Dibe ku gelek kes hene yên ku gotinên tevgerên şoreşger yan jî yên li diji sîstema desthilatdar, tenê wek propagandayê dibînin. Lê herwiha gelek kes hene ku hewl didin ku van danhev û mayeyên şoreşger wek kaniya zanisteke cuda bibînin, ji wan perspektîfê bigirin û fikrên nû li gorî vê bi pêş bixin. Ji bo serketina vê yekê jî, di nav siyasetvan, çalak û nivîskarên Kurd de jî pêwîstî bi xwedûrkirina ji têgihiştinên akademîk ên lîberal heye.
Ji dehan salan ve, û bi taybetî ji salên 2010'an heta roja me ya îro, gelek xebatên akademîk li ser tevgerên #civak#î hatin weşandin. Li her derê, li fakulteyên akademîk, xwendekar û lêkoler hene ku li ser tevgerên civakî dixebitin. Ji sala 2014'an ve hejmara lêkolînên li ser Kurdan bi giştî û bi taybetî jî li ser tevgera #azadi#ya #Kurdistan#ê zêde bûn.
Li aliyekî, em dibînin ku xebatên cihêreng zêde dibin. Li aliyê din, em dibînin ku di destê desthilatdaran de xebatên wisa, herwiha bi roleke wiha radibin ku armanca wê rêveberiya ferasetê (perception management) a vê tevgerê bi xwe ye. Beriya her tiştê, pewîst e ku mirov li vê yekê jî baş serwext bibe: Di dîrokê de, rola zanistê ji bo tevgerên azadiyê herdem pirr giring bû. Lê herwiha, zanîngeh yan jî înstîtuyên akademîk ji sîstema dewletan ne dûr in. Heta, em dikarin bibêjin ku îro, ji berê zêdetir, dewlet bi rêya xebatên întelektuel, li bin ala çêkirina zanistê, berjewendiyen xwe bi pêş dixin. Rê û rêbazên dewletan li aliyekî, em dibînin ku zêhniyeta navendî û lîberal rengê xwe dide xebatên gelek kesan jî. Rengê xwe bi taybetî di beşa zanista tevgerên civakî de dide der.
Rêbaz û tehlîlên ji rêûresmê
Em ê mînakekê bidin ji van xebatên li ser tevgera azadiya Kurdistanê; gelek lêkoler îro dixwazin zanibin, gelo gotinên vê tevgerê rastî ne yan propaganda ne? Weke rêbaza lêkolînen xwe, gelek kes rêyeke wisa dişopînin: Çend hevdîtin, çend xwendinên kitêban, hinek li Kurdistanê yan jî li nav diasporaya Kurdî geriyan, hinekî şopandina ragihandinê û medyaya dijîtal. Gav bi gav, weneyek ava dibe li ber çavan. Dibînin ku îdeal û rastî herdem naşibin hev. Her tişt ne li gorî gotinên bîrdoziyê ne. Rastî zehmettir e. Tehlîlên wisa jî bi wate ne. Lê ji bo watedayina tevgerên ewqas rengorengo, gelo ev nihêrîn têrê dike?
Sûc ne yê lêkoleran e, mesele bi giştî bi zanistên civakî ve giredayî ye. Di dîroka zanistan de, rêbazên pozîtivîst gelek caran derfetên mezin dane desthilatdaran. Li ser navê objektîfbûn û zanistîbûnê, dagirkirina heqîqetê ji bo armanca desthilatê û armancên hiyerarşiyê hatin bikaranîn. Lê belê, tevî ku tevgerên alternatîf (herwiha teoriya femînîst, rexneyî, antî-kolonyal û wekî din) rê û rêbazên pozîtivîzmê rexne dikin jî, heta îro ev wek rêbaza herî rewa tê dîtin. Edebiyata tevgeran – danheva wan a dehan salan ku bi têkoşînê çêdibe - wek zanîst nayê dîtin. Tê gotin, nihêrîna şoreşgerekî nebe perspektîf, mirovên siyasî nikarin bibin pêşkêşvanên fikiran – bi bîrdozî ne, objektîf nînin. Dayikek yan bavek ku zaroka xwe di şêr de ji dest bide, nikare rexneyê li sîstemê bike, mirovên bê perwerdeya sîstemê, nikarin aqil bidin civakê – hest û mejî ji hev re cuda ne. Jinek ku behsa jiyana xwe ya şexsî dike, tenê dikare behsa vê tiştê bike, yanî destûr nîne ku ji jiyana xwe tehlîla sîstemên mezin û gerdunî bike. Zarokek ku kevir diavêje tankên dagirkeran, nabe mijarek ji bo civaknasiyê, zarok nikarin bibin kirdeyên siyasî. Bi vî şiklî, cihanên civakî yên ji derveyî sîstemê, ji desthilatê re dûr, ne wek cihên çêkirina zanistê tên dîtin. Mentiq ev e ku heta ku kesek yan gotinek di saziyen sîstemê re derbas nebe, ew nebe zanist yan jî çêkera zanistê.
Sîstema navendî maneyan dagir dike
Îro gelek kes, înstîtu, think tank û wekî din, raporan li ser demokrasiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê derdixin. Lê bi gişti, ew nabêjin, referansên ku li Rojava dibin bingehê avakirina civakeke demokratîk û yên têgihiştinên demokrasiya lîberal a sîstema navendî ji hev cuda ne. Li sîstema navendî, konseptên wek demokrasî, azadî, hiqûq û geşedan li gorî standardên kapîtalizmê têne nirxandin. Ev standard jî ji aliyê saziyên wek World Bank, International Monetary Fund, Freedom House û wekî din tên diyarkirin, yanî saziyên ku bi sîstema desthilatdar a rojavayê cihanê ve giredayî ne van standardan datînin. Bi gotineke din, sîstema ku ji sedan salan ve li cihanê hemûyî dagirkerî, şerr û bêadaletiyê belav dike, niha wateya konseptên giring wek azadî yan demokrasiyê li gorî zêhniyet û berjewendiyên xwe terîf dike. Wateya wan tiştan ji aliyê ristên navendî, kapîtalîst û mîlîtarîst ve tê dagirkirin. Bêguman, standardên wisa jî nikarin bibin rêyek ji bo fêmkirina hedefên sîstemên alternatîf. Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser xwezaya demokrasiya Rêvêberiya Xwêser jî nikarin vê sîstemê li gorî pîvanênên pozîtîvîst ên sîstema navendî terîf, rexne yan jî tehlîl bikin. Bi gotinekî din, di nav têgihiştinên navendî de, ji bo tîştên wek têkoşîn, bîrdozî û wateya şehîdan ji bo pêvajoyên şoreşger, cih nîne. Ji bo fêmkirina sîstemên alternatîf, rê û rêbazên cuda pewîst in.
Xwedûrkirina ji têgihiştinên akademîk ên lîberal pêwîst e
Wek gelek tevgerên li dijî sîstemê, tevgera azadiya Kurdistanê, bi taybetî bi rêya Jineolojiyê perspektîfên alternatîf derdixe holê. Wek perspektîfeke polîtîk, li ser dîrokeke ji derveyî sîstema dewletê israrkirin, ne bi tenê meseleyeke teorîk e. Avakirina têgihiştinên li dijî sîstemên dagirker, herwiha rêbazeke pedagojîk e, yanî bi daxwazê ve girêdayî ne ku xilaskirina zêhniyetên rewa ji dewletê dixwaze. Bi gotineke din, israrkirina li ser şiroveyên ji yên sîstema navendî cuda, herwiha avakirina danûstandinên dîrokî û civakî yên nû ye. Ev xwestin, ji aliyê tevgereke azadîxwaz bi xwe ve giring e, weke dîroka civakî li dijî dewletê.
Niha, rewş ji berê cuda ye; bîrdozî û pratîka tevgerên azadiyê zêdetir cidî tên girtin. Dibe ku gelek kes hene yên ku gotinên tevgerên şoreşger yan jî yên li diji sîstema desthilatdar, tenê wek propagandayê dibînin. Lê herwiha gelek kes hene ku hewl didin ku van danhev û mayeyên şoreşger wek kaniya zanisteke cuda bibînin, ji wan perspektîfê bigirin û fikrên nû li gorî vê bi pêş bixin. Ji bo serketina vê yekê jî, di nav siyasetvan, çalak û nivîskarên Kurd de jî pêwîstî bi xwedûrkirina ji têgihiştinên akademîk ên lîberal heye.[1]