qediya bê girtin û darên guzan bên çandin. Lê wan cihê ku kolandine negirtine û wisa hişti e. Di sala 2012’an de dest bi kolandinê kirin û ji wan salan heta niha ew der negirtine. Çal û kunên wisa hatine hiştin ji bo welatiyan û ajalan xetere ye. Heke kesek bikeve wan kunan wê çi bibe? Çawa kolan e bila wisa bigrin û bila dest ji xwezaya me berdin û biçin.”
“Helbet dewlet jî alikariyê dide wan şîrketan. Di navbera gund û cihê ku li madene digerin de kîlometreyek jî tuneyê dînamîtan lê diteqînin. Lê heke li cihekî din bûna nedihiştin. Dema dînamît diteqin ew çiya wekî zelzelê dihejin, dibe ku sibê ew bibe sedema herifîna axe jî. Di heman demê de jî dibe sedema qetilkirina ajalên ku li heremê dijîn jî. Dema em gilî li dewletê dikin ji me re dibejin, ‘Çima hûn naxwazin li wir maden bên dîtin’. Xwezaya me hatiye wêrankirin, rêya me xerab kirine bi rastî jî vê yekê nabînin. Em li vir bang li sazî û dezgeyên ekolojist dikin ku em bi hev re xwedî li xwezaya li vir derkevin.”
“Darên me hişk bûne”
Şeniyê herêmê Huseyîn Kahraman jî derbarê mijare de anîye ziman ku ji ber jehra madenê rez û bostanên wan hişk bûne û wiha gotiye: “Li vir rezê me hebû me tirî dixwar, bostanên me hebû lê ji ber tozê em nekarin tiştekî jî bixwin. Darên me ziwa bûne. Berê gelek darên behîvan li vir hebûn lê niha tiştek nemaye. Em naxwazin erdnîgariya me wêran bikin, bila ew şîrketa madenê ji herêma me derkeve biçe. Qirêjiya xwe jî di nav zeviyên me hiştine. Ji ber vê şîrketa madenê me dest ji zeviyên xwe berda.[1]