Pênasa Tenbûra Kurdî-Zagorsî.
Amadekar: #Qendîl Şeyxbizînî#
Her weku tê zanîn çiyayê Zagrosê hêlîna mirovahî û pirranî xelkên rojhilata navîn û beşek ji cîhanê bûye, bi dirêjahiya hezaran sal gelek hoz û komxelkên ji çiyayê Zagrosê daketin û warnişînên deşt û deran bûne. Lê hoz û komxelkên ku karîn bo cara yekem şaristanî, nivîs, zanist, hûner, mûzîk, gerdûnnasî, zagon, dastan û edebiyatê biafirînin Sumerî bûn. Xor yan jî roj û tav ji Zagrosê re bi dirêjahiya hezaran sal û heta digîje Sumeriyan, sembol û hêza pîrozweriyê bûye, piştre li ser heman bîr û baweriya kevnar bo cara yekem felsefe û bîrûbaweriyeke nû ava dibe bi navê Mêhr, Mêhra yan jî Mîtra anku bîrûbaweriya roj û ronahiyê, di ol yan jî bîrûbaweriya Mîtrayiyê de pîrozweriyên sereke weku: “Xor yan jî roj û tav, Cejna Newroz, Cejna Mêhr yan jî Yelda, Tenbûr, Hêkerengîne, Marê reş, Henar, Sêva Mêxekrêj, Gula Nîlûper(Nîlûfer)” yd.. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=510921&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Pênasa Tenbûra Kurdî-Zagorsî=KTML_Link_External_End=