$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şervan Întîkam
Nav û paşnav: Firat Ay
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Zehra – Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojek bi rûmet û azad, di şert û mercên bêderfetiyê de, bi pêşengiya Rêber Apo Partiya me PKK’ê bûye hêviya gelê me û hemû gelên hatine çewisandin. Hevrêyê me Şervan jî li qadên berxwedanê ya Rihayê ku serî li ber zilmê ne tewandiye û têkoşîna me yekem lê bûye ya gelan, hatiye dinê û bi kevneşopiyek welatparêz mezin bûye. Bûye mîlîtanê hêviya serkeftinê ya ku Partiya me ji nû ve ava kir. Hevrêyê me di nava malbatek de ku bi keda dijî û di nava pirsgirêkên madî de dijî, mezin bûye û ji temenê biçûkahiyê û vir ve dest bi xebitînê kiriye û tevlêkarî li malbatê kiriye. Meşa xeta berxwedan û serkeftinê ya ku PKK’ê ji nifşan derbasî nifşan bûye û bandorek kûr li ser her kesê kiriye, ji temenê zûde bala hevrêyê me Şervan jî kişandiye. Hevrêyê me her derfeta ku dîtiye, veguherandiye derfetê naskirina Partiya me. Li aliyê din bûye şahidê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me pêk anî. Hevrêyê me Şervan li dijî êrîşên tunekirinê yên li Şengal û Rojava li ser gelê me hatine kirin, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet bi hêrs bûye û ketiye nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me dît ku gelê me encex dikare bi felsefeya Rêber Apo xwe hîn kiriye û bi berxwedanê gerîla ya ku li çiyayên qedîm ên Kurdistanê tê meşandin, bigihije serkeftinê û bêyî teredut biryar daye ku tevlî refên gerîla bibe.
Hevrêyê me weke mîlîtanek bi xwestekek mezin û xwedî hêviya serkeftinê, tevlî refên gerîla bû. Bi perwerdeya gerîlatiyê ya ku dîtiye, bi lez fêrî jiyanê bûye. Hevrêyê me yê ciwan bi felsefeya Rêber Apo, li dijî dagirkerên ku dixwazin hêviya azadiyê ya gelê me tune bike, ketiye nava têkoşînek bê navber. Hevrêyê me ji bo ku erkên xwe yên şoreşê bi serkeftinek mezin temam bike, bi biryardarî û hêza îradeyê xebitî. Di demek kurt de derket pêş û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Şervan asta xwe ya lêhêrbûnê kûrtir kir, bi armanca pêkanîna xeyalên Kurdistana azad a şehîdên nemir, tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me ji bo di qada leşkerî û îdeolojîk de kûr bibe, bê navber hewl daye û di demek kurt de li gelek qadan bûye pispor. Li ser rêya fedaiyan meşiya û tevlîbûnek xurt pêk aniye. Hevrêyê me bi tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bûye yek. Bi ruhek komunal nêzî erkan bû bi awayek mîlîtanî jiya û bûye xwedî tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me Şervan di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, di demek kurt de bû mîlîtanek xwedî tecrube û li ser xeya fedayî meşiya. Em ê teqez têkoşîna hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.[1]