$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şoreş Germiyanî
Nav paşnav: Mûhammed Kerîm
Cihê jidayikbûnê: Germiyan
Dayik-Bav: Zînet-Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şoreş li bajarê Kelarê yê herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wî bi çanda welatparêziyê mezin bû û li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me li her çar aliyên Kurdistanê têne kirin, baldar bû. Ji ber vê jî bi hestên welatparêziyê ji bo berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne, bû pêşmerge. Demeke dirêj pêşmergetî kir û di nava vê pêvajoyê de polîtîkayên li ser Kurdistanê, xeta teslîmkariyê ya hêzên ku li hemberî van polîtîkayan divê gelê me biparêze baştir fêhm kir. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser gelê me dest bi komkujiyan kir, hêzên ku îdîa dikirin ku parêzvanên gelê me ye, gelê me bi êrîşan re rû bi rû hişt, ku ev yek ji bo hevrêyê me Şoreş bû sedema hêrseke mezin. Di heman demê de berxwedana partiya me PKK'ê ya ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Kerkûkê heta Rojavayê Kurdistanê bala hevrêyê me Şoreş kişand. Lewma jî dest bi lêkolînkirina PKK'ê kir, her ku hîn bû fêhm kir ku hêviya azadiyê ya gelê me di nava PKK'ê û rastiya Rêber Apo de ye. Hevrêyê me Şoreş ku dilê wî ji bo bersivdana li daxwaza azadiyê ya gelê me lê dida, bi biryardariyek emezin û pêngaveke şoreşgerî biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me di sala 2014'an de beşdarî nava refên gerîla bû, bi girîngiya çiyayên Kurdistanê ya ji bo gelê me, zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Hevrêyê me Şoreş baş fêhm kir ku çiyayên Kurdistanê ji bo gelê me qada herî girîng a têkoşînê ye, têkoşîna azadiyê ya ku xwe nespêre çiyê nikare bi ser bikeve. Lewma bi perwerdeya li nava refên gerîla xwest li cewhera xwe vegere û ev yek bi ser xist, bû mînak ji ciwanên Kurd re. Hevrêyê me Şoreş ku ji aliyê leşkerî ve xwedî danhevî û tecrûbeyekê bû, bi perwerdeyê re hînî rêbaza şer a gerîla bû, bi daxwaz û baldariyeke mezin di gerîlatiyê de xwe kûr kir. Her wiha di felsefeya Rêbertî de xwe bi pêş ve bir, di rêya Kurdîtiya azad de gavên girîng bi pêş ve avêt. Piştî pêvajoya perwerdeyê derbasî herêma Xakurkê bû, piştî ku tecrûbeya xwe ya destpêkê ya pratîkê li vir wergirt, derbasî herêma Cîlo bû. Li herêma Cîlo 4 salan gerîlatî kir, di vê demê de bi tecrûbeyên leşkerî û jiyanî bû fermandarekî gerîla. Li herêma Cîlo li dijî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, her tim di nava çalakiyand e bû, bi çalakiyan derbên giran li hêzên dagirker xist. Li dû pratîka serketî ya li herêma Cûdî derbasî herêma Avaşînê bû, tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir kir û bi rengekî rast nêzî wezîfeyên serdemê bû. Hevrêyê me Şoreş ku demeke kurt li herêma Avaşînê ma, piştre derbasî herêma Zapê bû. Tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir, weke fermandarekî û hevrêyekî xwedî li wezîfeyên xwe derket. Hevrêyê me Şoreş kesayetiya pêşdîtî ji xwe re kir taybetmendiyek û xwe û hevrêyên xwe li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriyê amade kir. Ji bo vê jî tedbîrên pêwîst wergirt, sala 2021'ê dema ku artêşa dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşê kir, bû yek ji wan hevrêyan ku li refên pêş bersiv da. Ji roja destpêkirina dagirkeriyê heta dema ku şehîd bû, bi wêrekî û biryardariyeke mezin bersiv da êrîşên dijmin, her ku firsend dît derb li dagirkeran xist û bû yek ji wan hevrêyan ku herêma Zapê kir keleha berxwedanê. Bi sadebûna hevrêtiya xwe, bi dilnizmiya xwe ya li nava jiyanê, bi fedaîtî û wêrekiya xwe ya li qada şer bû mînaka herî baş ji ciwanên Kurd re yên dixwazin bi rengekî bi rûmet bijîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku heta armanca Kurdistana azad a hevrêyê xwe Şoreş pêk bînin, em ê têkoşînê dewam bikin.[1]