$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hekîm Zana
Nav paşnav: Kanî Sakîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rûkiye-Alî
Dem û cihê şehadetê: Metîna 02-02-2023
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Hekîm li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Hekîm ji ber ku li nava malbat û derdoreke dilsozê nirxên civakî mezin bû, hîn di temeneê zarokatiyê de bi nirxên xwe ve hate girêdan. Li gel mezinbûna li nava derdoreke bi vî rengî her wiha di zarokatiyê de şahidî ji polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî ya dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd re şahidî kir. Lewma jî li hemberî van polîtîkayan bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Hekîm pê hesiay ku bêyî têkoşîna li dijî van polîtîkayan ti destketî bi dest nakevin û hêrsa mezin a li dijî komkujiyên li ser gelê Kurd fêhm kir û biryar da ku vê yekê bike bingeheke têkoşînê.
Sala 2014'an dema ku DAÎŞ'ê û dûvikên wê bi destê dewleta Tirk a qirker, faşîst êrîşî gelê Kurd kirin û komkujiyên mezin kirin, weke yek ji bi hezaran ciwanên Kurd ên bi rûmet bi hawara gelê xwe ve beziya. Hevrêyê me Hekîm di her kêliyê de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, bi enerjiya xwe ya bê dawî kete çeperan, bi daxwaz û biryardariya xwe bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Hekîm di vî şerî de tecrûbeyeke mezin a leşkerî wergirt, tecrûbeya xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo mezinkirina şer bi roleke griîng rabû. Tevî ku di vî şerî de birîndar bû, bi îradeya Apoyî ji nû ve rabû ser piyan û yekser berê xwe da çeperan, berê xwe da gel hevrêyên xwe yên li eniyê. Bû yek ji wan hevrêyên me ku di têkbirina gefa çeteyan a li ser gelê me, bû xwedî pareke mezin. Di şerê dijî paşverûtiya DAÎŞ'ê de wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî, pê hesiya ku divê ji bo azadiya gelê me hîn bêhtir têbikoşe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Hekîm li herêma Metînayê dest bi pratîka gerîla kir, bi qîmeta ku dida hevrêtiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi dilnizmî û tevlîbûna xwe ya bêfikar, wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî, bi zemîna serketinê nêzî hemû wezîfeyan bû. Hevrêyê me Hekîm li qadên Metînayê kedeke mezin da karên binesaziyê, pêwîstiya vî karî fêhm kir û bi baweriyeke mezin tevlî bû. Hevrêyê me Hekîm timî têkoşiya ku ji bo ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe û bi meraqeke mezin kete nava hewldana hîn bûnê, tiştên hîn dibû jî bi dilnizmiyeke mezin bi hevrêyên xwe re parve dikir. Dema ku dewleta Tirk a dagirker 14'ê Nîsanê dest bi operasyonên dagirkeriyê kir, hevrêyê me Hekîm bû yek ji wan hevrêyan ku destpêkê li eniya herî pêş bersiv dan êrîşan. Hevrêyê me Hekîm tecrûbeya xwe ya li qada leşkerî bi serketî derbasî pratîkê kir, ji destpêka operasyonê ve pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên mezin li dijmin hate xistin. Hevrêyê me Hekîm di nava sermaya ku berf bi metreyan bilind bû, ti mirov nekarî çend deqeyan jî lê îdare bike, tevî hevrêyên xwe bi ser dijmin ve meşiya û ispat kirin ku rêbaz û taktîka gerîla ya dema nû dema bi rengekî rast bê bicihanîn wê serketinê bi xwe re bîne. Hevrêyê me Hekîm ji bo me hevrêyên xwe bû mînaka bawerî, îrade, daxwaz û biryardariye mezin. Weke hevrêyên wî em soz didin ku hevrêyê xwe Hekîm û hemû şehîdan ku mîrateya wan a berxwedanê teqez bi ser bixînin.[1]