$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Derwêş Tetoyî
Nav û paşnav: Dogûkan Bozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Hanîfe - Mûhlîs
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Derwêş ku li Wan Payîzavayê ji dayik bû û di malbateke welatparêz de mezin bû ku ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ku gelê Kurd feqîr dikir, malbat neçar maye koçî Stenbolê bike. Hevrê Derwêş li metrepolên Tirkiyeyê rûyê rastî yê dagirkeran zû nas kir. Di hemû qadên jiyanê de bû şahidê cihêkariyê; hevrêyê me Derwêş ê ji ber ku bi zimanê dayikê diaxivî rastî êrîşên faşîstan hat lê wî tu carî dev ji berxwedana xwe berneda. Hevrêyê me Derwêş ê ku ji bo xwedîlêderketina ziman, çand û nasnameya xwe di nava lêgerîna têkoşînê de ye, biryar da ku partiya me PKK'ê nas bike. Hevrêyê me yê ku ji dil û can bawer dike ku navenda têkoşînê ya rastîn bi naskirina felsefeya Rêber Apo û têkoşîna dîrokî ya PKK’ê ye, lêgerîna xwe bi dawî kiriye û dest bi têkoşîna xwe ya aktîf kiriye. Hevrêyê me yê ku di sala 2009’an de beşdarî xebatên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd ji polîtîkayên qirêj ên dagirkeran biparêze, kedeke mezin da. Ji ber vê gelek caran dagirkeran ew destgîr kirin. Hevrêyê me yê ku di sala 2011’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat girtin, sê sal û nîvan di zindanên dagirkeran de ma. Hevrêyê me Derwêş ê ku dev ji berxwedana xwe ya li zindanan berneda û bi biryardariyeke mezin berdewam kir, sirgûnî gelek zindanan hate kirin. Hevrêyê me Derwêş ku bi hevalên xwe re her cihê xwe vediguherand qada berxwedanê, weke berxwedêrekî zindanê bersiva pêwîst da dagirkeran û li ser esasê mezinkirina têkoşîna xwe bû. Hevrêyê me Derwêş ku di sala 2015’an de ji zindanên dagirkeran derket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku asta hişmendiya xwe bi kûrkirina felsefeya Rêber Apo bilind kir û fêm kir ku bi têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ew dikarin serfiraziyê bi dest bixin. Hevrêyê me yê ku her dem xeyal dikir ku wê roja ku di zindanan de tevlî nava refên gerîla bibe, bi lez hînî jiyan û şert û mercên gerîla bû û di demeke kin de bû xwedî tevlîbûneke xurt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya ku dît di qada bîrdozî de kûr bû, di demeke kin de di taktîkên gerîla de jî jêhatî bû. Hevrêyê me Derwêş ê ku derbasî herêma Xakurkê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker di eniya herî pêş a têkoşîna bi bandor de cih girt, bû fermandar. Hevrêyê me yê ku ji bo pêşerojeke azad a gelê me ku heqê wê ye, bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî heta serketinê bênavber têkoşiya, hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran neda sekinandin û ev hêrs jî bûye bingeha tevlêbûna wî ya fedaî. Hevrêyê me Dêrwêş ê ku bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî û têkiliyên PKK’ê yên pîroz ên hevrêtiyê di her hawîrdorê de serdest kir, bi kesayeta xwe ya kedkar û xwerû, hemû hevalên wî jê hez kiriye. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Derwêş hiştiye, yek ji milîtanên me yên fedekar ku her tim bi ruhê serketinê jiyaye, wê her tim rêya me hevrêyên me ronî bike.[1]