Karkerekî Şaredariya #Cîzîrê# ku 11 salan di warê paqijiyê de kar dikir, niha êdî wêneyan çêdike.
Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya #Bakurê Kurdistanê# ve Mehmet Aydin ê 42 salî ev çar meh in bi boyaxên rengareng dîwarên bajarê xwe bi wêneyên çand û dîroka xwe dixemilîne. Wêneyên medreseyên dîrokî, Mem û Zîn û kesayetiyên zana beşek ji wêneyên wî ne.
Wênesazê Kurd Mehmet Aydın got “Ez hûnerê wek beşek ji jiyanê dihesibînim. Bo min şêwazekî jiyanê ye. Neqişkirina çanda xwe bi wêneyan, tiştekî gelekî xweş e. Ez lêkolîn dikim û wêneyan çêdikim. Wêneyên ez çêdikim bala geştyar û xelkê herêmê jî dikşîne û dibêjin xwezî berî niha bihatana çêkirin.”
Xelkê herêmê ji dîtina wêneyên ku çanda wan a resen pêşan dide dilxweşin û dibêjin bajarê wan bi van dîmenan xweşiktir bûye.
Welatî Songul Tunç dibêje “Gelekî xweşik çêkiriye. Dema geştyar jî tên vê derê ligel van wêneyan wêneyên xwe digrin û bi vî awayî çanda me jî di van dîmenan de nas dikin. Ez gelekî kêfxweş im ku tiştekî wiha tê çêkirin.
Wênesaz Mehmet Aydin ji gundê Spîbiyan a ser bi parêzgeha Şirnexê ve ye ku di salên 90î de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye valakirin, wêran bûye û wî jî ji neçarî ligel malbata xwe koçî Stenbolê kiriye. Di temenê xwe yê biçûk de dest bi çêkirina wêneyan kiriye û sala 1998an li Stenbolê pêşangeha wêneyan vekiriye û piştî wê bi 13 salan jî vegeriya ye bajarê xwe.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,330
Scrivi il tuo commento su questo articolo!