=KTML_Bold=Jin diçe Şoreş dimîne=KTML_End=
=KTML_Underline=Siyamed Sîpan=KTML_End=
Ji bo bîranîna Sêvê Demir Dema min nûçeya şahadeta te di 4’ê çileya 2016’an de bihîst: Cîhan bû odeyek reş û tarî ji bo min. Çav nema çav dît… Ji aliyekî ve agir bi cîhanê ket û mirovahiyê dişewitîne…
Xemsarî û xemgînî xwe dike krasê şevê û şev bi dawî nabe…Zûre Zûra guran, dengê wawîkan, Bazdana roviyan di guhê min de diçe û tê…
Agir bi dilê min dikeve û Li şûna wê darek Sêvê şaxê xwe lê vedide… 6 sal di ser şahadeta te de derbas bûn. Lê hîn jî agirê êşa te germe û dilan dişewitîne.
Ewqas sal, meh, roj û saet û kêlî di ser re derbas bûn. Lê dilê me hîn jî dişewite. Erê dilê me dişewite. Lê bîranîna te û tu li ezmanan wek stêrka Gelawêjê rêya me roj bi roj ronî dike.
Em jî roj bi roj te bi bîrtînin. Roj bi roj tu di dil, mejî û di tekoşîna me de jî dijî. Tu rê ya me ronî dike.
Niha dîsa salvegera şahadeta te hat. Wêneyê te niha li himber min e…devê te li ken û çavê te tijî tekoşîn. Ew çavên ku bahrê rengê xwe jê girtiye. Porên te yî xelekî ku rengê xwe ji xwezayê girtiye li ber ba dikeve. Bayê azadiyê. Seknek li ser te ye, mirov dibêje qey tu hêzê ji hezaran cangorî digre. Seknek wek Kelehekê. Herî zêde kenê te ku bi xwere gul vedikir derketiye pêş di wêne de. Te xemilandiye xwe bi kincên kurdî û azadiyê dilîrîne.
Bizanibe ku kesên wek te ew qet namrin. Deh sal jî, sed sal jî, hezar sal jî derbas bibe hûn nayên ji bîr kirin. Em ê ji bîr bibin, lê hûn jî bîr nabin. Ji ber ku tu û hevalên xwe, mohra xwe li dîrokê dixin û diçin. Hûn mîrasek bê hempa dihêlin û tev li karwanên nemiran dibin. Ji ber wê hûnê qet nemirin û herdem bijîn. Carna di bîranînan de carna di xebatan de, carna di tevgerê de, carnan jî di şoreşê de.
Ji ber ku tu yek ji wan kesan e, ku dema diçin ne tenê navek herwiha şoreşek jî li dû xwe dihêlin û diçin. Belê tu ji wan jinan e ku şoreşekê li dû xwe dihêlin û diçin…
Hûn diçin, bes bi dengekî gur dibêjin: Em hebûn, em henin û em ê herdem hebin.
Bê guman tu yê herdem hebe. Hembajariya min, rêhevala min, xwuşka min, hevala bîr û baweriya min, tu çû û te şoreşek li dû xwe hişt. Bejna xwe li ber keda te, xwîna te, şoreşa te ditewînim. Tu yê herdem di dilê me de bijî.[1]